Ji sala 1991’î hata nuha ji alî Kurdên Bakûr gelek partîyên legal hatin damezrandin. Ya yekemîn Partîya Ked a Gel (HEP) bû. Piştî girtina wê Partîya Demoqrasî (DEP) vebû. Partîya Demoqrasîyê da hemu rengên kurdan hebûn, lê ew dîsa jî bi serneket.
Kurdên di Partîya Demoqrasîyê da hatibûn ba hev, bi hev nekirin, dev ji dewleta Tirk berdan, ji sibê hatta êvarê bi hev mijûl bûn û dawîyê da ji hev qetîyan. Bi du partîyên legal ku ji alî Kurdan va hatibûn damezrandin, bi rê ketin.
Ji wan yek Partîya Demoqrasîya Gel (HADEP), ya din ji Partîya Guherandin û Demoqrasîyê (DDP) bû. HADEP hat girtin, şuna wî da DEHAP vebû, ew jî hat girtin îro jî DTP vê xetê didomîne.
Piştî girtina DDP’ê jî DBP vebû, îro mîratê vê partîyê jî Hak-Par tîne cîh.
Ev hemû partî ji alîya kurdan va hatin damezrandin. Di destpêka Partîya Ked a Gel da hinek Tirk ên demoqrat jî cîh girtin, lê belê nîyeta wan bi rastî ne ku ji bo daw û doz a Kurdan bû, yek nîyetek wan hebû, ew jî, dixwestin bi reyên Kurdan lingên xwe bavên parlamena Tirkan û bibin bela serên Kurdan.
Neheq jî nebûn. Li der dora wan kes tunebûn, lê belê li ser pişta Kurdan sîyaset dikirin û di nav partîyê da jî ji kurdan zêde rûmet didîtin. Hinekên wan bi wî awayî gihîştin miradê xwe jî û hata seroktayîya parlamentoya Tirkan jî terfî kirin.
Kesên Kurd çi kirin?
Wan jî xwîn û can û malên xwe dan, ji endamên wan hatta parlamenterên wan.
Li vir nîyeta min, ne ewe ku ez çîrok û cûdatîyên wan partîyan binivsînim. Ez dixwazim bala we bikşînim ser armanc û bernameyên wan.
Di bernameyên hemû partîyan da bila bê îstisna ev hevok cîh digirt, „Em ne tenê partîyên Kurd in, çiqwas endam û rêvebîrên me ji kesên Kurd pêk werin jî, em xwe partîyên weke hemû Tirkîyê dihesibînin û ji bo çareserkirina hemû pirsgirekênên Tirkîyê dixebitin.“
Lê gor van gotin û armancan ew dîsa jî ji alî dewletê û ji alî Tirkan va wek partîyên parveker dihatin binavkirin, piştra jî bi dek û desîseyan kilît li derê wan diket.
Hemû serok û birevibirên wan partîyan jî di hemû axaftinên xwe da digotin, „em partîyâ Turkîyê ne“, lê ne mirovek Tirk dibû endamê wan, ne jî mirovek Tirk di hilbijartinan da reya xwe dida wan.
Berpirsîyarên hemû partîyan biratîya gelê Kurd û gelê Tirk dixwastin, gelê Tirk jî şerê wan dixwast. Bi daxwaza biratî û aşîtîyê çiqwas ku Kurd nêzikî Tirkan dibûn, ew qas jî Tirk ji Kurdan dûr diketin. Duh di navbera wan da newal hebûn, iro gelîyê kûr û dûr hene. Lê dîsa jî Kurd ne dest ji biratîya Tirkan berdidin, ne jî ji yekitîya Tirkîyê. Bi van daxwazên xwe û kirinên xwe, biratî û dostîya tirkan qezenç nekirin, lê ji ser da piştgirîya Kurdan roj bi roj winda dikin.
Yên ku dixwazin vê sîyasetê biguherînin, ew jî xwe ji vê dafikê xilas nakîn û bi rewşek din sîyaseta ku hata nuha hatîye kirin, dixwazin careke din wî dubare bikin
Du roj berê Guruba Kurdên Azad jî li Amedê civîyan û di vê fizildûmanê da biryara damezrandina partîyek nû girtin. Gor axaftina serokê Guruba Kurdên Azad Birêz Şerafettin Elçi, armanca wan ewe ku ji bo rizgarbûna gelê kurd partîyeke Kurdî ava dikin û dixwazin bi sistemeki federalî pirsgireka Kurd, di nav yekitîya Tirkîyê da çareser bikin. Ji bo vê yekê ewê rojên pêşî da gava xwe ya yekemîn jî li Enqerê bavêjin.
Biryara damezrandina partîyê li Amedê hat girtin. Ev işaretek baş e, lê ne bes e, lewra wek yê din istiqameta wan jî Enqere tê xuyakirin.
Partîya Kurdên Azad…
Ferqa wê çîye?
Yek tiştek bala min dikşîne.
Ew jî navê wî yê bi Kurdî ye…
Ji bo rizgarkirina gelê Kurd gelo navekî xwes û bi Kurdî tenê bes e…
Zu an dereng, emê bibînin…
12.12.2006
12.12.2006
ikramoguz@navkurd.eu