Mirovek gundî, rojek havînê radibe bi rê dikeve û berê xwe didebajêr. Nêzikî gundekî serê rê dibe, dinhêre xortek di daristana bin ya gund da, serê xwe kirye ber xwe û bi das a xwe ya tuj daran diçine. Rêwî dema ku nêzikî xort dibe, dinêre ku xort ne xerîb e, ji gundê ser rêya wî ye. Bi dengekî bilind dibê;
„Selam û aleykum, xortê delal“.
Xortê ku dara diçine, bi silava rewî nişkêva serê xwe bilind dike û dibê;
„Xalo wele ez kulaba diçinim“.
Rêwî hinek dîsa nêzîk tê û dibê;
„Xorto, dê û bavê te çawanin?“
Xort, das a xwe datîne erdê, bi destê xwe yê çepê enîya xwe ya bi xwudan paqij dike, bi destê xwe yê rastê jî darên ku çinîye ravayê rêwî dide û dibê;
„Xalo, wele hinek xar in, hinek jî rast“.
Berê, dema ku mirovekî di nav civatê da tiştek bi xeletî fêm bikira û gor fêmkirina xwe bersiv bida, yên derdora wî, ev mîsala jor didan û digotin; „Kî çî dibê bila bibê, tu hê kulaba diçinî“.
Hata 50-60 sal berê, li Kurdistanê zîraat bi quweta ga û gamêşan va dihat kirin. Zevî bi cotê dar dihat cotkirin, piştî çinandina merg û zevîyan mahsulê wan jî bi erebên ga dihat kişandin. Ji bo girêdana cot û ereban jî nîr û kulabe lazim bun. Li Kurdistanê hebuna traktor û patosan qasî hêjmara tilîyan bun.
Îro, ne ga man, nê jî gamêş.
Nîr û kulabe hatin jî bîr kirin.
Lê mixabin mesela xort û kulabên xar û rast hê jî di nav gel da tê gotin. Lewra di wê meselê da ji xarbun û rastbuna kulaba zêdetir, fam û fereseta mirovan te gengeşi kirin.
Wek mîsal, îro jî li civatê dinêrî, kî çî dibê bila bîbê, hinek bi hev ra radibin ser pîyên xwe û bi yek dengek bilind dibên; „Em kulaba diçinin“.
Tu dibê dem û dewran guherî, gere em jî xwe biguherînin û gor rewşa dinê ya nû bijîn û ji bo mafên xwe rêyek nu bîbînin.
Ew dîsa bi hev ra diqêrin û dibên; „Wele hinek xar in, hinek jî rast“.
Ji bo vê yekê ye ku mirovên wusa, ne ji guhartinên derdora xwe, ne jî ji guhartinên dinê hayîdar in. Ji bo pêşveçûnê cîhê xwe da nasekinin, gavên xwe bi lez û bez davên, lê ji sibê hata êvarê li derdora xwe diçiin û tên. Ne gavek pêşta, ne jî gavek şunda.
Gava ku ji derva tiştekî bêjî û rewşa wan bîdî ber çavên wan, bersiva wan jî di bêrika wan da hazir e.
Dibên; „Em çi bikim rê xar e“.
Rêyek rast ravayê wan bidî.
Êjar jî dibên; „Rêya ku tu dibê rast e, lê belê tu xar î“.
Di nav 50-60 salên dawî da ne tenê rewşa aborî, di warê sîyasetê da jî guhartinên mezin çêbun.
Sovyeta kû nivê dinê kontrol dikir, hilweşîya.
Dema şerê sar, bu dîrok.
Pêşveçuna teknîkî piranîya dek û dolabên serdestan eşkere kir û derewên wan puç kir.
Piranîya rejimên bi warê dîktatoriyê bi rêve diçun, yek û yek hilweşîyan.
Li Rohilata Navîn ji bo gelê Kurd guhartinên mezin çêbun, Kurdên Başur bun xwedî dewlet…
Dewleta Tirk jî ji wan guhartinan, bi kêmasî be jî, para xwe girt. Sîyaseta xwe ya bi “kart û kurt” guhart.
Îro Zimanê Kurdî ne tenê di nav mal û kuçeyan da, di radio û televîzyona dewletê da jî tê bikaranîn.
Lê dinêrî Kurdên Bakur, hê gor şert û şurtên sed sal berê sîyasetê dikin. Ji sibê hata evarê sloganên ji bo demoqrasî û guhartinê davên, lê tu car xwe naguherînin.
Guhartin dibêjî…
Dibên; „Xalo wele em kulaba diçinin“.
Demoqrasî dibêjî…
Dibên; „Wele hinek rast in, hinek jî xar“.
25.05.2010