Sezai Temelli, çend roj berê di parvekirineke xwe ya di Facbookê da, bi gotinên Fidel Castro heqaretê li Serokê Kurdistana Başur Mesûd Barzanî dike. Sezai Temelli, di parvekirina xwe da dibêje;
„Şayet düşmanın seni övüyorsa, mutlaka sende bir puştluk vardır /
Eger neyarê te pesnê te bide, bizanibe ku di te da pûştî heye.“
Dema ku min ev gotinên wî yên qirêj xwend, vegerîyam ser rûpela Googlê û li raborîya Sezai Temelli gerîyam. Mixabin di derheqê wî da min tu agahîyek nedit. Li bin resmê wî yê bi rûhine dinîvîsînê ku li Zanîngeha Îstenbolê wek Akademîsyen dixebite, nivîskarê Rojnama Özgür Gündemê ye, rêvêbir û newengerê (parlamenter) HDP’ye.
Xêncî van her sê agahîyan tu tiştek din nîne.
Sezaî yê bêbingeh kî ye?
Ji kuderê ye?
Kîngê ji dayîk bû ye?
Li kuderê xwendîyê?
Dê û bavê wî kî ne û ji çi eslî ne?
Ne dîyar e…
Çiqas navê wî Sezai (Şayanî), paşnavê wî Temelli (Bibingeh) be jî, xuya ye ew, mirovekî tarî û bêbingeh e.
Mirovekî bêkok û bê esl e.
Lê dema ku mirov li rû û rûçîkê wî dinêre, dikare bêje ku ew ne Kurd, ne jî Tirk e.
Ji rûyê wî yê sor û ji çavên wî yên kesk xuya ye ku ew hebe hebe Mihacirê Balkan e.
Lê ji kîjan milêtî ye û dê û bavê wî kîne, ez bawerim ew bi xwe jî nizane…
Sedem vê yekê ye ku bi rûyê xwe, bi şikl û şemala xwe, bi nerîn û gotinên xwe, ew xwe dişibîne Fidel Castro û wî wek bavê xwe dibîne…
Bavê wî yê Fidel jî dijbertîya Gelê Kurd dikir, ew jî îro di rîya bavê xwe da diçe û dijbertîya Gelê Kurd û serokê wan dike…
Wek tê zanîn, di salên 90’î da, dema ku Saddam Huseyînê xwînxar bi çekên kîmyevî Gelê Kurd li Helepçê qetil dikir, Fidel Castro xwe wek destbirakê Saddam bi nav dikir û di Konseya Milletên Yekbûyî da piştgirîya destbirakê xwe dikir.
Di wan salên bêyom da dinya alem jibo parastina Kurdên Başur dixebitî, Fidel Castro yê sosyalîst û enternasyonalist jî Saddam û kirinên wî yên qirêj diparast.
Sezaî yê Bêbingeh jî 25 sal şûnda, îro bi navê „Biratîya Gelan“ û bi rayên Kurdan di parlamentoya Tirkan da cîh girtîye, neyartîya Kurdên Başur û Serok Barzanî dike.
Gundîyek me hebû.
Mirovekî sihbetxweş û henekbaz bû.
Bi gotinên xazeyî (mecazî) dixafî.
Dema ku zarokek, xortek an jî mirovek xeletîyek bikira, xeletîya wan dida rûyê wan û digot;
„Tu jî di kertîyê da wek li min çûyî, tu dibêjî qey di dinê çiqas ker hene hemû ji dola min in.“
Şibandina Sezaî û Castro jî wek mesela gûndîyê me ye.
Yê ku dijbertîya Serok Barzanî dike, ne tenê Sezaî yê Bêbingeh e…
Bi sedan Sezai hene û hemû jî di taxa Kurdan da dijîn, li ser pişta wan mêranîyê dikin û ji wan rûmetê dibînin.
Hemû sosyalîst û enternasyonalîst in…
Hemû jî daw û doza biratîya Gelan dikin…
Jibo hemû gelên bindest ra azadî û serxwebûnê dixwazin…
Mafê dewletbûnê tenê jibo Gelê Kurd naxwazin û nîyetên xwe yên di vî warî da, bi teorîyên rizyayî dixemilînin…
Sedem vê yekê ku ew hemû, bi peyv û gotinên qirêj êrişî Serok Barzanî dikin û li dijberî serxwebûna Kurdistana Başûr derdikevin…
Navê wan cuda bin jî, ew di gotinên xwe da, di kirinên xwe da, bi şikl û şemalên xwe va yek in û hevpar in…
Hevparîya wan jî ewe ku, hemû bêkok û bêesl in…
Wek gotina gundîyê me, tu dibêjî qey ew hemû ji dola Fîdel Castro yê destbirakê Saddam in…
15.07.2015
ikramoguz@navkurd.eu