Nîyet û kirin, girêdayî hev in.
Nîyet tiştekî nedîtbar e.
Kirin jî tistekî berbiçav e, şênbar e.
Kirin ji nîyetê pêk tê…
Heger nîyet û kirinên mirovan yek nebin û di navbera wan da ahengîyek tunebe, encamên kirinên wan gor nîyetên wan nabin.
Carcaran ji nîyetên çê û pîroz, encamên çewt û xelet, an jî carcaran ji nîyetên xirab encamên çê û pîroz derdikevin holê…
Wek mîsal; Kurd û kiryarên wan…
Nîyeta wan a di warê sîyasetê da nîyeteke baş û pîroz e, lê mixabin pirîcaran kiryarên wan ji nîyeta wan cudatir e.
Ez bi xwe tu car ji nîyeta Kurdên ku di nav sîyasetê da cîh girtine û dixebitin, nakevim şikê. Kîjan hêz, an jî kîjan partî dibe bila bibe, kesên ku di nav sîyasetê da cîh digrin, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd dixebitin, di bingeha nîyeta wan da azadî û serxwebûna Kurd û Kurdistanê he ye.
Ew jî nîyeteke baş û pîroz e…
Ji ber ku pirsgirêka Kurd wek goga agir e. Heta nuha kî ku destê xwe avêtibe, ji bo menfaatên xwe yên şexsî tu tiştek jê nedîtî ye û ji îro şunda jî tu kes nabîne. Bîlakîs di wê rê da bi hezaran Kurd ji can û malên xwe bûn û hê jî dibin.
Ji dewletê zilm û zordarî dîtin û dibînin…
Ji para hinekan ra heps û zîndan, koçberî û sirgûn, ji hinekan ra jî kuştin ket…
Heger nîyeta Kurdên ku hata îro doza Kurd û Kurdistanê kirin û yên îro wê dozê didomînin, nîyeteke baş û pîroz neba, tu kesî cîhê bîla bê sebep destê xwe dirêjî goga agir nedikir û jê dûr disekinî…
Lê dîsa jî mirov dikare bêje, gelo nîyeta baş û pîroz bi serê xwe tenê bes e!..
Nîyeta bê kirin, an jî kirinên ku ji nîyetê cudatir çiqas çê û pîroz in!..
Ji sedsalan virda Kurdên xwedî doz ji bo ziman û çand û hunera xwe xwîna xwe rijandin, lê ji bo bikaranîna zimanê xwe gavek neavêtin. Rûmet nedan/nadin çand û hunera xwe…
Di jiyana xwe ya rojane da roj bi roj ji Kurd û Kurdayetîyê dûr ketin…
Sedem cudayetîya nîyet û kiryarên wan, encamên çewt û xirab, îro derdikeve pêşîya wan.
Ji vê yekê hem ew zirar û zîyanê dibînin, hem jî kesên derdora wan û nîyeta wan…
Ji salên 90’î vir da bi dehan partîyên legal hatin damezrandin.
Rojname û Kovarên bi zimanê Kurdî hatin weşandin.
Weşanxaneyên ku pirtûkên Kurdî diweşînin hatin avakirin.
Salan berê dewletê bi dek û dolaban kilît li derîyê partîyê legal dixist û rêvebirên wan dadgeh dikir, îro Kurd bi destê xwe derîyê wan digrin û bi ruhê Tirkayetîyê partîyê nû ava dikin.
Rojname û Kovarên ku bi zimanê Kurdî weşanê xwe dikirin, ji alî dewletê va dihatin qedexekirin, îro sedam kemasîya xwendevanan Kurd bi destê xwe weşanên wan dibirin.
Ji bo guhdarîkirina straneke Kurdî canê xwe didan, îro bi dehan televîzyon bi zimanê Kurdî weşanên xwe dikin, piranîya Kurdan li wan temaşe nakin…
Astengên li pêşîya çapemenîya Kurdî ji holê rabûn, Kurdan dest ji çapemenîyê berdan, pirtûkên ku bi zimanê Kurdî tên çapkirin, di kuncikên weşanxaneyan da dirizin…
Wek ders a bijarte be jî, di mektebên Tirkan da perwerdetîya bi zimanê Kurdî dest pê kir, mixabin Kurd zarokên xwe nêzikî wê dersê nakin…
Çi dikin?
Bi pirranî hemû kar û barên xwe, bi zimanê Tirkî bi cîh tînin, bi zimanê Tirkî sîyasetê dikin, di malên xwe da bi zar û zêçên xwe ra, li kûçe kolan bi heval û hogirên xwe ra bi Tirkî diaxifin, bi Tirkî dixwînin û bi Tirkî dinivîsînin. Di hemû xalên jîyanê da wek Tirkan dijîn…
Bi vê yekê jî nasekinin, kesên ku wek wan nafikirin, bi zimanê Tirkî û bi terzek tund tawanbar dikin, hevdu bi berbiçûyîna Tirkayetîyê rexne dikin…
Lê nizanîn ku ew bi xwe jî roj bi roj, sal bi sal ji Kurd û kurdayetîyê dûr dikevin û bi lez û bez gavên xwe ber bi Tirkayetîyê davêjin…
Nîyetên wan çê û pîroz in, mixabin kiryarên wan çewt û xelet în…
25.04.2014