Kurdên Bakûr di rojên 15 û 16’yê Hezîranê da li Amedê bi navê Konferans a Neteweyî konferansek lidarxistin. Ji sosyalîstên Kurd hata dîndarên Kurd, berpirsîyarên partî û komelan û şexsîyetên serbixwe beşdarî konferansê bûn. Wek hertim li wê derê jî beşdarvanên konferansê ji bo pêşeroja gelê Kurd daxwazên xwe anîn ziman, li ser tekilîyên xwe û pêvajoya îroyîn axifîn, dewleta Tirk rexnekirin û di dawîya konferansê da jî daxuyanameyek nivîsandin. Daxuyannameya wan, di çapemenîya Tirk û Kurd da dûr û dirêj hat weşandin. Mixabin daxwazên wan jî, axaftin û daxunnameyan wan jî hemû bi zimanê Tirkî bûn.
Ez ne li ser daxwaz û biryarên wan, ne jî li ser naveroka daxuyannameyan wan disekinim. Ji bo min kêmasîya herî mezin ewe ku, di şert û şûrtên îroyîn da Kurdên Bakûr hê jî ji ruhê Kurdayetîyê dûr in û di alî ziman da jî hê sêwî û belengaz in. Ji ber wê yekê, daxwazên wan jî sîyaseta wan jî ne zelal e…
Ev sîyaseta wan ya şelû jî ancax bikaranîna zimanê zikmakî zelal dibe…
Cîhê bila bê sebep negotine;
„Ziman, xwarinên ji destê dayika mirov e,
Tu wext tahma xwe winda nake…“
Di warê ziman da mirov sêwî bimîne jî wê tamê tucar ji bîr nake.
Her çiqwas bi zimanên bîyani biaxife û binivsîne jî, ji wan tama zimanê dayîkê nastîne.
Ew peyvên bîyanî wek xwarinên bê xwêy carcaran di qirikan mirovan da dimînin.
Zik têr bibe jî, çav her gav birçî dimîne.
Halbûkî sêwîtîya ji ziman bextreşî nîne.
Heger mirov bixwaze di dawîya emrê xwe da jî dikare bextê xwe yê reş biguherîne.
Ji bo wê jî tenê biryar û îradeyek xurt bes e.
Kurdên Bakûr çiqwas xwedî doz û dezgeh bin jî, ew di warê ziman da hê tî û birçî, belengaz û sêwîne.
Ji ber wê yekê ye ku carcaran çavên wan têr bibe, zikê wan birçî, zikê wan têr bibe, çavên wan birçî dimîne. Sebebê bindestî û koletîya wan bêzimanîya wan e.
Ji gund û bajarên xwe dibin, ji axaftina Tirkî nabin.
Ji bo şêx û tarîqatên xwe canê xwe feda dikin, lê ji bo hînbûn û bikaranîna zimanê xwe yên zikmakî, di rojê da pênc deqeyê xwe feda nakin.
Ji bo doza Kurd û Kurdistanê derdikevin serê çîyan û şerê çekdarîyê dikin, hevalên xwe yên ji parçêyên Kurdistanê, parçeyên ku tê da Tirkî nayê axaftin, bi destê xwe asîmîle dikin, bi wan ra Tirkî diaxifin, wan jî wek xwe ji bingeha kurdayetîyê dûr dixînin û mala wan xirab dikin.
Li alîkî ji bo azadîya Kurdan sîyasetê dikin, li alîyê din jî kîngê rastî nivîskarekî Kurd bibin, dest bi rexneyan dikin û dibên heval; „nivîsên bi Kurdî kêm tên xwendinê, cîhê bîla bê sebeb xwe newestînin “.
Doza perwerdeyîya zimanê zikmakî dikin û çalakîyan lidardixînin, di wan çalakîyan da jî zimanê neyarên xwe bikartînin.
Dema ku di tekoşîna gelên bindest da girîngîya zimanê zikmakî were rojevê, piranîya Kurdên Bakûr xwe enternasyonalîst û sosyalîst bi nav dikin, hînbûn û bikaranîna ziman girîng nabînin. Bi wî jî nasekinin; „ zimanê zikmakî ji bo jîyanek azad û bi rûmet ewqas jî muhîm nîne“ dibêjin û pişt ra ji bo xilasbûna gelên bindest, bi hezaran teorîyên jibîrkirî li pê hev rêz dikin.
Ji ber vê yekê ye ku bi salane şer dikin, lê ji destên wan were jî dîsa ew dewletek neteweyî naxwazin.
Ji ber ku piştî avakirina dewletek neteweyî, ji wê dewletê ra zimanek fermî lazim e.
Ji bo perwerdeyîya zarokan ziman lazim e.
Ji bo rojname û televîzyonên neteweyî ziman lazim e.
Ew ziman jî zimanê zikmakî ye û li ba Kurdên Bakûr nîne..
Ji ber vê yekê ye ku ew jî wek rêyeke kese da dibêjin, „em dewletek netewe naxwazin“ û bi wî awayî cila xwe ji awê dertînin…
Mixabin, heger cil jî di nav avê da hê nerizyayîbe…
23.06.2013
ikramoguz@navkurd.eu