Bi destpêka sedsala 21’an va bextê Kurdên Başur guherî, dawî li bextreşîya wan hat.
Hemû astengên ku ji salan vir da rê li wan girtibûn, roj bi roj ji holê rabûn.
Çîyayên li pêşîyan wan yekoyek nizm bûn.
Newal û gelîyên kûr li ber lingên wan bûn deşt û zozan.
Rîya wan rast, bextê wan fireh bû…
Bi salan şerê azadî û serxebûnê kirin.
Di her carê da têk çûn, biserneketin.
Mal û milkên xwe, li paş xwe hîştin.
Bi zar û zêçên xwe va koçber bûn.
Derketin serê çîya û banîyan.
Derketin serê rê û dirban.
Ne cîranên wan, ne jî hemdînên wan digihîstin gazî û hewara wan.
Ne gazin û hewara wan dibihîstin, ne jî belengazîya wan didîtin.
Tenê cîyayên Kurdistanê li wan starî dikir, paşla xwe ji wan ra vedikir û ji wan ra dibûn war.
Tî û birçî man.
Bê mal û bê war man.
Bi meh û salan şev û rojên wan li serê çîyan derbas bûn.
Çîya ji wan ra bûn mitêl, asîman ji ji wan ra bûn lihêf.
Lê dîsa jî ji daw û doza xwe venegrîyan.
Tu car serê xwe li ber neyarên xwe xar nekirin.
Bîr û bawerîyên xwe wunda nekirin.
Ber xwe dan, hêz û quweta xwe dan ser hev û careke din serî hildan.
Roj hat dem û dewran guherî.
Dawî li bextreşîya wan hat.
Şev û rojên wan ên di bin tengasîyê da derbas dibûn, li paş da man, ew bûn dîrok.
Nakokîyên navbera xwe dan alîkî, di bin ala rengîn da bûn yek.
Cara yekemîn biserketin.
Ji xwe ra sazûmaneke hemdem damezrandin.
Di her xalên jîyanê da roj bi roj pêşda çûn.
Îro li ser axa xwe xwedî soz û biryar in.
Xwedî jîyaneke dewlemend û bextewar in.
Li pêşîya wan tenê îlankirina dewleteke serbixwe mabû, ew jî îro bê şer û bê kuştin, wek goga futbolê, bi hêsanî hatîyê û li ber lingên wan sekinîye.
Heger ew vê firsendê bi zanayî bikarbînin û gor wê biryara xwe bidin, ewê ne tenê dîroka xwe, ewê dîroka rojhilata navîn a qirêj jî ji nûva binivsînin…
Dîrok rûpela xwe ya vala vekirîye û li benda biryara rêvebirên Kurd sekinîye
Ji ber ku roj roja biryara dîrokî…
Dem dema serxwebûnê ye!..
26.06.2014
ikramoguz@navkurd.eu