Tirk û biratî, an jî Tirk û hevaltî, gelo çiqas mimkûn e. Kingê ku Yekitîya Europa an jî organîzasyoneke biyanî ji bo Kurdên Bakûr tiştek bîne ziman, hemû Tirk dest bi çîrokan dikin û dibêjin, „Kurd birê me ne û ew jî qasî me xwedîyê dewleta me ne.“
Lê dema ku Kurd daw û doza mafê xwe bikin, wê demê jî hemû Tirk bi hev ra û bi dengeke dijwar diqêrin û dibêjin; „Kurd xayînin û neyarê dewleta me ne.“
Tirk û dewleta Tirk, heya îro gelek nav li Kurdan kirin. Navê Kurdan carcaran dibû Tirkên Çîyayî, carcaran dibû Êşqîya, îro jî bûye „terorîst“.
Bi saya dewletên Europî careke din navê Kurdan hate guhartin. Navê wan bû „Hêmanê Esasî ya Deweleta Kemalîst“.
Hinek Kurdên ji duh da Kemalist, bi dest û lingan xwe davêjin ser vî sîyasetê û daxwazên xwe yên duh ji bîra dikin û Tirkatîya xwe îlan dikin. Hinek jî dijî wan derdikevin û navek din li xwe û li Kurdan dikin.
Bi rastî pirsgireka Kurd û Kurdistanê ne bi nevekî va girêdayî ye, ne jî bi naveke nû va çareser dibe. Tiştên ku Europî ji bo Kurdan dixwazin, ev jî nîne. Yekitîya Europî dibêje, Kurd jî wek Tirkan gerek xwedî maf û dezgeyen xwe bin. Kurd jî wek Tirkan bi zimanê xwe yê zikmakî biaxifin û xwe perwerde bikin. Ev daxwaz, pirsgireka Kurd ji binî va çareser nake, lê belê gelek tiştan jî zelal û hêsantir dike.
Mixabin, ne tenê dewleta Tirk, ronakbîr, rojnamevan û nivîskarên Tirk, sedem ew şertên ku ji bo endametîyê, Yekitîya Europa ji dewleta Tirk dixwaze, heqaret qebul dikin û li dijî wan daxwazan derdikevin.
Îtarzên xwe jî bi navê biratî û hevaltîyê!
Bi navê demoqratî û aştîxwazîyê dikin.
Biratîya bê rûmet û hevaltîya bê heq û bê hiquq!
Tirk kingê bikevin tengasîyê, dest bi biratiya Kurdan, piştî xilasbûnji tengasîyê jî dest bi dijwartîya Kurdan dikin.
Kurd ne dijî biratîya wan in, lê ew cînartî û hemwelatîyeke bi heq û bi hiquq dixwazin. Kingê ku ew nasname û mafên birayên xwe yên Kurd bi durustî qebûl bikin, wê demê Kurd jî bi dil û can biratîya wan qebûl dikin û wan ji xwe ra bira û heval, dost û cînar dihesibînin.
Lê îro ji çepên wan heta olperestên wan, ji gundîyên wan heta ronakbîrên wan, kîngê ku navê Kurd û Kurdistanê bibihîsin, wek bi cina dikevin û hişê xwe winda dikin. Ew kesen ku pirsgireka Kurd tînin ziman, weke rêvebir û berpirsîyarên Yekitîya Europa, wan jî jî tehdît dikin û peyva Kurd û Kurdistanê ji bo wan jî qedexe dikin. Bi vî awayî dixwazin careke din bi nave „Hêmana Esasîya Dewlata Kemalist“ Kurdan bixapînin.
Tecrûbeyên Kurdan yên ku di derheqê Tirkan da he ne, ne kêm in. Heya îro Kurd bi olperestîya wan jî, bi demoqratîya wan jî hatin xapandin. Gelê Kurd heta roja îro bi caran û bi dil û can daxwaza biratî û hevaltîyê Tirkan kir, lê belê her carê jî wan ne bi Kurdan ra biratî, ne jî hevaltî kir.
Ew hertim li dijberî daxwazênGelê Kurd derketin û wan bi navê dîn û demaqrasîyê jî xapandin Şert û şurtên dîn û demoqrasiyê jî tenê ji bo xwe bikaranîn.
Hevalekî min, salan berê digot „Tirk nikarin bibin demoqrat.“
Wê demê ev gotin zora min û yê wek min difikirîn, diçûn. Me dema ku îtiraz dikir û bi rastî jî hinek ronakbîr û nivîskarên Tirkên demoqrat nîşan dida, ew bêtir diqahirî û wusa digot:
– Raste, lê mirovên ku hûn dibêjin, ew ne Tirk in, hinekê wan digihêjin Rûm û Çerkez û Ermenîyan, hinekê wan jî alî bavû kalên xwe da Kurd in.
Sal û zeman derbas bûn. Lê rewşa Tirka, bi taybetî jî ya ronakbîr û niviskarên wan, gotina hevalê min rast derxistin.
Bi salane ez medya Tirk dişopinimö ji çepên wan bigre heta nijadperestên wan, ji olperestên wan heta liberalên wan, di derheqê gelek pirsgirekên civakî û sîyasî da bi warekî demoqratîk ray û ramanên xwe tînin ziman, xwe pîr û pak nîşan didin.
Mijar pirsgireka Kurd be, wê gavê jî hemû dibin nijadperest û êrîşkar.
Tirkên Qibrisê bidin alîkî, tiştên ku ji bo Tirkên ku ji salên 60’î wirda ji bo xebatê hatine welatên Europayê, dixwazin, li Tirkîyê ji Kurda ra zêde dibînin.
Tirkên ku li welatê xelkê, bi mêvantî dijîn xwedî heq dihesibînin, lê Kurdên ku li welatê xwe, li ser axa xwe dijîn, mafdar nabînin.
Daxwazên ku ew ji bo koçber û karkerên xwe ji Europîyan dixwazin, ne xirabin.
Xirabî ewe ku Tirk di dinê da xêncî xwe ne kesî dibînin, ne jî wan xwedî heq dihesibînin.
Bi rastî gorî rewşa jiyana wan û daxwazên wan, mirov dikare bêje, ne demoqratên wan demoqratin, ne jî misilmanên wan misilman.
Di pirsgireka Kurd da gunê wan qatbiqat ji gunê dewleta Tirk zêdetir e.
Sedem vê yekê ye ku, divê Kurd jî li kîderê dijîn bila bijîn, bila ji kurdîtîya xwe fereqet nekin û xwe bi Tirkatîya wan nedin nasîn.
18.12.2004