Dema ku di rojnamekî da ilana kampanyayek bibînim, navê hemû mirovên ku li bin kampanyayê imzê wan hene, yekoyek dixwînim. Ji navê wan zêdetir pênasên wan bala min dikşînin. Ji ber ku di nav wan da tu mirovekê bê pênas nayê dîtinê. Bila bê îstisna herkes xwedî pênaseke mezine û bi nav û deng e. Pênasên ku bala mirovan zêde dikşînin, ew jî, bi pirranî ev in. Nivîskar, şair, rojnamevan, sîyasetvan, hunermend, mamoste, bazirgan, karmend, wusa dirêj dibe û diçe…
Pirranîya pênasên ku di ilanan da tên nivîsandinê, yek jî pîşe ya azad e. Ji bo wê yekê jî kes nikare ji kesî ra bêje tu çima vî pênasê bi xwe va girê didî.
Mesela Doxtor, Parêzer, Mimar, Muhendis, Aborînas, Jeolog, Sosyolog, Psikolog hwd, gelek kêmin. Lewra ji bo van pênasan hinek şert pêwîst in. Yên ku bi rasti xwedî van pênasan nebin, nikarin gorî dilê xwe wan bi kar bînin. Lê nivîskar, hunermed û karmendî di tekela kesîda nîne. Kes nikarê ji kesî ra jî bibêje tu nivîskar, an jî karmend ninî.
Lê dîsa jî mirov dikare wan fêm bike. Lê tiştên nayên fêmkirinê jî henin. Min çend mehan berê di ilanek da navê hevalekî dîtibû. Bi roj û mehan ez fikirîm, li ferhenga gerîyam, lê min kurdiya wê serrast nekir. Ji ber wê yekê ez Tirkîya wî dinivsînim. Li paş navê wî „profesyonel yönetici“ hatibû nivîsandin.
Min „profesyonel futbolci“, „profesyonel sanatçî“ yan jî „profesyonel sîyasetçî“ bîhîstîbu, lê profesyonel yönetici hata nuha nebîhîstîbu. Hê jî dema ilanek dibînim ev pênas û xwedîyê wê pênasê dikeve bîra min, ji xwe ji xwe ra dibêjim, hevalê min profesyonel yönetici be, gelo „amator yönetici“ tiştekî çawa ye?
Bi rastî xwedî pênasî tişteki ne xirab e. Pênasê mirovan çiqwas zêde bin, mirov ji derdora xwe ewqas hurmet û rumetê jî dibîne. Lê pênasên ku tên bikaranîn ji mirovan ra mezin bin, yekcar kara wî were dîtinê jî, pirî caran zirarên wan jî tên dîtin.
Ronakbirtî jî wusa nîne?
Di civatê paşdemayî da, ev pirs wek benişt di devê herkesi da ye. Di civînek, yan jî di sohbeteke taybetî da tu dinihêrî hemu kes, bi ronakbîrtîya xwe dest bi axaftina xwe dikin û bi wî diqedînin. Lê nafikirin ku yên guhdarî dikin gelo derheqê ronakbîrtîya wan da çi difikirin..
Çend sal berê bi amadekarîya Komela Navend, gelek kurd li bajarê Bonnê civîyabûn. Bernama civînê ji bo duh rojan bû. Di wan du rojan da çend panêl çêbûn. Hinek panelist gelek bi nav û deng bûn. Hinek jî berpirsîyarên hêz û komelên kurdan bûn. Bi sedan kes jî wek guhdarvan beşdari wê civînê bibun.
Roja yekemin, di panelekî da akademîsyenek kurd û sê kesên din li ser dîkê cîhê xwe girtin. Qasî dused kes mevan jî li benda wan sekinîbûn ku gotinên wan guhdarî bikin.
Akademîsyenê kurd, di destpêka axaftina xwe da got; “Geli guhdarvanên hêja, ez ne ronakbîr im, lê akademîsyen im. Wek akadenmisyeneke kurd dixwazim gorî zanîbuna xwe ji gelê xwe ra xizmetê bikim“. Piştra jî dest bi axaftina xwe kir, qasî saetek axifî, lê di salonê da tu dengek derneket. Hemû guhdarvanan wek bi dil û can guhdarîya wî kirin.
Piştî wî berpirsîyarê hêzeki Kurd jî bi tirkî wuha dest bi axaftina xwe kir; „Em ronakbîrên kurd…..“ got û ket navê…
Min ji hevalê kêlaka xwe ra têbinîyek li ser kaxizê nivîsî û tê da got; „ez diçim der“. Hevalê min sebebê çûyîna min pirsî, min carek din, ji bo sebebê çûyîna xwe mîsalek li ser kaxizê nivîsî û berbi wî dirêj kir. Li hêvîya bersiva wî jî nesekinîm û ji cîyê xwe rabûm, hêdî hêdi ji salonê derketim. Mîsala min jî wuha bû; „piştî Peqlewê Qapusqe nayê xwerin! – baklavadan sonra kapuska yenilmez!“
Ez derketim derva. Dest xwe avêt cixara xwe, cixarekî vêxist û çend bin lêxist. Hê cixara min nîvî nebibû, min nihêrî ku guhdarvânen civînê yekoyek ji salônê derdikevin û dest davên cixarên xwe. Deh deqe şûnda xêncî 9-10 kesan tu mirov di salonê da neman. Ew kesên mabûn, ji wan hinek hevalên berpirsîyar û ronakbîr, hinek jî guhdarvanên bêçare bûn.
Hevalê ku di civînê da li kêleka min rûniştîbû, ew jî hat ba min û bi dengeki nivs di guhê min da wuha got; „Rast e, qapusqe ne berî baqlawayê, ne jî piştî baqlawayê tê xwarin!“
05.04.2006
ikramoguz@navkurd.eu