Rindîya zimanê zikmakî ji ku tê.
Ferqa wî û zimanekî bîyanî çî ye…
Ziman, li ser pêkhatina şexsîyeta mirovan da xwedî çiqwas tesîr e…
Bersiva van pirsan ne hêsan e.
Lê mirov dikare bêje, tesîra ziman ya li ser pêkhatina şexsîyetê ji rehma dayîkê va dest pê dike û hetta roja mirinê dikudîne…
Zimanê zikmakî ji bo dergûşek, lorîn û nalîna dayîkê yê…
Ken û girî ye..
Ji bo zarokek, haletê hînbûn û zanînê ye, xwendin û nivîsandin e…
Çêr û bêçarî ye, lîstik e…
Ji bo xortek, evin û evîndarî ye…
Kêf û henek e…
Ji bo kal û pîrek, bîranînên salan e…
Derd û kullê jîyanê ye…
Kilam û stran e, çîrok e…
Ziman feqa mirovatîyê ye…
Jîyanek hevbeş û bi kêf û henek, bikaranîna ziman va mimkun e…
Lewra, jîyan bixwe ye, wek nan û av e…
Lê mixabin ew, ne para kurdaye…
Sebebê vê yekê ne tenê dewletên dagirker în…
Sebebeke gring jî em bixwe nin…
Mêjûyê me yê dorpêçandî ye…
Teralî ya me ye…
***
Çima ev nivîs…
Du sebebê vê nivîsê he ye…
Yek ji wan, jîyana kurdên li diaspora, ya diduyan jî nivîsa Kek Ramazan ya bi nav ê: „Dilimizin Özelliği ve Güzelliği – Rind û Taybetîya Zimanê me“ ye…
Ji kurdên sade hetan yên sîyasetmedar, hemû kes heta ku dikarin li her derê, li mal, li komel û civînan da gringtîya zimanên zikmakî tînin ziman, lê di mal da bi zarokên xwe ra, li cîhê kar bi heval û hogirên xwe ra, di komelê û civînan da bî rêhevalên xwe ra bi zimanên bîyanî diaxifin û mijûl dibin.
Ji bo mafê zimanên zikmakî mirina xwe didin berçavên xwe, lê xwe ji hinbûnên xwe naqetînin.
Ji bo destxistina vî mafên xwe jî daxwazên xwe dîsa bi zimanên bîyanî tînin ziman…
Bahaneya hemûyan jî yek e: „Ji bo karanîna zimanê me, zeman lazim e“ dibêjin…
Lê nivîsa Kek Ramazan…
Ew jî ji bo min balkêş e.
Ya yekemîn di navbera nav û naveroka nivîsa wî zimanê nivîsa wî da nakokîyek he ye. Kek Ramazan di nivîsa xwe da rindî û taybetîya zimanê xwe yê zikmakî, yanî kurdî tine ziman, lê wî bi tirkî dinivsîne…
Ya diduyan jî, qasî ku ez dizanim, Kek Ramazan çiqas xwedî sê zimanan be, bi awayeke din sê mirov be jî, zimanê wî yê herî baş, zimanê wî yê zikmakî, kurdî ye…
Ji bilî vê yekê ez di şexsê Kek Ramazan û kurdên dîasporayê da gilî û gazinên xwe ji hemû kurdan ra dikim û dibêjim:
Hevalno,
Gere gotin û kirinên me yek be, navbera wan da ahengîyek hebe…
Heger gotin û kirinên me ji hev cûda be,
Daxwazî jî badilhewa ye…
Rast e…
Zimanê me hebûn û jîyana me ye, gere bê parastin…
Lê parastina wê jî, bi axaftin, xwendin û nivîsandinê va dibe…
Berçile 2007