Îro sê roje, ji sibê heta êvarê, tenê li stranekî guhdarî dikim.
Strana;
„Wa hatin pêşmergên me
Şal û şapik li bejna wan
Ew in roniya çavên me
Gulên sor bidin dest wan…“
Di mal da, di erebê da, di cîhê kar da, dema min bi guhdarîkirina vê stranê derbas dibe,
Stran diqede, ez careke din didim serî…
Ne ez eciz dibm, ne jî Şivan diweste…
Di guhê min da dengê Şivan, di dilê min da daxwaza yekitîya Kurd û Kurdistanê…
Bi hatina pêşmergeyên qehreman xewn û xeyalên Şivan rast derketin, bi pêşwazîkirina Kurdên Bakur jî daxwazên min…
Ez bawerim, ew Kurdên ku di hestên wan da kurdayetî hene, îro li kîjan alîyê Kurdistanê dijîn bila bijîn, aligirê kîjan hêz û partîyên Kurd dibin bila bibin, ew jî wek min li vê stranê gudarî dikin û wek min difikirin.
Ji ber ku eşa me yek e.
Em êşa xwe jî dizanin, dermanên wê jî…
Êş bindestî ye, zilm û zordarî ye.
Carcaran jî birakujî û nakokîye…
Dermanê van hemû êşan jî dîsa yek e.
Û, ew jî, yekitî û piştgirî ye…
Gelê Kurd heta roja îro, li herçar alîyên Kurdistanê, ne tenê ji zilm û zordarîya dagirkerên xwe, ji şerê navxwe û ji nakokîyên hêz û partîyên Kurd jî gelek êşîya û xemgîn bû…
Sedem vê yekê ye ku îro bi derbasbûna hêza pêşmerge kêfxweş û serbilind e…
Ji derîyê Îbrahîm Xelîl heta Kobanê, li Mêrdînê, li Rihayê, li bajar û navçeyên din, bi rûken û bi dilşadî pêşwazî li hêza pêşmerge dike…
Bi hezaran Kurd li ser herdu alîyên rê rêzbibûn, di destê wan da ala rengîn, di dilê wan bîr û bawerî…
Gelê Kurd êdi ne li nakokîyên di navbera hêz û partîyan da hene, dinihêre, ne jî li sîyaset û kiryarên wan ên ji hev cûda.
Guhê wan li berxwedana Kobanê, berê wan li hêza pêşmerge…
Dilê wan li Hewlêr, li Mahabad û li Amêdê ji bo Kobanê davêje.
Ji îro şund va êdî ne Kobanê bêxwedî û histuxwar e, ne Şengal û Halebçe, ne jî Mahabad û Amed sêwî û belengaz e!..
Gelê Kurd ji bo serkeftin û azadîyê yekitîyê dixwaze, êdî daw û doza biratî û piştgirîyê ji hev dike…
Sedem vê yekê ye ku roja 29’ê Cotmehê, ji bo gelê Kurd jî êdî rojeke dîrokî ye…
Roja yekitî û roja piştgirîyê ye…
01.11.2014
ikramoguz@navkurd.eu