Kingê ku zivistan were, berf bibare û kurşe bigre, Xalê Resûl û mesela wî ya li ser kapa gur dikeve bîra min.
Xalê Resûl mirovekî rûspî, xwedîyê ken û henekên civakî û çirokvanekî bi nav û deng bû.
Di hemû çîrokên wî da, lehengên çîrokê yek jî ew bixwe bû. Di hemû çîrokên xwe da bila bê îstisna qala xwe dikir û jîyana xwe bi çîrokên xwe va girê dida. Ji bo wê yekê jî hinek kes jî çîrokvantîya wî zêde eciz dibûn û qedr û qîmet nedidan wî û çîrokên wî.
Lê tu xema wî nebû, ew gor gotinên hin kesan tevnedigerîya û dest ji çîrokvanîya xwe bernedida. Li kîderê civatek saz biba, Xalê Resûl jî têkilî wê civatê dibû, kîngê fesal bidîta, gorî rewşa civatê dest bi çîrokekî dikir û guhdarvanên dora xwe bi kenan mest dikir.
Pirsa xwe dibir û dianî, di nav guhdarvanan da bê şik ji xwe ra şahidek didît, rastîya çîroka xwe bi şahidîtîya wî pesend dikir û çîroka xwe bi wî awayî diqedand.
Xalê Resûl rojekî zivistanê li gundê me jî bibû mêvan. Wê êvarê hemû mêrên gund, ji xortên panzdeh şanzdeh salî hata kalên heftê heyştê salî, di oda mala kalikê min da, li dora wî civîyabûn. Xalê Resûl weke hercarê dest bi çîrokan kirirbû, hemû kes jî weke kerr û lal di cîhê xwe da sekinîbûn û bi dil û can wî guhdarî dikirin.
Xalê Resûl jî ji bêdengîya cemaatê kêfxweşîya nîşan dida û çîrok li ser çîrokan vedigot.
Di dawîya şevê da dor hat çîroka li ser nêçîrvanîya wî.
Xalê Resûl dest pê kir û vegot:
– Çend roj berê ez li gund, li ser xanîyê malê sekinibûm, bi çavên xwe yên şaş derdora gund qoleçan dikir. Ji nişkêva dît ku gureki har li rextê gundê me berbi çîyê diçe.
Min çawa gur dît, ez bi lez û bez peyayî malê bûm, çûm alî odê, Bêşlîya Alman ji nav histêrê nivîna derxist, gule tijî kir û dîsa derketim ser banê xanî. Li ser xani min çok da erdê û nişana gur girt. Bê derew, di navbera min û gur da ez bêjim pêncsed, hûn bêjin hezar mêtro hebû. Min nişana gur girt û tilîya xwe avêt ser tetika bêşlîyê. Gule wek bayê brûskê ji namlûya tivinga min derket û çû li lingê gur ket, gur hevekî tewişî û lê dîsa ber bi çîyê bi revşekî topal revîya, lazek şûnda jî li ber çavên min winda bû. Ser wê yekê, ez ji ser banê xani peyabûm, çûm alî malê lekanê xwe yê berfê girt, li bin solê xwe girêda û li pê gur ketim.
Dema ku ez gihîştim cîyê ku gur bi tesîra gula min tewişî bibû, min nihêrî ku ez çi bibînim: Gula ku min berdabû gur, li çoka gur ketiye û kapa ku ji çoka gur firyaye, bi qewlê Pêxabmer çûye li ser buzê mir hatiye. Min kap girt destê xwe û gavekî li wir sekinîm. Dû ra çavê xwe li der dora xwe gerand. Lê ne gur dixwîya ne jî rêça wî. Gurê min ji zû da rêça xwe winda kiri bû. Ez bi kapa gur va kor û poşmam şûnda vegerîyam gund. Lê heya iro jî difikirim ku gelo ew kap çawa li ser berfê mîr hatibû, hêjî aqilê min nagre. Min ji bo bîranîna wê rojê kapa gur di nav pîneyek da pêça û bi bêşlîya xwe va kir nav nivînan. Ji zarên xwe ra jî wesîyet kir ku bila ew tevî beşlîya min ji nebîyê minê piçûk ra weke mîrat bimîne.
Ser van gotinên Xalê Resûl, apê min weke şahidê Xalê Resûl, gotinên wî birî û got:
– Xalê Resûl, çend roj berê ez jî li ser banê vê odê sekinibûm. Li serê Topa Sêgira tiştekî bala min kişand. Ez ji banê xanî daketim xarê û dûrbîna bavê xwe ji malê girt û careke din derketim ser xani, min li dûrbînê nihêrî ku ez çi bibînim. Gureki topal hêdi hêdi ber bi çîyayê Şawelat diçe. Xwedê dizane ew gurê ku te gule berdabûyê ew bixwe bû?
Xalê Resûl :
– Hah rihmet li dê û bavê te be. Te neditîya we yê bigota, gelo Resûl derewan dike.
24.02.2005