Qedera Kurdan e. Carê di serî da reş hatîye nivîsandin. Ne rojekî da ji nû va tê nivîsandin, ne jî bi hêsanî tê guhartin. Ji bo vê yekê, serî da, dek û dezgeyên netewî, dû ra jî îradeyek xurt û zanyarî lazim e. Ew jî îro li ba Kurda tune, hebe jî kêm e û ji bo guhartina qedera wan a reş ne bes e.
Dema ku mirov li dîroka Kurda dinihêre, dibîne ku ew di hemû deman da li pê neyarê xwe çûne û ji bo kar û menfaatên neyarê xwe xebitîne. Îro jî dîsa ji bo wan dixebitin.
Kurd bi sedan salan di bin bandora Ereb û Faris û Tirkan da cîh girtin, ji bo serkeftina Îslamê gurz û kemerên xwe girêdan, şûrê xwe kişandin û şervantîya olî kirin. Pirî caran bi ser ketin, rê li pêşîya Ereb û Faris û Tirkan vekirin. Ereb û Tirk û Faris di wê rê da pêşda çûn, bi dek û desîsan ji xwe ra dîrokek nivîsandin, Kurdên di wê dîrokê da cîh girtibûn, ew jî gor dilê dîroknasan, di wê dîrokê da bi awayekî hatin bi nav kirin. Gor dîroka çewt Selehaddînê Eyûbî bû Tirk, Mewlana Xalid bû Ereb, gelê Kurd jî bû xulam. Neyarên wan bi nakokîyên olî, wan di navbera xwe da parve kirin. Hinekên wan li pê Yavuz Sultan Selim çûn, hinekên wan jî li pê Şah Îsmail…
Kurd bi salan di navbera şerê Osmanî û Farisan da man, li ser navên wan bi hev ra şer kirin, xwîna hev rijandin.
Di dawîya şer da Yavuz Selîm û Şah Îsmail li hev hatin, cara yekemîn axa Kurdistanê di nevbera xwe da parve kirin, Kurdên ku li ser navên wan bi hev ra şer dikirin û xwîna hev dirijandin, ew jî di bin bandora her duh dewletan da sêwî û belengaz man.
Ev sêwîtî û belengeazîya wan bi sedan salan kudîya. Dinya guherî, her duh dewletên dagirker hilweşîyan, hemû gelên bindest hişyarbûn, tekoşîna netewa xwe kirin û biserketin, Kurd carek din dîsa pîran pîran bûn.
Yên ku ji xewa mirinê hişyar bûn, wan jî dest ji Îslamê berda û li pê namûsa sosyalîzmê ketin. Bi salan şervantîya sosyalîzmê kirin, dê û bavên xwe, kal û pîrên xwe dan alîkî, li pê Lênîn û Mao çûn. Qedera gelê Kurd bi pêşeroja Çîn û Ûriz va girêdan, di bin ala enternasyonalizmê da cîhê xwe girtin û roj bi roj ji nasname û zimanê xwe dûr ketin.
Sosyalîzim li Ûriz û li Çîn û Maçînê bu dîrok, enternasyonalîzma wan bu nasyonalîzim, dîsa jî Kurd nebûn Kurd…
Kurd îro jî li Tirkîyê ji bo Tirkan şerê demoqrasîyê dikin.
Dewleta Tirk li welatê xwe, ji bo gelê xwe pirê çêdike û navê ecdadê xwe, Yavuz Sultan Selîm lê dike. Kurdên Elewî îtiraz dikin û dibêjin; „hûn çima navê qatîlê me li pira xwe dikin“.
Ev ji bo Tirkan şermezarîyek mezin e, lê mixabin qatîlê Kurdên Elewî ne tenê Yavuz e.
Li Koçgirîyê û li Dêrsîmê Mistefa Kemal e, Îsmet e, Celal Bayar e, Sabîha ye…
Li Meraşê, li Meletîyê û li Sêwazê Demirel e, Ecewît e, Turkeş e…
Li Roboskîyê Erdoxan e…
Ji Çaldiranê wir da hata Roboskîyê qatilê Kurdan yek e, ew jî, Dewleta Tirk bi xwe ye…
Heger mirov vê rastîyê bide alîkî û ji rêvebiran yekî tenê nîşan bide, ne tenê qatîlê xwe, xwe jî, dîroka xwe jî înkar dike…
Mesela Kurdan îro ne tenê pire, ne jî navê pirê ye. Mesela Taksîmê jî wusa ye…
Dewleta Tirk li bajarê Stenbolê, li Taksîmê sê daran jê dike û li wir qişla ku ji sed salan berê ji alî bav û kalên wan va hatîye çêkirin, ji nû va ava dike, ji Tirkan zêdetir Kurd xwe davên ber birekê…
Li alîyê din dinihêrî, şerên Kurda yê 30 salî rawestîya, çekdarên Kurd qefle bi qefle ji axa xwe dikişin û derbasî bin xetê dibin. Dewleta Tirk çi dike, dar û barên ku hata îro mane, wan jî dibire û şûna wan da qereqolên nû ava dike. Xêncî çend jinên Kurd, ne ji Kurdên ku li Taksîmê nobedarîyê dikin û xwe davên ber birekê, ne jî ji Tirkên naturist tu dengek dernakeve…
Halbukî yê ku biryara birîna darê Taksîmê daye jî Erdoxan e, yê ku li Hakarîyê dara dibire û şûna wan da qereqolên nû ava dike jî dîsa Erdoxan e…
Sedem wê yekê ye ku îro li Taksîmê derdê Tirkan ne birîna dar û beran e, ne jî demoqrasî ye…
Tirk ji bo desthilatîya dewleta xwe bi hev ra dilîzin, Kurd jî kar û barê xwe dane alîkî û ji bo lîstikva wan a ji bo demoqrasîyê şûrê xwe dikşînin…
01.06.2013
ikramoguz@navkurd.eu