Toso, Xwedê rihma xwe lêkê, leqeba muxtarê gundê me bû. Qasî ku tê bîra min Toso miroveke “dînemêr” bû. Ew bixwe muxtarê gund bû, lê di gund da, bi tu kesî ra têkilîya wî xurt nebû.
Mala wî û dibistan li alîkî avê, ava ku di ber gund da derbas dibû, gund jî li alîyê din bû. Derdora mala wî bi spîndaran va hatibû dorpeç kirin. Xêncî baxçeyên derdora mala wî tu dirhemek hêşinayî di gund da tune bû.
Dîsa jî li ba gundîyan navê wî Tosoyê dîn, gundî jî mirovên baqil bûn.
Hûnê bibêjin, du gund da tu mêrek din tunebû, ewê delodîn kiribûn muxtar?
Çiqwas di hinek deweran da, li ser muxtarîyê bi dehan mêr bihatana kuştinê jî, li ba me tu kesî qîmeta xwe nedida muxtarîyê.
Kîngê dema hilbijartinê bihata, gundî dicivîyan, bi rojan hevduh dibirin û danîn, di dawîyê da li ser mirovekî wek Toso biryar digirtin. Hemû gundî roja hilbijartinê li pêşîya mektebê dicivîyan û gor biryara di navbera xwe da girtibûn, yekoyek radibûn, diçûn reyê xwe davêtin sandiqa hilbijartinê û dihatin. Pişt re kî biba muxtar, mohra muhtarîyê digirtin didan destê wî û vedigerîyan malên xwe.
Toso, çend dewr li ser hev muxtarîya gund kir. Lê di gunda devê kê veba, wan qilfê xwe bi Toso dikirin û wî bi dîntîya wî bi nav dikirin. Di navbera mirovên gund de tu pirsgirekek dernediket, lê mixabin dema ku ev tiştên di derheqê Toso da dihat gotin, li ba gundiyek ji gundên derdorê bihata gotin, wê demê kêmasîyeke gundîyên me jî eşkere dibû.
Îjar wan qilfên xwe li gundîyên me dikirin û li rûyên wan ji wan ra digotin; „Heger Toso dîn be, ew jî tê wê manê ku di gundê we da mirovê herî baqil dîsa jî Toso ye ku, we ew ji xwe ra muxtar hilbijartîye.“
Mesela wekîlên serbixwe û Kurdan jî îro bûye mesela Toso û gundîyên me.
Hê çilê hilbijartinê derneket…
Pirsgireka wekîlên di hepsê da radizên, hê çareser nebû…
Yên li derva jî hê beşdarî parlamentoyê nebûn û sond nexwarin.
Lê Kurdên me yên bê sebir, ji îro da çavê xwe digrin û devê xwe vedikin. Tu kes wan nebhîze jî, ew qasî ku dengên wan derdikeve, diqêrin û gor dilê xwe aqilbendîyê dikin.
Yek dibêje, neçûyîna wan a parlamentoyê şaşî ye…
Yekî din dibêje, başe ku ev pirsgirek derket, bila li Amedê parlamentoya “xweserîya demoqratîk” îlan bikin li wir sond bixwin.
Yek dibêje, çep…
Yekî din dibêje, rast…
Lê tu kes naxwaze gotinên xwe yên berî hilbijartinê bîne bîra xwe. Berî hilbijartinê berdevkê hemu komel û partîyan, nivîskar û ronakbîr û siyasetmedarên Kurd ketibûn rêzê û jib o alîkarîya berendamên serbixwe daxûyanî li ser daxuyanîyê dinîvîsandin û belavdikirin.
Îro jî wan daxûyanîyê xwe ji bîr kirine û bi awayekî din diaxifin û dîsa wek hertim ji dûr va aqil belav dikin…
Bila dua bikin ku hê kesî xerîb gotinên wan nebihîstîye…
30.06.2011
ikramoguz@navkurd.eu