Mesûd Barzanî û heyeta Kurdistanê, bi vexwandina Serok Georg W. Busch çûn Amerîkayê.
Ji bo çûyîna wan ji alî Amerîkîyan balafirek leşkerî hat tahsîs kirin û ew bi wê balafirê, roja 23.10.2005’da ji Hewlêrê firîyan.
Di heyeta Kurdistanê da, serokê hukûmeta herêmî Nêçîrvan Barzanî, wezîrê plankirinê yê Îraqê Dr. Berhem Salîh û gelek nûnerên hukûmetê û nûnerên herdu partîyên sereke (KDP û YNK) jî cîh girtibûn.
Duh (25/10) piştî nîvroyê serokê Amerîkayê George W. Bush, li Qesra Sipî serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi fermî qebûl kir û civîna navbera herdu serokan, di Oval Ofice’da derbas bu, civîn qasî saetekê ajot.
Piştî hevddîtinê, civîna çapemeniyê hat lidarxistin. Serokê Amerîkaye George W. Bush, li wir bi germî xêrhatina Mesûd Barzanî kir. Pesnê xebata Barzanî ya li diji diktatorîyê kir û xebata wîya îro, ya ku ji bo Îraqeke azad, demoqrat û federe dike, wek xabateke giranbiha nîşan da.
Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di vê civîna çapemenîyê da bi kurdî axifî û kêfxweşiya xwe bi dîtina serok Bush diyar kir. Bi navê gelê Kurd, ji bo gelê Amerîkayê û hukumeta wî spasîya xwe anî ziman.
Ev ziyareta Barzanî ku li Amerîkayê bi fermî derbas dibe, ji bo gelê kurd gelek girîng û dîrokîye.
Dîrokîya vê ziyaretê ewe ku, cara yekemine serokekî kurd, wek serokê Kurdistanê bi fermi ji alî serokê Amerîkayê va tê vexwandin û li Qesra Sipî dibe mêvan.
Wek tê zanîn Celal Talabanî jî di mehên borî da çûbû Amerîkayê û ji alî Serokê Amerîkayê George W. Bush va li Qesra Sipî hatibû qebûl kirin. Lê di wê zîyaretê da Talabanî wek serokkomarê Iraqê cîh girtibû.
Girîngîya ziayaretê jî ewe ku, ev zîyaret ji bo naskirina herêma Kurdistana Iraqê gava yekemine û ji bo dewletên derdora Iraqê jî mesajeke vekirîye.
Bi taybeti ev mesaj yek jî ji dewleta Tirk ra ye, lewra Tirk hê li dijî Iraqeke Federal derdikevin û di her firsendê da federalîzmê wek sebebê parçebûna Iraqê nîşan didin.
Ji ber vê yekê ye ku ew, hukumeta herêma Kurdistanê hê jî bi resmî nasnakin û di gotinên xwe da serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî weke serokê PDK’ê bi nav dikin. Çapemenîya Tirka jî di vî warî da wek dewletê difikire û di nûçeyên xwe da behsa serokatîya wî ya Kurdistanê nakê.
Serokê Dewleta Iraq a Federal Celal Talabanî jî zîyareta Mesûd Barzanî ya Amerikayê ji bo naskirina Kurdistanê gavek dîrokî dibîne. Talabani, di hevpeyvîna ku bi rojnamevanê Tirk Îlknur Cevîk ra kirîye da, zîyareta Mesûd Barzanî ya Amerîayê wuha şirove dike: „Serdana serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî ya bo Emerîkayê îtiraf û naskirina herêma Kurdistana Iraqê ye û ev cara pêşiyê ye ko serokê herêma Kurdistanê di asteka wiha bilind de ji aliyê serokê Dewletên Yekgirtî yên Emerîkayê ve têt pêşwazî kirin.“
Ev jî mesaja Serokê Iraqê Celal Talabanî ye, ji bo dewletên herêmê.
Wusa tê xuyakirin ku , ev zîyaret û tesîra wê di rojên pêş da, bi taybetî di rojeva dewletên derdora Iraqê da cîh digre û tê şirovekirin.
Lê encama wê jî ji îro va da tê xuyakirin ku, ew jî qebûlkirina meşrûîyet û resmîyeta Kurdistana Başûr e.
Tu rêyekî din jî ji bo dewletên herêmê nema ye.
26.10.2005
ikramoguz@navkurd.eu