Mijar careked din ziman e û ew jî bi girîngayîyeke mezin ve tê minaqeşekirin. Hinek malper ji bo vê mijarê kampanya vekirin. Hinek nivîskarên Kurd, ji bo nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî bangewazîyê li kurdan dikin. Bi rastî hemû karên ku ji bo ziman tên kirin bê fayde nînin. Lê belê ew bi serê xwe tenê jî pirsgirêka ziman jî çareser nakin. Ji bo çareserîya vê meselê yek gavek lazim e. Ew jî kingê ku kurdên xwe welatparêz, ronakbîr, nivîskar û xwedî hêz dihesibînin, bi biryarek, axaftina zimanê bîyanî di malê xwe da berdin û bi zarokên xwe ra kurdî bipeyivin, wê demê ewê bikaribin ji bo çareserkirina ziman gavên din jî bavêjin.
Jiber ku, mirovê ku bi zimanê xwe ne axife, welatparêz be jî, şert û mercên welatparêzîyê nikarê bi cîh bîne.
Di vî warî da gotinên Mir Bedirxan gotinên dîrokî ne. Mir Bedirxan dibêje:
„Miletên bindest, heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi quwetên du çekan diparêzin, ol yek, ziman dudu. Lê ola miletê serdest û bindest yek be, hingê çek yek bi tenê ye û bend tenê ziman e.“
Weke mîsal. Li Turkîyê îro kurdek rabe eşkere bêje ez miroveki baş im, an ji mirovekî dîndar im, hata sosyalîstim, tu kes li dijî wî dernakeve û lê tade jî nake. Hata ewê ji gelek kesan hurmetê jî bibine. Tu îtiraza kesî ji mêranî û ji jintîya kurdekî ra jî tune. Lê kingê ku bêje ez kurd im û mafê xwe dixwazim, an jî gorî çand û hunera xwe dijim, wê demê ne tenê dewlet, ji karkerên Tirkan heta rewşenbîrên wan, ewê ji bo vê daxwazê nerazîbûna xwe bînin ziman.
Gorî wan kurd, eger ku wek Tirkan bijîn, bira ne. Lê kingê ku mafên xwe yên netewî bixwazin, ji wê demê şûnda jî navê dibe nijadperest û terorîst…
Dema ku mesela zimanê zikmakî tê holê, gelek ronakbîr, nivîskar û demoqratên Tirkên herî baş jî yek tiştî dibêjin: „Çer hebe nav 50’î salî da hemû ziman winda dibin, ya baş ewe ku ji îro da zimanê dewlemend bikarbînin ku bila feyda wî ji we ra hebe!“.
Lê ev mirovên wusa rê ravayî me didin, di hemû jîyana xwe da xêncî zimanê dayîka xwe tu bi zimanekî ne diaxifin ne jî dinivîsînîn.
Ev mînak tenê jî ravayê me dide ku di jiyana gelên bindest da cîyê zimanê zikmakî rollekî giring dilîze. Gelên ku zimanê xwe winda bikin, di demekî kurt da nasnameya xwe jî winda dikin û bê zor û zehmet asîmîle dibin.
Dewleta Tirk jî ji bo vê yekê naxwaze Kurd bi zimanê xwe perwerde bibin.
Di jîyana gelên serbixwe da jî ziman nasnameyeke esasî ye. Di her civatan da her mirov bi gelek nasnameyên xwe tê bi nav kirin.
Mêr e, jin e, misilman e, êzidî ye, spî ye, reş e, niviskar e, hunermend e, zeneatkar e, karker e, gundî ye hwd.
Mirov dikare van nasnameyan bi hezaran bijmêre. Pirranîya van nasnameyan pişti bûyînê tên wergirtin. Lê hinek nasname jî hene ku, ew ji bûyînê va tênê û tu kes nikare gorî dilê xwe wan hilbijêre.
Wek mînak, miroveki cuhî dikare bibe misilman, misilmanek jî dikare derbasî ser dineke din bibe, an jî her mirov dikare bê dîn jî jîyana xwe bidomîne.
Her mirov gorî daxwaza xwe dikare bibe endamê hêzekî an ji cemaatekî. Hata dikare cinsîyeta xwe ji biguherine. Lê tu kes nikare dê û bavê xwe, zimanê xweyê zikmakî û netewa xwe biguherîne.
Kurdek dikare bibe hemwelatîyê Alman, an jî Îngilizan, lê ne dikare bibe Îngilîz ne jî dikare bibe Alman. Xwe wusa bihesibîne ji, kes wi Îngilîz an jî Alman qebûl nake.
Ziman jî wusa ye.
Zimanê dayîkê yek e, lê ew ji bo hînbûna zimanên bîyanî kêmasî û asteng nîne. Heta kî ku zimanê xwe yê zikmakî çiqwas baş bizanibe, ewqas dikare zimanekî bîyanî, bi hêsanî fêr bibe.
Nuha hinek dikarin bibêjin, kesên ku Kurdî nizanibin gelo ne Kurd in?
Zimanê dayîkê ewe ku, dê bi wî zimanî bi zarokên xwe ra diaxife, ji wan ra çîrokan dibêje û stranan dilorîne. Bi rastî heger kurdek xwe Kurd bihesibîne, zimanê xwe yê zikmakî nizanibe jî kurd e. Le belê ew, roj bi roj ji kurdayetîyê dur dikeve û wî wunda dike…
Ziman ji bo jîyana mirovan wek av û nan e.
Şertê welatparêzîyê û mirovatîyê jî ewe ku mirov, heta ku mecbûr nebe gere xêncî zimanê dayika xwe bi zimanekî din bi kar neyne…
10.07.2005
ikramoguz@navkurd.eu