Îro, roja 14ê Îlonê Hevserokê HDPê Selehattîn Demirtaş li Dîyadînê bang li keç û xortên Kurd dikir û digot; „Em jibo parastina îradeya we û emanetê we hatin hilbijartin. Bila keç û xort nemrin. Jibo vê yekê yên ku fedekarîyê bike û ji canê xwe bibe, bila ew hûn nebin, em jibo vê yekê hazirin“.
Gotineke maqûl û di cîh da…
Xwezila ev daxwaz û gotinên Demirtaş werin cîh û êdî ji vir şunda keç û xortên Kurd neyên kuştin, gund û bajarên Kurdistanê careke din, di bin lingan da nemînin…
Lê kî guh dide bangewazîya Demirtaş û gor daxwazên wî û destên xwe ji tetika çek û rextan dikşîne…
Îro, ne tu kes li daxwaz û gotinên wî guhdarî dike, ne jî rûmetê dide wî û 80ê gelwekîlên hevalên wî…
Li alîkî dewlet, li alîyê din jî PKK şer gurr dike.
Sedem şerên wan ên bê armanc û bê encam, tenê gel zirar û zîyana dibîne…
Di nav yek mehekî da li dehan bajar û navçeyên Kurdistanê da „Rêvebirîya xwe’lî li’ ser“ hate îlankirin.
Li her bajar û navçeyan da derketina kolanan bi rojan hate qedexekirin.
Kal û pîr, zar û zêç, jin û mêr bi rojan di nav malên xwe da tî û birçî man.
Şev û rojên xwe bê xew, bi tirs û bi xof derbaskirin.
Bi dehan keç û xort ji canê xwe bûn.
Jin û zarokên bê star hatin kuştin.
Dû ra, ew kesên ku rêvebirîya xwe’lî li ser dixwastin, ji kûçe û kolanan kişîyan, li pê wan xanî û avahîyên xirabe, xendekên kûr, derî û pencereyên şikestî, dîwarên bi xwîn, şîn û girî man.
Mixabin li wan bajaran, hêjmara hêzên dewletê qat bi qat zêde bûn.
Kurd careke din, gund û bajarên xwe, mal û milkên xwe li paş xwe dihêlin û wek salên 90î ji axa bav û kalên xwe koçber dibin.
Gund û bajar careke din vala û wêran dibin.
Jibo çi?
Jibo rêvebirîya xwe’li li’ ser a rojane…
Di nav mehekî da ji Gimgimê heta Cizîra Botan, ji Dêrsimê heta Şirnexê rêvebirîya xwe’lî li’ ser hate îlankirin.
Lê îro, xêncî Cizîrê hemû hatin ji bîr kirin.
Ne tu kes qala bûyerên ku li wan bajar û navçeyan da qewimîbû, dike, ne jî tu kes wan bûyeran tîne bîra xwe…
Wek Xweserîya Demoqratîka ku çend sal berê, li Amedê ji alî Ehmed Tirk û Aysel Tuxluk va hatibû îlankirin…
Îlankirina Xweserîya Demoqratîk bê çek û be rext bû, sedem wê yekê ne kes hate kuştin ne jî gund û bajar wêran bûn.
Tu Kâr’a wê ji Kurdan ra nebû, lê Gelê Kurd zerar û zîyana wê jî nedît.
Îro hatibe jibîrkirinê jî, ne xem e…
Lê bi îlankirina rêvebirîya xwe’lî li’ ser, xêncî dewletê hemû kesên li wan deveran dijîn, zerar û ziyan dîtin, hê jî dibînin.
Jiber ku ev daxwaz, wek navê xwe daxwazeke pûç û vala ye.
Daxwazeke bê hîm û bê bingeh e.
Jibo vê daxwazê şer û şervantî jî ne hewce ye.
Wek gotina Demirtaş, eger daxwaza rêvebirîya xwe’lî li’ ser, daxwazeke demoqratîk be, wê gavê jî ev ne karê keç û xortan e.
Berî herkesî, ew karê 80ê parlamenterê herêmê û karê 102 Şaredarên wan bajar û navçeyan e…
Eger ew, wek Ehmed Tirk û Aysel Tuxluk, bi sernekvin jî, qet nebe zirar û zîyana wê jî nagihîje kesi.
Lê ew bêdeng bimînin û ji îro de rê li pêşîya keç û xortan negrin, bi her îlankirina rêvebirîya xwe’lî li’ ser, qasî gel, ewê jî zirar û zîyanê bibînin…
15.09.2015
ikramoguz@navkurd.net