Çend roj berê nivîskarê rojnama Star Yusuf Zîya Comert, di kuncikê xwe da pirsek dikir û digot, „Îslam çawa pirsa Kurdî çareser dike?“
Ez bi xwe jî carcaran vê pirsê ji xwe dikim û bersiva xwe jî gor zanebûna xwe didim.
Gor nêrîna min pirsa Kurd ne tenê bi rêya Îslamê, gor krîterên Marksîzm û Liberalizmê jî bi hêsanî tê çareserkirin. Bes ku oldar gor şertên Îslamê, Marksist gor rûknê azadî û wekhevîyê, Lîberal jî gor tewna demokrasîyê tevbigerin…
Bi awayekî din mirov dikare bibêje, kîngê gotin ya jî bawerî û kiryarên mirovan yek be, mirov dikare di navbera xwe da hemû pirsgirekên civakî çareser bike.
Bawerî û gotina ku di jîyanê da tê kirin neyê cîh, ew çiqas xwedî tesîr dibe bila bibe, wek bendeke zirav û bêhêz li hewa ye û ba li kîjan alî were, ew jî li wî alî va diçe.
Dîn ya jî idolojî, ger ku rast neyên bikaranîn, himê wan çiqas rast û zexm bin jî, ew ji rastîya pêkhatina xwe dûr dikevin û tesîra wan a li ser civatê jî rojbiroj kêm dibe.
Bawerîya ku ji wan tê kirin, ji binî va wenda nebe jî, ew bîr û bawerî tenê wek sembolek dimîne û tesîra wê ya li civakê jî sînordar dibe.
Wê demê ew di derbarê pirsgirekeke civakî da êdî nikarin rolekî mezin biîzin, hata carcaran ew bi xwe jî dibin sedemê mezinbûna pirsgirekan…
Weke mînak, Kurd û Tirk…
Sedîsed nebe jî piranîya Kurd û Tirkan misilman in û bawerîyên wan ên olî jî wekhev in. Gor bîr û bawerîyên wan, peywîra wan a ji bo dinya vîyalî û wîyalî jî kifş e.
Lêbelê ew bi bawerîyên xwe yên hevpar nikarin pirsgirekên di navbera xwe da çareser bikin…
Herdu alî jî bawerîya xwe bi Xwedê û pezamberê wi tînin. Hemû nebin jî, dîsa piranîya wan her pênc şertên îslamê jî tînin cîh. Di her firsendê da, ew jî wek Serokwezîrê Tirk Erdogan, biratîyên xwe ya olî bê tirs û xof tînin ziman.
Ligel şerê navbera wan da jî, îro jî piranîya kurdan bi bîr û bawerîyên xwe yên olî li tirkan dinêrin û ti xirabîyek li wan nakin. Heta ji bo biratîya xwe ya olî pranîya kurdan ji gelek nasnameyên xwe jî fereqat dikin.
Mînak, li pê meleyên Tirk nimêj dikin, ji gotinên mele zêde fem nekin jî, îbadetên xwe di mizgeftên tirkan da û bi Tirkî tînin cîh.
Lê Tirk çi dikin?
Tirk jî di gotinên xwe da heman tiştan nişan didin.
Qala biratî û wekhevîya olî dikin…
Qala heq û adaletê dikin…
Kîngê ku Kurd daxwaza wekhevî û mîrata biratîyê bikin, ew Xwedê jî Mihemed û biratîya olî jî ji bîr dikin û kurdan bi Zerdûştbûyîna wan va tawanbar dikin.
Rast e, berî Îslamê Kurd jî wek Faris û Afganan bawermendên ola Zerdeşt bûn û gor prensîbên Zerdûştîyê tevdigerîyan.
Piştî hatina Îslamê ew jî dîsa wek gelên Rojhilata Navîn bi piranî wergerîyan ser ola Îslamê û bûn misilman.
Ji Kurdan hinek îro jî bîr û bawerîya xwe bi Zerdûştîyê tînin û gor wê dijîn. Kurdên misilman jî çiqwas gor şert û mercên Îslamê bijîn jî, ew di jîyana xwe ya rojane da hê gelek şertên Zerdûştîyê wek nêrît bi kar tînin.
Mirov dikare bibêje ku pirsgirêk ne Zerdûştîya kurdan e, ne jî ji kêmasîya olî ye…
Pirsgirek di gotin û kirinên tirkan da ye.
Kîngê ku tirkên wek Erdogan bawerîya xwe bi Xwedê tînin û xwe oldar bi nav dikin, wek gotinên xwe, di kirin û kiryarên xwe da jî şert û mercên Îslamê bi kar bînin, wek gotina Yusuf Zîya Comert, wê demê pirsa Kurd jî bê şer û xwîn, bê çek û bê rext, gor ruknê biratîyê tê çareserkirin.
Ger ku heta niha nehati be çareserkirin, ew jî tê vê wate yê ku, Tirk ji wek Ereb û Farisan bi gotinên xwe, tenê ji xwe ra misilman in.
Ger ku mirov di bîr û bawerîyên xwe da durust nebe û tiştên ku ji xwe ra dixwaze wan ji neyarên xwe ra jî nexwaze, gor bîr û bawerîyên xwe nejî, qasî ku zirarê dide xwe û neyarên xwe, ewqas jî dide bîr û bawerîyên xwe…
Ji ber vê yekê ye, ku îro li her dewerên dinyayê xwîna mirovan wek ava çemê derê biharan diherike…
Ji bo sekinandina şer û xwîna ku diherike, biratîya karker û gelan ya jî biratîya oldaran têr nake…
Ji ber ku, xwîna ku dirije ya zarokên karker û gundîyan e û ji xwalîyê jî erzantir e…
Ji bo xwîn rijandinê jî çek û rext lazim in, ew ji di destên dewlemend û dewletên mezin da ne…
Mirovatî ya jî bir û bawerî xema kesî nîne, jiber ku ew nanê feqîr û belengazan e…
13.09.2012
ikramoguz@navkurd.eu