Komara Tirk bi destê militarîstan va hat avakirin. Ji wê rojê vir da 90 sal derbas bu, lê ne serê wî, nejî binê wî cihê xwe girt. Panzdeh salê komarê di bin bandora Mistefa Kemal da derbas bû, piştî wî jî dema destbirayê wî, „Reisê Netewî“ Îsmet Înonu destpêkir.
Ji destpêkê hata sala 1950’î komar wek bi dîktatorî hat idarekirin. Militaristên Tirk xwe wek xwedîyê komarê, gel jî wek hizmetkarên xwe hesibandin.
Yên ku wek wan nefikirîn û dijî zilm û zordarîya wan derketin, ew wek lîstokvanên dewletên bîyanî hatin tawanbarkirin. Bi vî awayî hemu muxalifên xwe, bi listikên ku ji Osmanîyan ji wan ra miras mabûn, bê dadgeh û bê sual yek û yek dardakirin.
Salên çilî da koka dijwarên xwe anîn. Derbasî sîstema pirhêztîyê bun. Ji nav partîya xwedîyê dewletê (CHP), hinek mirov veqetandin û bi destê wan partîyê nu damezrandin.
Lê jîyan wek daxwazên wan nemeşîya. Sala 1950’î da ketin hilbijartinê û di wê hilbijartinê da Partîya Demoqrat bi ser ket û serokatîya hukumetê û ya komarê ji destê wan derket.
Serî da hinek şaş û metal man, lê pişt ra dest bi fêl û fîtan kirin. Di demek kurt da ordî û „Reîsê Netewî“ ji bin va hazirîya xwe kirin û 27 Gulanê sala 1960’î da bi darê zorê idareya welat carek din kirin destê xwe. Bi lez û bez dadgehek sazkirin û serokwezîr û çend hevalên wî dardakirin, serokkomar û heval û hogirên wî jî avêtin zîndanê û ew bi salan di zîndanê da man.
Kemalîstan bi van kirinên xwe yên qirêj, rêya darbeyan ji xwe ra vekirin û ji salên şestî şunda, deh salan da carê mudaxeleya hukumetê kirin. Her car serî da parlamento belavkirin û piştra yan raste rast, yan jî bi destên heval û hogirên xwe rêvebirîya welat kirin destê xwe û zordarîya xwe îlan kirin.
Salên 70’î da dîtin ku carek din hukum ji destê wan derdikeve, bi fêl û fîtan birin anîn û carek din, lê ji durva, gorî dilê xwe hukumetek nu avakirin û zilamek xwe jî wek serokkomar hilbijartin.
12 Îlonê sala 1980’yî da bi rewşek cuda hatin û rewşa civatê ji serî hata binî guhartin.
Di vê merhelê da ji bo Evren Paşa çarçoveya serokkomartîyê ji nu va kifşkirin û rolekî mezin danê. Ser mudaxeleya Evren û hevalên wî 27 sal derbas bu, nakokîyên ji bo serokkomartîye carek din di rojevê da cîhê xwe girtin.
Dawîya vê mehê Serokkomarê Dewleta Tirk yê 11. mîn tê hilbijartin. Ji deh hevên berê heft hevên wan bila bê istîsna leşker bun. Ji sê hevên din Ozal bidin alîki, Demirel û Sezer ji çarcova ku leşkeran ji bo serokkomarîyê kifşkiribu, ji wê derneketin û gor dilê wan hereket kirin. Sedem vê yekê ew ciqwas sivîl werin hesibandinê jî, ruhê wan ne sivîl bun. Wan li Çanqayayê heft salên xwe wek emirerên leşkeran derbaskirin.
Yê ku bi ruh û kirinên xwe sivil Ozal bu, ji ber wê yekê jî nehîştin heft salê wî bi qede û di çarsalîya serokkkomartîya xwe da hat jehrîkirin. Ser mirina wî da çardeh sal derbas bu, lê hê jî sebebê mirina wî nayê zanîn.
Piştî Ozal bi alîkarîya leşkeran Demirel hat hilbijartin. Carek din dîsa Çankaya bu karargaha leşkeran. Sala 1998’an da dibin qumandarîya wî da ordîya Tirk bi terzek postmodern mudaxeleyî rejimê kir, ew kevirên ku di dema Ozal da ji cîhe xwe derketibun, bi vî mudaxeleyê yek û yek hatin bicîhkirin.
Piştî Demirel, ciqwas li parlamentoyê hilbijartin çebibe jî, Sezer wek memurek dewletê, ji seroktatîya dadgeha bilind tayînî serokatîya komarê bu. Wî jî wezîfa xwe bi ruhê memurtîyê, bê qisur anî cîh. Wek „Nobedar Murteza“ ji pirsa amîrên xwe derneket.
Lê rewşa îro ne wek rewşa hilbijartina Demirel û Sezer e. Ji bo serokkomartîya dewletê du hev şik hene:
Ya yekemin, yan ji gruba AKP’ê yan jî ji derva wek Sezer û Demirel nobedarek tê hilbijatin û bê deng û bê his, rejima Tirk di bin bandora leşkeran da didome, ku ev îhtimalek piçuk e.
Ya duyemîn jî gor îtiraza militarist û kemalistan Erdoğan dibe serokkomar û piştî Ozal cara duyemîn Çankaya ji destê leşkeran derdikeve. Ev îhtimalek mezin e û bi vê ihtimalê di nav rêvebirtîya dewleta Tirk ta dubendîyek derdikeve û dawîya wê jî ji îro da ne zelal e.
Lê dîsa jî daxwazîya min ji bo serokkomartîya Erdoğan e. Erdoğan çiqwas mirovek paşverû dibe bila bibe, ji leşker û emirerên wan çetir e û bi serokkomartîya wî kêm be jî, hîme kemalîzmê carek din dileriz e…
08.04.2007