Saîdê Kurdî behsa sê nexweşîyên Kurda dike.
Ew jî; “Nezanî”, “Xîzanî” û “Îxtîlaf e” .
Kurd nezanin, ji ber wê yekê jî bi salan hatin xapandin. Pêşîya xwe nedîtin, bê rê û rêbaz man. Dost û neyarên xwe ji hev veneqetandin û bi dilekî paqij destê xwe dirêjî kî kirin, ji wan zirar û zîyanî dîtin.
Xizanin, sedemê xizanîya xwe jî nezanîbuna wan e. Xizanîya xwe wek qeder didîtin û li ber qedera xwe ya reş histuyê xwe xwar dikirin û ji sibê hata evarê ji xaliqê xwe ra dua dikirin.
Navbera xwe da bê îtifaqin. Ji xwe ra şêr, ji neyarên xwe ra histuxwar û belengazin. Ji mezinê xwe ra bê hayîdar, ji yên bîyanî ra bi hurmet û rêzdarin.
Sedem van nexweşîyan, Kurd tu car bi sernektin û di hemû hewldanê xwe da têkçun û bindestan da man.
Lê dinya guherî, zanîn û zanyarî pêşda çu, Kurd hê di cîhê xwe da dilivin.
Ne gavek pêşda diçin, ne jî şunda…
Duh li ser navê eşîr û axatîyê şerê hev dikirin, îro bi hêzên binerdî –eşîretên modern- şerê navbera xwe didomînin.
Duh xapînokên neyarên xwe bun, îro ji alî xulamên neyarên xwe va tên xapandin.
Duh neyarên Kurda ji Kurdan ra digotin; „damezrandin û idarekirina dewletê huner dixwaze, Kurd ne dikarin dewletek damezrînin, ne jî dikarin birêvebibin“.
Îro jî „Serok“ û „Rêber“ên Kurd ji wan ra dibên; „Dewlet sazumana koletîyê ye. Ji bilî vê yekê jî em ne dixwazin dewletek damezrînin, ne jî dixwazin gelê xwe bikin kole“.
Dîsa jî tu deng ji kesî dernayê.
Hemu Kurd sankî kes kerr û lal in.
Tu kesek serê xwe bilin nake û nabê; „madem dewlet sazumana koletîyê ye, gelo xêncî gelê Kurd hemû gelên cîhanê kole ne?
Heger gelên xwedî dewlet kole bin, Tirk ji kole ne. Gelo, Kurdên di bin baskên dewleta Tirk da hemwelatîya xwe didomînin, çi ne?
Lê dinhêrim ku hemu Kurd ji vî halê xwe kêfxweşin û tu gilî gazinek jî nakin.
Halbukî di nav sî salên dawî da 40-50 hezar kes hatîye kuştin…
Nêzikî pênc hezar gund hatine valakirin…
Bi mîlyonan Kurd ji warên bavû kalên xwe hatine koçberkirin…
Bi hezran zar û zêç sêwî man…
Ev hemu bûyer ji bo Kurdan ne xem e…
Îro ji bo wan ya herî gring yek slogane kû ji devî kesî da nakeve.
Ew jî; „Bê Serok Jîyan Nameşe!“
Rast e, be serok û serokatî jîyan nameşe, heger mirov xwedî dewlet be…
Tê dîtin ku dem û dewran gelek guherîye, lê Kurd hê jî nezanîn, hê jî xizanin…
Ya kû di civatêda hatîye guhartin ew e:
Mirud bune qul, Şêx jî bune „Serok“!..
09.12.2009
ikramoguz@navkurd.eu