Serokê Herêma Fedaral a Kurdistanê Mesûd Barzanî, îro ji Hewlêrê, Seokwezîrê Tirk Receb Tayîp Erdoxan jî ji Enqerê bi rê dikevin û berê xwe didin bajarê Kurdan yê qedîm, Amedê.
Serokê Herêma Kurdistanê mevan, Serokwezîrê Tirk jî wek xwedîyê malê pêşwazî lê dike.
Ev bi serê xwe tenê trajediyeke mezin e.
Lê mixabin ev trajedî jî realîteya gelê Kurd e. Heger axa Kurdistanê di nav dewletên dagirker da nehata parve kirin, ne serokeke Kurd di mala xwe da dibû mêvan, ne jî serokwezîrekî ji dewletên dagirker dibû xwedîyê malê.
Gere hemû Kurd jî gor vê realîteyê li hatina Mesud Barzanî binihêrin û gor wê yekê hevdîtina wî û Erdoxan niqaş bikin. Dema ku ev realîte neyê berçav, rastî û xeletî tevlihev dibe, rê û rêzan li hev diqelibe.
Ne hewceye Kurd bitirsin. Ji ber ku bi hatina Barzanî va Kurdistan parçe nebû, bi vegera wî ra jî nabe yek. Lê hatina wî ya Amedê, qasî ku ji bo pêşveçûna tişteke gringbe, ew qas jî ji bo tekoşîna Kurdên Bakûr grîng e.
Ji ber ku bist sal berê jî Barzanî derbasî dibû û bi rêvebirên dewleta Tirk ra dihat ba hev. Lê belê wê demê navê wî „Reîsê Aşîretê“ bû, yên ku pêşwazî li hatina wî dikirin ew jî çend serpelên Tirk bûn.
Wê demê Barzanî û partîya wî şerê PKK’ê dikirin, PKK’ê jî şerê wan. Herdu alî jî birakuj bûn, lê xêncî aligirên wan, ew ne di nav gelê Kurd da, ne jî li ba dewletên herêmê bi qîmet û bi rûmet bûn.
Sal û demsal derbas bûn, dem û dewran guherîn. Herdu alîyan jî xeletîyên xwe dîtin û dest ji şerê birakujîyê berdan. Li dijberî dewletên dagirker bi ser ketin û pêş va çûn, di nav gelê Kurd û li ba dewletên herêmê, qîmet û rûmeta wan jî zêde bû.
Sedem wê yekê, îro Barzanî ji alî Serokwezîrê Tirk va tê pêşwazî kirin, Ocalan jî di hucreya xwe ya girtîgehê da, bi revebirên dewletê ra danûstandinê dike…
Yên ku diqahirin û dijbertîyê dikin kî ne?
Ew jî, çepê Tirk û nijadperestê Tirk in.
Bi rastî ew di dijbertîya xwe da neheq jî nînin. Ji bo dijbertîya xwe pêdivîtîyên xwe eşkere tînin ziman û dibêjin: „Çima Erdoxan pêşwazî li hatina Barzanî dike û wî wek serokê dewleteke serbixwe qebûl dike.“
Ew hê wek salên 90î li Kurd û pirsgirêka Kurdî dinihêrin. Ew îro jî Barzanî wek „reisê eşîretekî“ dibînin, Kurdên Bakûr jî wek xulamên xwe.
Ferqa wan û Erdoxan ewe ku, ew di paşerojê da dijîn, Erdoxan jî li pêşerojê dinihêre.
Tişta ku Erdoxan anîye vê merhalê ew jî realîteya herêmê ye. Ew jî îro ne ji bo rû û rûçikên Kurdan, ne jî ji bo bejn û bala Barzanî pêşwazîyê li hatina Barzanî dike.
Nîyeta Erdoxan çi dibe bila bibe, sebebê vê realîtê du tişt in.
Ji wan yek, Barzanî êdî ne tenê serokê partîyeke Kurd e. Ew îro Serokê Herêma Federal a Kurdistanê ye.
Ya din jî, tekoşîna Kurdên Bakûr e.
Ev herdu tişt jî ji bo hemû perçeyên Kurdistanê serkeftinên mezin in.
Sedem vê yekê, tu heqê Kurdan nîne ku wek rêvebirên CHP’ê û MHP’ê li hatina Barzanî binihêrin û wek wan rexne bikin.
Kesên ku di mêjûyê wan da kurdayetî, di dilê wan da jî eşqa Kurdistanê heye, gere ew jî bi kêmasî wek Şaredarê Amedê Osman Baydemir û Mebûsa Amedê Leyla Zana, li vê meselê binihêrin û pêşwazîyê li hatina Barzanî bikin.
Ji ber ku Barzanî bi mevantî jî were Amedê, ew mêvanek ne xerîb e û mêvanek ji malê ye…
Sedem vê yekê ez jî bi dil û can dibêm; Serok Barzanî, tu bixêr û xwaşî hatî mala xwe…
15.11.2013
ikramoguz@navkurd.eu