Salan berê di kanala Show-TV de cara yekemin bû ku filmekî bi zimanê kurdi ,“Mem û Zîn“ hate weşandin. Piştî weşandin filmê Mehmet Ali Birand di programa xwe ya bi navê 32. Roj de wuha got; „Belê filmek bi zimanê Kurdî di televîzyonêda hate weşandin, lê ne Tirkîye parçe bû, ne jî qiyamet qetîya“.
Piştî vê filmê di televîzyonên Tirkan de klîbên kilam û stranên kurdî jî hatin weşandin. Muzîkvanên Kurd yê ku bi salan kasetên wan li Tirkîyê qedexebûn, di televîzyonên Tirka da bûn mêvan, kilam û stranên xwe bi Kurdî gotin. Di kanalên dewletê de, bi kêmasî be jî, weşana Kurdî dest pê kir. Dîsa jî ne Tirkîye parçe bû, ne jî qiyamet qetîya…
Zimanê kurdî hat nasîn, li gelek bajarên Kurdistanê qûrsên ziman yên taybetî vebûn. Hebûna Kurda bi warê fermî hate qebûlkirin. Sedem wê yekê îro di dadgehan da Kurdên welatparêz xwe bi zimanê xwe yên zikmakî diparêzin û hakim û sawcîyên Tirk jî mecbûrin wan bi axaftinên wan ên Kurdî guhdarî bikin. Di zagona Tirkan de gelek guhartinên balkêş çêbûn. Ev guhartin û gavên hatine avêtin ji bo çareserkirina pirsgireka Kurd ne besin, lê ji bo pêşveçûna demoqrasîyê jî gavên balkêş in.
Serokwezîrê Dewleta Tirk Tayyip Erdoxan, ne tenê hebûna Kurdan, hebûna pirsgireka Kurdî jî li Amedê anî ziman. Lê dîsa ew qiyameta ku digotin diqete hê jî ne qetîya û Tirkîye jî hê wek berê di cîyê xwe da ye.
Ev tirs û xof û neyartî ne tenê ji bo Kurd û pirsgireka Kurdî, di hemû pirsgirekên civakîyên Tirkîyê da jî tên pêş. Kesên nijadperest û kemalîst ev tişt ji xwe ra kirine wek kar û barê rojane. Kingê ku ji bo çareserkirina proplemeke civakî pêşnîyarek were holê, li dijî wê pêşnîyarê, teorîyên nijadperestî jî derdikevin pêş. Bi vî awayî hewldana pêşveçûnê disekine û pirsgirekên di nav civatê da hene, ew jî wek berê didomin û roj bi roj mezin dibin.
Çend meh berê ji bo amadekirina konferansa ku bi navê „Dawîya Împaratorîya Osmanîyan de Rewsa Fila“ jî wusa bû. Bi orgazîsyona du Uniwersîteyên Tirk (Boxaziçi û Sabanci) bername û beşdarên konferansê hatin îlankirin. Di nav beşdarvanan de gelek dîroknasên bi nav û deng jî hebûn. Armanca amadekirina konferansê ew bû ku, gorî arşîv û lêkolînan, trajedîya ku hatiye serê Filan, bi warekî zanyari were gengeşikirin.
Nijadperest û kemalîstên Tirk bi dengekî bilind dijî vê konferansê derketin. Hata vezirê adaletê û berdevkê hukumetê Cemîl Çiçek wê demê got; „Ewên ku vê konferansê amade dikin hemû xayînin û ew pişta me da xençeran diçikînin.“
Ser vê yekê konferans rojek berî çêkirinê iptal bû. Hemû kes di cîyê xwe da rûniştin, gor Tirkê kemalîst û nijadperest, parçebûna Tirkîyê jî berteref bû.
Lê mehan şûnda ji bo konferansê carek din biryar hate girtin ku wê çêbe. Îjar jî hinek parêzerên Tirk yên nijadperest derheqê vê konferansê da dawe vekirin. Dadgeha Îstenbolê jî biryara rêvebirî girt ku konferans di herdu Unîversîteyan da neyê çêkirin.
Ji bo vê biryara dadgehê Serokwezîrê Tirk Erdoxan, ne razîbûna xwe nîşan da. Piştra jî ew wezîrê ku çend meh berê beşdarvanên konferanse xayîn ilan kiribûn, rê ravayê wan da ku ew bikaribin konferansê li cîyekî din çê bikin.
Bi rîya ku vezîrê adaletê û berdevkê hukumetê nîşan da, konferans li unîversîteyek din (Bilgi Üniversietesi) hat çêkirin. Li ber derê Universîtê hinek nijadperestên çep û rast, bi hevra dijî çêkirina konferansê derketin û êrişî beşdarvanan û guhdarvanan kirin. Xwe welatparêz, beşdarvan û guhdarvanan jî File û xayîn ilan kirin.
Lê konferans duh roj kudîya, bê qeza û bê bela jî qedîya. Bi vê konferansê ve jî ne rojhilata Tirkîyê ket destê Filan, ne jî dawîya dinê hat.
Ew kesên ku telalîya qiyametê dikin dîsa jî dev ji pravakasyonên xwe bernadin. Her kîngê gavekî demoqratîk were avêtin, wî wek alametê qiyametê nîşan didin û hemû bûyêran jî ji bo xizmeta xwe û armancên xwe yên qirêj diemlînin.
Gelek caran ser jî dikevin.
Lê nizanin ku bi van kirinên xwe yên qirêj, qiyametê ji bo xwe pêşve tînin.
26.09.2005
ikramoguz@navkurd.eu