Xalê Qero di hêla me da çîrokvanekî gelek bi navû deng bû. Mehên zivistanê gund bi gund digerîya. Biçûya li kîjan gundekî biba mêvan, hemû gundî li der dora wî dicivîyan û şevên zivistanê, ew şevên sar û dirêj bi çîrokên wî va derbas dibûnn. Kesên derdora wi carcaran bi dil û can guhdarîya çîrokên wî dikirin, carcaran jî bi ken û henekan qilfê xwe bi wî danîn. Gor çîrokên wî, hin kesên di nav cemaatê navên ji cûda li wî dikirin. Dema ku bi dilê gundîyan bi rêva biçûya û çîrokên wî li guhdarvanên wî xweş bihata, navê wî dibû Qeroyê çîrokvan, dema ku gorî dilê xwe çîrok bigota û çîrokên wî li guhdarvanên wî xweş nehata, wê carê jî navê wî dibû Xalê Qero…
Hinek çîrokekên wî ji detpêka êvarê heta nîvê şevê didomîya, çîrok li ser çîrokê girê dida û tu car dawî lê nedihat. Dev û lêvên wî zuha dibû, lqirika wî dixitimî, dikuxîya, dev û lêvên xwe paqij dikir, dest ji çîrokê bernedida. Lewra cemaatê jî nedixwest ku dev jê berde. Hata ku çîrok diqedîya, tu kes ji cîyê nedilivî, deng ji tu kesî dernediket.
Dema ku Xalê Qero bêhna xwe digirt û zihabuna dev û lêvên xwe paqiş dikir, mirovên di cemaatê da runiştî jî dorbidor dest bi pesnê wî dikirin û di serê carê da; „bila saeta te xweş be çîrokvanê mezin“ digotin.
Hinek şevan da jî Xalê Qero kîngê ku dest bi çîrokê dikir, hemû gundîyên li derdora wî yekoyek berê xwe didan kulekê û ji hev ra digotin; „ca xêra xwe li kulekê binêrin, gelo ba û bahoz dest pê kirîye, di vê fizildumanê da, emê çawa vê şevê herin malên xwe“ û dixwestin Xalê Qero dev ji çîrokê berde. Ji van gotinên cemaatê Xalê Qero jî nîyeta wan fêm dikir ku ew îro çîrokan naxwazin. Ji ber wê yekê, wî jî dev ji çîroka xwe berdida, dest davit qutîya xwe ya titûnê, hêdî hêdî ji xwe ra cixareyek ji titûna Mûş”e za qaçax dipêçand.
Wê demê di cemaatê da bêdengîyek çêdibu, tu deng ji kesî dernediket. Hinekan meseleyek davit nav cemaatê, hinekan jî hin tişt bigota jî, ew zêde nedikudîya. Qasî kişandina cixareyek şûnda carek din çavên herkesî ber bi Xalê Qero dizivirî, lê wê carê jî wî guh nedida cemaatê û gor dilê xwe dest bi henekan dikir. Wan henekên xwe jî wek kurteçîrok dixemiland. Di hemû kurteçîrokên wî da, lehengê wî yê sereke jî ew bixwe bû…
Tê zanîn ku di civatên paşdemayî da mirovên herî pêşverû; mele, dengbêj û çîrokvan in. Pêşverûtîya melan ji îlmên wan, ya dengbêj û çîrokvanan jî ji ger û stran û çîrokên wan va pêk tê. Şev û rojên dengbêj û çîrokvanan bi gerê derbaz dibû. Dîtinên wan ji wan ra dibûn tecrûbeyên zanînê. Gor gundîyan, bawerîya dengbêj û çîrokvanan di warê olî da kêm bûn. Ji ber wê yekê jî, bi taybetî çîrokvan, ne ku tenê bi gundîyan ra, bi bîr û bawerîyên wan ên oli ra jî qilf û henekên xwe dikirin. Li ser wan mesele û metelog li hev dianîn û digotin…
Xalê Qero jî wexta dest bi henek û kurteçîrokên xwe dikir, ne parastina Xwedê, ne jî ya Pêxember diket bîra gundîya. Daxwazên hemûyan yek tiştek bû ku, ew jî, bi gotinên Xalê Qero ewê çiqwas bikenin.
Xalê Qero jî wek mîna çîrokvanên din vê yekê dizanî bu. Loma, bê tirs û bê xof laqirdîyên xwe bi herkesî ra dikir. Bervêderên (muxatab) wî carcaran mezinên gund, carcaran şêxê tarîqatê, carcaran jî qasidên Xwedê bu. Lê bawerîya wî çiqas bi Xwedê ra tune ba jî, zêde ber bi Xwedê nediçû…
Di şevekî dirêj da wî çawa dest bi mesela xwe û ruhustîn kir, sîya tirs û xofê di navbera cemaatê da derbas bû. Hinekan bi dengî, hinekan jî bi pispisek li çavê hev nihêrîn, tilya xwe ya îşaretê bilindkirin û eşheda xwe anîn. Lê dîsa jî li dijî Xalê Qero der neketin û li hêvîya gotinên wî sekinîn. Xalê Qero jî bi hêsanî dest bi kurteçîroka xwe ya di navbera wî û ruhustîn da derbas bûye, kir û wuha got:
„Ez isal payizê ji bo hêrandina genim bi ereba ga çum aşê Abo. Dema ku min li ber derê aş ereba xwe rawestand, serê ga girt û nîr ji histîyên wan berda, baranê dest pê kir. Baran, îjar baraneke çawa, we qey digot ezman qelişîne û ji ezmanan bi elban avê li ser mirovan da dirijînin. Neyse ez serê we neêşînim, min gayê xwe berda, barê genimê xwe kişand hundir, tarî jî ket erdê. Li ber aş jî wek hertim Mihemedê Abo tenêbû, ji min ra çayek wek mîna xwîna kêrgûşgê çêkir û danî ber min. Paşê jî ji min ra got; ,Qeroyê min, dora aş dora teye. Bixêrik wek tu dibînî, dişewite, Ça te jî li ser agire û hazir e. Min eyarê çeqçeqê jî kirîye. Hêdî hêdî genimê xwe bihêre, ezê jî îro herim vê şevê di nav zar û zêçên xwe da derbaskim.‘
Bi bahaneya zar û zêçan, Mihemed aş li hêvîya min hîşt û berê xwe da mala xwe. Min jî derîyê xwe yê der girt, hatim li ber Bixêrikê rûniştim, li alîkî bihn li cigara xwe dixim, li alîkî jî çaya xwe, çaya ku wek mîna xwîna kêrgûşgê, diqultînim. Li derva jî dîsa baranê dest pê kirîye, ewrê reş tijî bune, ji jor da av wek zembera kanîyê ji ezmanan da tê xarê û wek lehîyê ber bi jêr diherike. Gelek zeman derbas bû, ez hinek tevlixew bibûm ku, bi vekirina derê pêşîyê va nişkêva ji cîyê xwe veciniqîm. Min çavê xwe vekir ku ez çi bibînim, kaleki tîr û dirêj, di derî da ket hundir. Kalekî rûspî û nûranî. Kalê min, ji serî hata lingên wî di nav kincekî sipî da ye. Rûyê wî yê çûr û sipî hata ser navika zikê wî dirêj… Di bin çengê wî yê çepê da jî deftereke reş û qalind, bi destê xwe yên çepê defterê zexm girtîye û hêdî hêdî ber bi min tê. Dema ku du sê gav avêt û ber bi min hat, min hêdîka hewl da xwe, ew jî bi dengeke nerm û nivs selam da min û got:
– Ez ruhistînim, bi emrê Xwedê hatime ku îşev li vir ruhê te bistînim.
Çawa Kalê wusa got, min bi derbekî va dest avêt lagana xwe ya Ûriz kişand, ji qilfê wê kişand û namlûya laganê dirêjî wî kir. Bawer kin min çawa lula laganê ber bi wî kir, dev û lêvên wî miçiqîn, reng û rûyê wi hat guhartin, dest û lepê wî lihevket, deftera wî ya reş jî ji destê wî derket û ket ber lingê wî. Bi dengekî tirsyayî lavayê min kir û got:
– Qeroyê min, wek mîna piling ji cîyê xwe qil nebe û hêrs nekeve, ezê careki din li defterê binêrim, dibe ku min navê te û hinekan tevlihev kiribe.
Ser wê yekê min jî jêra got, ez ruhistîn muhistîn nasnakim, li kê digerî bigere, zû bibîne û sebra min careke din necêribîne.
Feqîrê xwedê ji tirsa ricifî û zûbizû rûpelên deftera xwe li hev qeliband, heta dawîya defterê çû û bi rûyekî şerm li min nihêrû got:
– Qeroyê min, bibaxşîne, min navê te û yekî din li hev qelibandîye. Mirovê ku ez ruhê wî bigrim ew tu ninî. Lula lagana xwe jî berjêrke ku, hê qeza û belayek ji destê te dernektiye.
Ser lêborîn û gotinên wî min legana xwe şûnda qilifê wî û jê ra got, tu ruhistînî, kî yî ez nizanim, lê carek din wusa dernekeve pêşîya min, iro qezayek ji destê min derneket, lê careke din, bi rastî an jî bi xeletî derkevî rêya min, tu ji destê min nikarî bifilitî.
Kalê minê rûspî û nûranî, pişta xwe da min û ji nişkêva wunda bû. Pîştî windabuna wî ne xew kete çavên min, ne jî çayê di ber min da çû. Hata sibê min cixare li ser cixarê kişand û di ber xwe da ponicîm. Piştî azandina melê sibê Mihemedê aşvançî ji derî da ket hundir, hêrandina genimê min jî hêdî hêdî xilas bû. Min ardê xwe valayî çewalên xwe kir. Devê çewalan jî yek û yek dirut û avêt ser erebê. Gayê xwe li ber erebê girêda, xatirê xwe ji Mihemedê Abo xwest û berê xwe da gund. Ji wê rojê virda jî çûyîna aşê Abo li xwe heram kir.“
Piştî kurteçîroka Xalê Qero, cemaatê da tevlihevîyek çêbû. Hinekan ji tirs û xofa ruhistîn û ji bo gotinên Xalê Qero, xwe gunekar dihasibandin û tobedarîya xwe dianîn ziman. Hinekan jî bi kêf û bê tirs, qilfê xwe bi Xalê Qero dikirin û jê ra digotin, „malxirab madem ku te ruhistîn bi dest xistibû, te heft derb serda valakira, îro em jî jê xilas dibûn, tu jî“.
Carek din di cemaatê gotin tevlihev dibûn, li alîki tobedarîya kal û pîran, li aliyê din jî ken û henekên xortan.
Ew ken û henekên bê tirs û bê xof…
10.01.2006
ikramoguz@navkurd.eu