Çend demjimêr şunda sala 2013’an diqede û ya 2014’an dest pê dike.
Li her deverên dinê sersala nû bi şahîyên curecur tê pîrozkirin.
Hinek bi qedandina sala kevn va xemgîn, hinek jî bi destpêka sala nû va kêfxweş û dilşa dibin.
Bi destpêka sala nû va bîr û bawerî xurt dibin.
Xewn û xeyalên nû dest pê dikin…
Hinek di malên xwe da, li ber televîzyonê rûdinên, hinek jî bi mabesta betlana serê salê li peravên germ, an jî li serê çîyayên bilind pêşwazî li sala nû dikin…
Ez li ku dibim bila bibim, dema ku serê salê tê, piçûktîya min dikeve bîra min û şahîyên ku wê demê, di nav gund da, ji alî xortên gund va dihatin li darxistin tên ber çavên min.
Ew şahîyên bi kêf û eşq…
Kilam û stranên wan û lîstikên wan ên bi ken û henek…
Pîlan û programê xortan bi rojan berê dest pê dikir.
Roja dawîya sala kevn di malek da kom dibûn û ji bo şahîya serê salê xwe amade dikirin. Şikl û şemalê xwe diguherandin, ji bo pêşandina hunerên xwe bi dil û can dixebitîn.
Hinek kincên jinepîran li xwe dikirin, dev û lêvên xwe digirtin û bi laçik û egalan serê xwe girê didan. Hinek jî şal û şapikên kalan li xwe dikirin, ji postên bizinan ji xwe simêl û rûyê dirêj çêdikirin û kumê tiftik didan serê xwe. Silmikên ji qirş û qalan hatibûn çêkirin, bi serê darên dirêj da çik dikirin. Her yekî darekî dikir destê xwe, mal bi mal digerîyan û gund ser û binê hev dikirin.
Biçûyana ber derê kîjan malê, berê diketin destê hev, bi hev ra kilam û stran digotin û direqisîn. Zarok li derdora wan kom dibûn, kal û pîr xwe didan ber pencerê odeyan, guhê xwe didan kilam û stranên wan û li reqasa wan temaşe dikirin.
Bermalîya malê jî diket kulînê, xwarin û vexwarin dianî û dîyarî wan dikir.
Ji hinek malan mirîşk, ji hinek malan hêk, ji hinek malan jî run û ard, nan û mast digirtin û berê xwe didan maleke din.
Heger bi dîyarî ya bermalîyê kêfxweş bana, bi dengê bilind:
„Serê salê, bine salê, Xwede bihelê kevaniya malê“ digotin û kêfxweşîya xwe dianîn ziman.
Heger dîyarî bi dilê wan neba, wê gavê jî:
„Serê salê, binê salê, Xwedê hêwîyê bîne ser jina vê malê“ digotin û ji derî dûr diketin…
Heger di malê da qiz û jî xortên ezeb hebana, gor wê yekê jî dogotin:
„Serê salê, binê salê, Xwedê veke qedera qîz û xortên vê malê“
Carcaran jî qilf û henekên xwe bi malîvan û malxoyê malê dikirin û digotin:
„Serê salê, bine salê, sal qurbana kalê malê
Serê salê, binê salê, Xwedê kûpekî zêr bide jina malê“
Bi vî awayî, xortên gund bi tarîya êvarê ra dest pê dikirin û hata nîvê şevê mal bi mal digerîyan. Di dawîya şevê da, bi tiştên ku ji nav gund berhev kiribûn, diçûn di malekî da dicivîyan. Ji xwe ra xwerin û vexwarin çê dikirin, heta serê sibê bi kilam û stranan, bi lîstik û bi ken û henekan şahîya serê salê didomandin.
Şahîya serê salê wê rojê diqedîya, lê ew kesên ku mal bi mal digerîyan û di derheqê jinepîrên gund da qilf û henekên nû derdixistin û di nav gund da vedigotin, heta dawîya sala nû dikudîya…
Li ser wan deman da sal derbas bûn, ew şahîyen berê jî hêdî hêdî ji holê rabûn, bûn dîrok…
Wek gelek orf û edetên civakî şahîya serê salê, di gundan da jî hate guhartin.
Gundî jî îro wek kesên bajarî di malên xwe da, li ber televîzyonên xwe rudinên û bi temaşekirina bernameyên televîzyonan ser sala xwe derbas dikin.
Sedem vê yekê ye ku, ne şahîyên taybetî yê serê salê man, ne jî qilf û henekên berê…
Ji bo bîranên wan rojan ez jî îro dibêjim:
Serê salê, binê salê, di sala nû da Xwedê fehm û ferasetê bide ew Kurdên ku hê bi zimanê neyarên xwe diaxifin û wî dikin nav malê…
***
Sala we ya nû pîroz be!
Di sala nû da bîr bawerîyên we xurt be!
31.12.2013