„Huner, ne gotinên tiştên rast e
Huner ewe ku mirov bikaribe tiştên rast çê bike“
Mezinahî jî ne bi girêdayî sala ne, ne jî bi pirranîyê û dewlemendîyê dibe, jê ra huner û serkeftin lazim e.
Kurdên Bakûr ji berê da xwe wek birayê mezin, yên ku di perçeyen din de dijîn jî wek birayên piçûk didîtin, îro jî xwe wusa dibînin. Ne ku tenê bi pirranîya nifus, her alî da xwe mezin qebûl dikin û bi serê poz li kurdên din dinihêrin
Di muqayeseyên xwe da dibêjin Kurdên Bakûr zêde Ewropayî ne…
Gor parçeyên din modern in…
Zana û pêşverû ne…
Gelo ev pîvanên ku tînin ziman ji bo mezinahîyê bes in?
Bingeha van pivanên wan çi ne?
Bi raya min heger pîvana zanabûnê, bi zimanê Tirkî zêde xwendin û nivîsandin be, ev asîmîlasyone…
Modernîzim jî ne bi lixwekirina kincan û girêdana qirawatê, ne jî bi hemwelatîya Tirkîyê ya `laîk` va dibe.
Ji bo pêşverûtîyê jî domandina sîyaseta çep tenê ne bes e. Lewra di hîmê wê sîyasetê da jî zêdetir ruhê dîkdatorîyê heye.
Gelo ji bo mezinahîyê, mezinahîya ji bo xilasbûna Gelê Kurd çi lazim e?
Di şertên rojhilata navîn û şertê ku kurd tê da dijîn, mezinahî bi çi awayî mimkun e?
Bawerîya min ewe ku çawa ji bo mezinahîya mal û malbateki, mezinbûna bi salan şert nebe, ji bo civat û miletek jî piranîya nifus tenê ne bese.
Ji bo mezinahîyê şertê yek zanayî û huner be.
Yê duduyan jî jîyaneke realist û serkeftin e.
Sekeftina kurdan jî ancax bi ruhê kurdayetîyê ve mimkun e.
Ew pîvanên ku Kurdên Bakûr ku ji bo mezinahîya xwe nîşan didín, bi rastî ew bi zêdeyî şertên ji dûrketina kurd û kurdayetîyê ne.
Sedem vê yekê jî Kurdên Bakûr hata îro ji bo kurdên ku di perçeyên din da dijin, tu tiştekî baş nekirin, bîlakîs gelek caran dijminatîya wan kirin.
Di salên 70’yî da, bi tesîra bayê sosyalîzmê ku li seranserî dinê belav bibû, li Bakûrê Kurdistanê jî gelek partî û hêzen sosyalist hatin damezrandin. Pirranîyâ wan partîyan jî, bi perspektiva enternasyonalîzmê li meseleyên dinê û rojhilata navîn nihêrîn.
Îtifaqên xwe jî gor wê polîtîkayê lidarxistin.
Wê demê, bi taybetî xwe nêzikî sosyalîstên Tirk, Ereb û Fars dîtin, rojbiroj, gavbigav ji Kurdên Başûr dûrketin û wan bi paşverûtiyê va tawanbar kirin.
Bi salan xwe pêşverû, Kurdên Başûr jî paşverû nîşan dan û bi serê poz li daxwazên wanên realîst nihêrîn û sîyaseta wan rexne kirin.
Ew partîyên ku duh li serê poz li Kurdên Başûr mdinêrîn, piştî hilweşandina Rusyayê, yek û yek tewişîn û şiûra xwe winda kirin. Hinekên wan bi tesîra dermanên netewîtîyê nav û bernameyên xwe guhartin û bi xwe hatin, lê ji hinekên wan ra derman jî çare nekir, ew jî wek welatên rojhilata Europa, di şevekî da helîyan…
Yên ku mane, pirranîya wan îro jî bi vê pîvanê li Kurdên Başûr dinêrin û serkeftina wan a îro jî, tenê bi şerê Amerîkîyan û Saddam va girê didin. Piştî hilkişandina Amerîkîyan, ji îro da teorîyên alozîyê, di sohbetên xweyê taybetî da tînên ziman.
Rast e, rewşa ku îro Kurdên Başûr tê da, bê piştgirîya Amerîkîyan ne mimkun bû. Lê ew wek Kurdên Bakûr bi çavê ideolojîye tevnegerîyan. Bi çavê kurdayetîyê li pirsgirekên xwe û dinê nihêrîn. Ji ber wê yekê firsenda ku di salên 90’î da ket destê wan, baş bi kar anîn û îtifaqên xwe jî gor sîyaseteke realîst lidarxistin. Bi saya siyaseteke realîst, bi salane weke dewleteke serbixwe, xwe bi rêve dibin.
Îro ne ku tenê li Kurdistanê, li seranserî Iraqê jî xwedî soz û dezge ne.
Ji îro ve azad û xwedî mafê xwe ne û rojbiroj ber bi serxwebûnê diçin.
Li seranserî dinê wek reberên Gelê Kurd tên nasîn û rûmetek mezin dibînin.
Ji bo azadi û parastina Gelê Kurd, di warê dîplomasîyê da jî xebatên gelek balkêş dikin û roj bi roj tifaqên nû lidardixin.
Ev pêşveçûna wan ne tenê ji bo Kurdên Başûr, ji bo hemû kurdan nimûneyeke başe û serkeftineke gelek mezin e, bese ku hemû Kurd jî bi çavê kurdayetîyê li wan û rewşa wan binêrin.
25.11.2005
ikramoguz@navkurd.eu