Di van salên dawî da, di navbera her çar parçeyên Kurdistanê da têkilîyên balkêş çê bûn û Kurdên herçar alî jî roj bi roj nêzîk hev hatin.
Hêz û partîyên her çar parçeyên Kurdistanê îro wek hev nefikirin û di nav kongreyeke netewî da hê neyên ba hev û konferanseke netewî li dar nexînin jî, wek salên borî bi hev ra şer û neyartîyê jî nakin…
Ez bawerim ji bo vê yekê Kurdên Başûr rolekî mezin leyîstin, hê jî dilîzin. Lêwra gor Kurdên din, îro xwedî imkan in û ne tenê li ba Iraqê, li ba dewletên navnetewî da jî xwedî statûyek baş û azad in.
Kurdên Başûr di nav demek kurt da gelek gavên gring avêtin. Berî her tiştî ji bo parastina herêmê, ji pêşmergeyan ordîyek modern saz kirin, di warê aborîyê û di gelek xalên din da jî bi pîlan û programên balkêş xebitîn. Gund û bajarên herêmê ji nû va ava kirin. Îro bi hezaran Tirk û Ereb û Ecem, li wir wek karmend û karker dixebitin.
Ji ber wê yekê ye ku dewletên herêmê, yên ku duh wan wek mirovên paşveru didîtin û qilfên xwe bi wan dikirin, îro rîya Başûrê kirine wek rîya avê. Dewletên ku duh wan nas nedikirin, îro li Hewlêrê konsolxaneyên xwe vedikin û ji bo xurtbûna têkilîyên xwe yên karmendîyê dixebitin.
Ji bo Kurdên ji dervayî Başûr jî rewş wusa ye. Di hemû pêrçeyên din da serê kê diêşe, berê xwe dide Hewlêrê, kî dixwaze gavek nû bavêje, dikeve ser rîya Selhaddînê, kî daxwazên xwe bi dest naxe, derîyê Xelîl Îbrahîm ravayê dewletên dagirker dide û Kurdistana Başûr ji xwe ra wek qonaxeke hazir û nazir dibîne.
Ez bi xwe jî, bi van têkilîyên Kurdan gelek kêfxweşim û serbilind im. Hê welatek serbixwe ne be jî, Başûr, ji bo me hemû Kurdan qonaxeke netewî ye…
Bi hezaran xortên Kurd îro li Zaningêhên Kurdistanê da dixwînin. Dîsa bi hezaran Kurdên ji Bakûr û Rojahilat îro wek Kurdên Başûr li wir dijîn û xwe ne koçber, ne jî penaber dihesibînin.
Di navbera Kurdên Rojava da proplem derdikeve, berê xwe didin Başûr û di bin çavdêrîya Serok Barzanî da proplemên navbera xwe çareser dikin û bi piştgirîyeke xurt vedigerin malên xwe..
Kurdên Bakûr jî dema dikevin tengasîyê, berê xwe didin Hewlêrê an jî Silêmanîyê û ji Kak Mesûd an jî ji Mam Celal alîkarîyê dixwazin…
Ez bawerim, hata roja îro çi ji destên wan hatibe, wan jî ew bê hesab û bê kîtap anîne cîh.
Lê xuya ye, Kurdên Başûr îro di warê moralî da hewceyî piştgirîya Kurdên ji dervayî Başûr in. Ji ber ku hukumeta Iraqê û Kurdistana Federal li ser dewerên bênavkirî, bi taybetî jî li ser Kerkukê, bi hev nakin. Malîkî dixwaze Kerkuk û dewerên bênavkirî grêdayî hukumeta merkezî ya Iraqê bike. Ji bo vê yekê jî hezên bi navê Operasyona Dîcleyê ber bi Kurdistanê şand. Duh roj berê di navbera wan û Pêşmergeyên Kurd da şer derket û ji wan 13 esker hatin kuştin. Heger ew proplemên ku di navbera hukumeta Malîkî û hukumeta Herêma Kurdistanê da hene, di demek kurt de neyên çareserkirin, ewê bibin sedema şerê Kurd û Ereban.
Sedem vê yekê cîgirê serokê Amerîka Josef Biden, çend roj berê di daxuyanîyeke xwe da bang li Malîkî dike û dibê; „Şerê bi Pêşmerge ra ji bo me xeta sor e. Çi li Kerkukê be yan jî li cîhekî din be, dê hêzên Amerîka destwerdanê bikin.“
Êrişa ku li ser Pêşmergeyên Kurd ji bo Amerîkayê xeta sor be, gelo ji bo Kurdên ji dervayî Kurdistana Başûr ra wê çi be?
Ez bawerim bersiva vê yekê jî birêz Mehdî Zana di daxûyanîya xwe da daye û tê da wuha dibêje; „Heger di navbera Kurdên Başûr û Iraqê da şerek derkeve, divê ezê herim Başûr û ji destên min çi were ezê bikim.“
Zana di daxuyanîya xwe da bang ji Kurdên diasporayê jî dike û dibêje, „gere hemu Kurd li Kurdistana Başûr xwedî derkevin, mafê wan biparêzin û piştgirîya wan bikin.“
Ev banga ku birêz Mehdî Zana li Kurdên diasporayê kirîye, bangekî pêwîst û hêja ye. Lê mixabin ne tenê Kurdên diasporayê, gere hemû Kurdên ji dervayî Başûr, bi taybetî jî yê xwedî hêz, ji îro da piştgirîya xwe ya ji bo Kurdên Başûr îlan bikin û ji bo wê jî çi lazime bînin cîh.
Bi wî awayî Malikî û neyarên gele Kurd yên din jî wê bizanibin ku, Kurd wek salên borî ne bê xwedî, ne jî bê çare ne.
Kurd li kîjan parçeyî an jî li kîjan welatî dijîn bila bijîn, piştgirîya wan a ji bo parastina Kurdistana Başûr, qasî ku morala Kurdên Başûr bilind bike, ewqas jî azadîya Bakûr û Rojhilat û Rojava jî nêzîktir dike…
22.11.2012
ikramoguz@navkurd.eu