Sultan Selahaddîn, di sala 1138î da li bajarê Tikrîtê hatîye dinê. Navê bavê wî Necmeddin el-Eyyubî bîn Şadî bin Mervanî ye. Malbata wî ji eşîreta Revadî ye û Revadî jî digihîjin Aşîreta Hîzbanîya.
Derheqê piçuktîya Selahaddîn da zêde tişt nayê zanîn. Gorî lêkolîna Dr. Ahmet el-Bilî, bavê Selahaddin Necmeddîn Eyyubî û Esededdîn Şerko ji Tikrîtê diçin Musilê. Li wir tekilî ordîya Îmadeddîn el-Zengî dibin û ji wî ra gelek xizmetê dikin. Di sala 1140’î da wexta ku Îmadeddin el-Zengi bajarê Baalbekê zeft dike, bavê Selahaddin dibe hukumdarê Baalbekê. Piştî mirina El-Zengî jî dibe qumandarê ordîya Şamê. Wê demê birê wî, Şerko jî qumandarê ordîya Sultan Mahmut Nureddîn bin Îmadeddin el-Zengî ye.
Zarokatîya Sultan Selahaddîn li bajarê Baalbekê derbas dibe. Xwendina xwe li Baalbekê diqedîne. Piştra bi bavê xwe ra diçe Şamê, li wir warê çekdarîyê da perwerde dibe. Selehaddîn piştî xwendina xwe gorî lîyaqata xwe dibe xwedî maqam û di demek kurt da jî dibe walîyê Şamê. Di sala 1164’an da bi apê xwe Şerko ra diçe Misrê. Li wir têkilî şerê Bilbîsê dibe. Di sala 1168’â da li dijî hukumdarê Filistîn Amorî ra şer dike û bajarê Îskenderîyê digre. Dijî êrişên ordîya Frenkan berxwe dide. Piştî lihevhatînê, bi apê xwe Şerko ra vedigere Şamê.
Piştî vegera wî ya Şamê, ordîya Filistînê dikeve Misrê. Li ser ricaya Xelîfe El-Adid el-Fatimî û Wezîrê wî Savar Sultan Nureddin, carek din Şerko û Sultan Selahaddîn berê xwe didin Filistînê. Şerko ordîya Frenk teslim digre, Savar dikuje û dibe wezîrê Adidi el-Fatim. Duh meh şunda piştî mirina Şerko, Sultan Selahaddin di 22 salîya xwe da cîyê apê xwe digre û dibe wezîrê El Fatimî. 25’ê Adarê di sala 1169’an da Xelîfe El-Fatimî navê El Melîk el-Nasir Ebu el-Muzaffer Selah el-Dunya û El-Dîn lê dike û ordîya Surîyê dikê bin qumqndarîya wî. Sultan Selahaddîn berê êrîşa Sudanî ya ku li ser welatê wi da hatibu, berteref dike. Bi alîkarîya birayê xwe Turanşah bajarê el-Nobe digre û berê xwe dide bajarê El-Quddus’l Şerîf û Filistînê.
Qumandar û Emirê Sultan Nureddîn gelek caran jê ra gilîyê Sultan Selahhadin dikin. Lê tucarî nikarin navbera wî û Sultan Nureddîn xirab bikin. Sultan Selahaddîn bi zanayîya xwe û bi cesareta xwe tim li ba Sultan Nureddîn cîyekî girîng digre.
Sultan Selahaddîn, piştî mirina El Xelîfe el-Adid, sdi ala 1172’an da dibe hukumdarê Misrê. Du sal şunda, di sala 1174 da Sultan Nureddîn wefat dike. Rêya hukumdarîyê ji Sultan Selahaddîn re vedibe, lê ew xwe grêdayî hukumdar El-Melik el-Salih Ismaîl bîn Nuerddîn dihesibîne.
Sultan Nureddin li ser erişên birayê xwe yê bi navê El-Emîr Seyfeddîn el-Melik el-Salih alîkarî ji Sultan Selahaddin dixwaze. Di sala 1175’an da Sultan Selahaddîn bi ordîya xwe êrişî Şamê dike, Şam, Humus û Hamayê digre û ji wir davê ser Halebê. Ser vê yekê El Emîr Seyfeddîn bi Frenkîyan ra itiifakê çêdike û Sultan Selahaddîn tehdît dike. Lê Sultan Selahaddîn li nêzikî Hamayê bi wan ra dikeve şer û berî ordîya wan dide. Hemû bajarê ku di destê El Emîr Seyfeddîn da hene, digre û vedigere Şamê.
El Xelîfe el-Bagdadî, di sala 1175’an da liyaqata Sultanîye li Selahaddîn dike. Bi navê wî pere derdixe û li ser navê wî wek El_Melîk el-Nasir Yusuf ibn Eyub, xutbe dide xwendin.
Bi alîkarîya birê wî Turanşah Yemen û Aden jî dikeve bin hukumdarîya Sultan Selahaddîn. Di sala 1178’an da bi Frenkîyan ra careke din dikeve nav şerekî giran û bi zaîyatek mezin şer winda dike. Lê di demekî kurt da ji bo heyfa xwe carek din berê xwe dide Filistînê. Li Mecr el-Uyunê berî Frenkîya dide û gelek prensê wan êsîr digre. Piştî wî şerî berê xwe dide Ermenîstanê û wê derê jî li hukumdarîya xwe va girêdide. Vedigere Misrê û ji bo îmara welatê xwe dixebite. Lê tu car Filistîn ji bîra wî dernakeve. Carek din dîsa berê xwe dide Filistînê û Berûdê digre. Cara yekemîn davê ser Musulê, Sîncar û Diyarbekrê bi welatê xwe va girêdide, ji wir jî digihîje Enteb û Halebê. Di sala 1185’an da cara duyem êrişî Musulê dike. Piranîya Mezopotamyayê û Kudistanê dike bin hukumdarîya xwe. Nav hukumdarê misilman da cîyekî herî bilind digre. Lê di dilê wî da daxwazek wî yê girîng dimîne, ew jî girtina hemû axa Filistînê ye.
Sultan Selahaddin li Filistînê
Hukumdarê El-Kerk, peymana ku navbera wî û Sultan ve çêbibu, dide alikî û di sala 1186 da erişê hecîya dike. Ser vê yekê Sultan jî bi hazirîyek mezin, carek din berê xwe dide Filistînê. Salek şunda, di sala 1187 da li Hutînê ordîya Frenk ji hev bela dike û Kralê Qudus û Prensê El-Kerk êsîr digre. Ala xwe xêncî Qudus û Surê li hemû Filistînê dardixe. Di Meha Recebê, sala 1187 Qudusê jî bi hukumdarîya xwe va girê dide û digihîjê miradê xwe.
Di bin hukumdariya wî da Cihuyên ku di Filistînê da dijîyan, bê tade û bê ezîyet jîyana xwe didomînin. Ji bo wê yekê hemû dirokvanên Frenkan jî, di derheqê Sultan Selahaddîn da gelek tiştên baş dinivîsînin.
Piştî girtina Qudusê Imparatorê Alman, Kralê Ingilîz û yê Fransayê bi kîn û nefretek mezin ordîyek mezin amade dikin û berê wî ordîyê didin Filistînê. Ordîya wan wexta ku êrişî Filistînê dike, ne Xelîfe ne jî sultanek misilman ji bo alîkarîya Sultan Selahaddîn tu tiştek nakin.
Ordîya Frenk, berê tê Akkayê û wêderê işgal dike. Ordîya Sultan Selehaddin jî, alîkîda dijî wan berxwe dide, aliyê din jî hêdî hêdî şunda dikişe. Dawîya şer da Akka dikeve destê Frenkan. Frenk li wir bi tade û zilma xwe gelek mirovên sivîl qetil dikin. Ser vê yekê hemu dinê da ferqa Sultan û ya Frenkan jî eşkere tê xuyakirin.
Şerê nevbera Ordîya Sultan û Frenkan da derdikeve, pênc sal didome. Sultan, bi planek mezin wan ji Qudusê durdixe. Roja 2ê Îlonê di sala 1192 an da navbera wan da peyman çêdibe, gorî wê peymanê Sultan Selahaddîn ji şer muzzafer derdikeve û vedigere Şamê. Ser hatina Hacac ya Şamê, Sultan diçe pêşîya wî, lê di rê da nexweş dikeve. Sultan Selehaddin roja 4ê Adarê sala 1195 an de, di 57 salîya xwe da wefat dike û li Camîya Ummeyê de tê definkirin. Sultan Selahaddîn, bavê 18 zarokan bu, ji wan tenê qîz bû.
Kirinên Sultan Selehaddin:
1- Şerê dijî ordîya Frenkan da biserket û di nav emirên misilmanan da yekitî çêkir.
2- Suriyê û Misirê kir bin hukumdarîya xwe. (Her du dewlet ji alî meshebê da bi hev ra neyartî dikirin.)
3- Sînorê hukumdarîya xwe ji Kudistanê heta Tunusê, ji Sudanê heta Yemen û Adenê freh kir. Hukumdarîya xwe bi rewşek baş birêvebir.
4- Sultan Selehaddîn, sultanekî adîl bû, ji zulumkaran heznedikir. Qimetek mezin dida fikrê mirovên derdora xwe. Tu ferq nedikir navbera gelê xwe. Zengîn û feqîr, esnaf û arîstokrat wekhev didît. Derê wî ji hemû kesan ra hertim vekirî bu.
5- Di hemû jîyana xwe da tu qîmetek ne dida dewlemendîya dinê. Wexta ku walîyê Şamê jê ra qonaxek çêdike û Sultan wê qonaxê dibîne, weha dibêje; „Ez nikarim di vê qonaxê da bijîm. Ev qonax layiqî mirovê ku mirina wî nêzik bûye, nine. Alîyê din gere armanca me ji bo xizmeta Xwedê be, ne ji bo jîyana koşk û sera be.“
Sultan Selehaddîn ji mal û milkê dinê heznedikir. Di her firsendê da wiha digot; „mal û milk û xwelî wek mîna hev in.“
Prens Muhammed Ali dibêje; „Piştî mirina wî, di berîka wî da tenê 47 Dirhem hebûn. Ev jî, ji serweta ku mirovek feqîr dihêle, gelek kêmtir e.“
Mirovên di bin hukumdarîya Sultan Selehaddîn da dijîyan, wî wek mirovekî bi şewqet, kiralek bi merhamet û sultanek adîl binavdikirin. Ew ji bo refah û emnîyeta gelê xwe dixebitî. Pistî mirina wî hemû kesên di bin hukumdarîya wî dadijîyan, jibo wî şînekî mezin kirin.
Jiyana Sultan Seleghaddîn di şer da derbas bû. Ew di saxî û nexweşîya xwe da tim li ser pişta hespê xwe bû. Wexta ku jê ra digotin hinek peya be û bîhna xwe bide, wî bersiva wan wuha dida; „Wexta ku pîyê min dighêjin erdê, wê demê ez xwe nexweş dihesibînim.“
Wesîyetê Sultan Selehaddîn
Berî mirina xwe Sultan Selahaddîn ji kurê xwe Melik el-Zahir re wesîyetê xwe dike û jê ra weha dibêje:
„Ji rêça Xwedê dernekeve. Jibo serfîrazîya xwe ez deyndarê Xwedê me, ji bo vê yekê ez emrê Xwedayê alemîn ji te ra emir dikim. Xwînê nerijîne û xwin rijandinê ji xwe ra neke edet. Xwîn rijandin, xwîn rijandinê bi xwe re tîne. Zilmê li xelqê xwe neke, hertim ji bo emnîyeta mal û milkê wan bixebite. Nebe kîndarê kesî. Dilê mezina neşkîne, dilê mirovên ku dibin destê te da, ji bo îdarekirina dewletê dixebitin, qezençke. Em hemû mahkumê mirinê ne. Tu hata ku riza gel nestînî, ya Xwedê nikarî bistînî. Seedem vê yekê têkilîya xwe bi gelê xwe re baş çêbike. Tobedarê Xwedê be, lewra Ew Kerim û Qadir e.“
Sultan Selehaddîn berî cîhata xwe ji derdora xwe ra digot; „Min bi şûrê min ve defin bikin ku bila roja mahşerê bi min ra rabe û li hizura Xwedê ji min re şahidîyê bike.“
Gotinên ji bo Sultan Selehaddîn:
Împaratorê Alman, piştî hatina xwe ya Surîyê diçe qebra wî zîyaret dike û wuha dibê je; „Ez ji bo hatina xwe ya vir gelek kêfxweşim, ku Sultan Selahaddîn li vir jîyana xwe domandîye. Ew Sultanek bê hempa û lehengek mezin bû.“
Berî şerê navbera wî û Xaçparêzan, Qumandarê ordîya Xaçdaran Richard (Richardê dil Şêr), ji eskerê xwe ra dibêje; „Di cîyê xwe da bisekinin. Dilê vî şêrî ji dilê şêrê we mezintir e.“
Dîrokvan Dr. Stanley; „Hinek kes wesfê wî zatê mezin nizanin. Bê şuphe ew, mirovek xwedî şeref û bê tirs bu. Dilê wî tijî merhamet bû. Ew mirovek misilman û di bin emrê Xwedê da bû.“
Tarîh el Muherrîrîn de gelek wesfê wî yê baş tên rêzkirin.
Dîrokvan Stivatsîn derheqê Sultan de wuha dibêje; „Sultan Selahaddîn quweta dijminên xwe baş texmîn dikir û gorî wan planên şer çêdikir. Bi sebrek mezin hareket dikir û şixulê ku dest pê kiriba, heya dawîyê dikudand. Serfîrazîya wi girêdayîya sebr û temûla wî bû“.
Jiyana Selahaddîn Eyyubî di şer da debas bu. Lê wî gelek eserên dîrokî jî dane avakirinê.
1-El Medrese el-Nasir: Li Kahîrê, li mihla El Firafe kêleka tirba Imam Şafii hatîye avakirin.
2- El Medrese el-Kamhîye û El Medrese el-Hanefi
3- Hanaka el-Salahîyye: Li Taxa Said el- Suade ji bo perwerdekirina dînî hatîye avakirin.
4- Dîvan el-Istul: Temelê wî teref Sultan Selahaddîn hatîye avêtin.
5- Sur a Iskenderîye: Ev Sur jî li Kahîrê bi emrê wî hatîye inşakirin.
6- Kasr-i Yusuf: Ev Sur jî li başurê Kahirê li ser bilindayîyek mezin wî daye çêkirin.
Amadekar. İkram Oguz
Cavkanî: 1-Mehmet Emîn Zekî Bey: Meşahîr-î Kurd û Kirdistan (Kürt ve Kürdistan Ünlüleri);
Apec & Öz-Ge yay.İkinci Bas. 1998
—————————
Selahedîn*
neviyê necmedîn
lawê eyûb
biraziyê şêrko me
ji mîrektiya şedadiyan
kurdekî çiyayî
eslen serhedî me
kekê adil
xalê teqyedin
bavê ezîz
ji malbata eyûbî me
sultanê împeratoriya eyûbiyan
ji kahîre heta bi wan
hukumdarê dadperwer ez im
şûrê mahîr li dest
yê li sînayê hespê xwe dibezîne ez im
li rex mamê xwe şêrko siwarê mehîna boz ez im
li deşta hîtîn ez im fermandar
li hember min sekiniye firengê dijwar
lek bi lek têne siwarî û peyar
kela kela germê diqijilîne çol û beyar
li ber şewqa rojê dibiriqin rim û şûrên neyar
halan didim dost û yar
germ e
kela kela rojê ye
erd sincirî ye
sebir û zanîn bi pîvan e
ordî li hember hev in
qet tune eman e
siwar û peyarên min bi hêvî ne
dijmin li deşta hîtîn bi kîn e
roj roja mêran e
şerek li me çêbû halan e
halana mîrên di wan e
halana peyar û siwariyên kurdan e
siwar:
eskerê ordiya eyûbî ez im
siwarê hespê boz ez im
bi tîr û kevan ez im
şûrê di kalan ez im
neviyê kurdên merwaniyan ez im
hîmdarê kela farqînê ez im
danerê burca amedê ez im
ji bav û kalan hûrî ez im
li ber şewqa rojê bi bawerî ez im
ez im ji xaka kurdistan
selahedîn e bo min sultan
peyar:
ez im dest bi şûr
cotkarê gundê hûr
ez im dest bi rim
serbilind im tim
lek bi lek dimeşim
tîran li dijmin direşim
ez im şivanê berxan
ez im kesaxê rezan
ez im ji gundê xerzan
ji çiyayê berzan
daketim ji welatê teyr û bazan
ez im ji xaka kurdistan
selahedîn e bo min sultan
mîr:
ez im mîrê hekariyan
xwedî tac û kelehan
ez im mîrê botan
xwedî medrese û dîwan
ez im mîrê kela xoşav
li behra wanê dikim temaşe bi çav
ez im mîrê farqîn
dijmin li ber min teriqîn
ez im ji xaka kurdistan
selahedîn e bo min sultan
welat:
dîcle û firat ez im
cîlo û sîpan ez im
agirê dilê agirî ez im
keştiya cûdî ez im
keleha hewlêr ez im
seyrangeha nemrûd ez im
sûra diyarbekir ez im
deşt û çiya û zozan ez im
ez im xaka kurdistan
ez im dayika selahedînê sultan
selahedîn:
ez im ji xaka kurdistan
ez im serhedî ji bav û kalan
hikumdarê qudsê ez im
di nav cerga dîrokê de
dadmend ez im
qet fikar nakim bi xirabî
mirovperwer ez im
yê ji bawermendên cuda re
deriyê qudsê vekir ez im
li rojava şovalyeyê bê qisûr
li rojhilat mêrxas û comerd im
xwedî soza xwe me
bipirsin ji rîkardê dilşêr
bipirsin ji metranê îsevî
bibirsin ji qiralê freng
bipirsin ji mirovên hemî reng
bipirsin ji hahamê cuhî
difirandin jibo dîn serî hîn duhî
min anî aştî û wekhevî
bila ew ji we re bibêjin neviyê xaka kurdistan
sultanê imperatoriya eyûbiyan
Nivîskarê şiîrê: SERDAR ROŞAN
Payîz-2003
* Ji bo 865 salîya Selahedînê Eyûbî
Têbinî: Ev şiêr ji malpera Nefel hatîye girtin.