Serborîya tekoşîna gelê Kurd bi sedan salan berê dest pê kir.
Gelê Kurd di vê pêvajôyê da ji bo azadîya welatê xwe gelek rê û rêbaz cêriband.
Carcaran bi çek û rextan serî hilda, carcaran jî şûnda kişîya û bêdeng ber xwe da.
Lê ti car li ber neyarên xwe serê xwe xwar nekir û ji bîr û bawerîyên xwe dûr neket.
Bîr û bawerîyên xwe yên jibo Kurdistaneke azad û serbixwe di dilê xwe da her dem parast û lê xwedî derket.
Rêvebirên gelê Kurd, di dawîya her têkçûyînê da ji alî dagirkerên xwe va hatin nefîkirin û dardakirin. Lê wan tu car gavên xwe şûnda neavêtin, li ber darsêpê jî bîr û bawerîyên xwe li rûyê neyar û kujerên xwe anîn ziman.
Wan di rîya azadî û serxwebûna gelê xwe da canê xwe ji dest dan û ji vê dinyayê koçber bûn, lê daw û doza wan li erdê nema.
Peyrewên wan di rîya wan da meşîyan, li mîratê bav û kalên xwe xwedî derketin, bi serbilindî daw û doza wan domandin.
Dem hat komelên çandî û huneri ava kirin û di bin banê wan da tekoşîna gelê xwe kirin.
Dem hat partîyên sîyasî yên binerd damezrandin û di bin sîya wan partîyan da bi tekoşerî xebitîn.
Carcaran sedem xeletî û şaşîyên xwe ji hêz û quwet da ketin, carcaran jî neyarên xwe dan alîkî û şerê hev kirin.
Sedem xeletî û şaşîyên xwe, rêyekî dûr û dirêj li paş xwe hîştin, lê dîsa jî ber xwe dan û roj bi roj, gav bi gav nêzikî armanca xwe bûn.
Bi destpêka sedsala 21an da dinya ku tê da cîhê kurdan tunebû guherî, diwarên di nav sazumanên sîyasî da hatibûn çik kirin, hêdî hêdî hilweşîyan.
Dinyayek nû ava bû, dinyayeke piçûk û bi hêz…
Bi saya globalîzm û pêşveçûna teknolojîyê sînorên dewletan ji holê rabûn, dinya bû maleke piçûk û li ber çav…
Rê û dirbên ku li pêşîya kurdan hatibûn girtin, yekoyek vebûn, Kurd jî di wê mala piçûk da bi awayekî cîhê xwe girtin.
Cara yekem di destpêka vê sedsalê da şansê kurdan vebû, rûyê wan kenîya…
Mixabin sal û demsal derbas bûn.
Rêvebirên Kurd ji guhartinên dinyayê para xwe negirtin, ji wan guhartinên nû dûr sekinîn û bêpar man. Ew îro hê di demên borî da dijîn û gor şert û mercên kevn tevdigerin.
Bi saya dînamîkên dervayî firsendên ku ketibûn destên kurdan, ew îro bi lingên xwe dipelixînin û wan bi kar naynin.
Rêvebirên ku li herçar parçeyên Kurdistanê, bi navê gelê Kurd sîyasetê dikin, daw û doza gelê Kurd danîne alîkî û bi bahaneyên pûç û vala li dijberî hev derdikevin, bi çavê neyartîyê li hev dinêrin.
Bi taybetî li Başûr, ji wan yek berê xwe bide rojava, yê din li rojhilatê vedigere.
Yek gavên xwe rast bavêje, yê din çep davêje.
Wek mîsal:
Yek bibêje, „serxwebûn“…
Yekî din dibêj, „yekitîya İraqê“…
Yek bibêje, „dewlet“…
Yêkî din dibêje, „kanton”…
Bi van nîyet û daxwazên xwe yên ji hev cûda û yekalî ew firsendên ku îro bidestxistine, ji destê wan derdikeve, ew bi van kirin û kiryarên xwe rê li ber pêşveçûna doza gelê Kurd digrin, roj bi roj pêşeroja xwe jî tarî dikin.
Di sedsala borî da jibo Kurdistaneke serbixwe dînamîkên dervayî rê nedidan, îro dînamîkên navxwe rê nadin.
Rêvebir û partîyên Kurd bi sedsalan şerê dagirkerên xwe kirin, îro di navbera xwe da bi awayekî din şerê navxweyî dikin.
Kurd berê ji dagirkerên ku ew dorpeç kiribûn, ditirsîyan, îro ji sîya hev ditirsin û ji hev dûr disekinin.
Bi awayekî din mirov dikare bibêje, astengîyên ku îro li pêşîya Kurdistaneke serbixwe hebîn, ew jî ji dagirkeran zêdetir Kurd bixwe ne…
Divê rêvebir û sîyasetvanên Kurd jî bizanibin, ku dinya jî êdî di cîhê xwe da nasekine.
Ne şert û mercên îroyîn bi heman rengî dimînin, ne jî firsendên ku îro bi dest ketine, careke din bi dest dikevin.
28.10.2015
ikramoguz@navkurd.net