Meha Adarê, di dîroka gelê Kurd de mehegî gelek girîng e. Adar meha şîn û şahîyê ye.
Meha Newrozê ye.
Ji sedsalan vir da Gelê Kurd kîngê ku hewl dida xwe û ji bo şahîya Newrozê dest bi kar û xebatê dikir, hemû rê lê dihatin girtin.
Zilm û zordarî dest pê dikir…
Xwîn dirijîya…
Şîn û şahî tevlihev dibû, hêsirên çavên dayîkên Kurd, wek barana biharê dirijîyan…
Şahîya Nêwrozê bi xwîna qîz û xortan va dihat xemilandin…
Mizgînîya biharê di dilê wan dima…
Qedera wan a reş pêsîra wan bernedida…
Rojên 21’ê Adarê, siba wan bi rengên biharê va dest pê dikir, bi tarîya êvarê ra reş girêdidan…
Kuçe û kolanên bajaran li wan diherimîn, xwe davêtin serê çol û çiyan…
Gazî û hewara wan digîşt erş û ezmanan…
Dinya kerr û lal dibû, kesî gazî û hewara wan nedibihîst, xêncî çol û çîya…
Tenê li Çîyayên Kurdistanê li wan starî dikir…
Bi starîya çîyan ber xwe didan…
Bi destpêka salên du hezarî da qedera wan a reş guherî, li Başur ewrên reş û tarî pişkifîn, di nav ezmanên çitên sipî da roj derket.
Tîrêja rojê da ser çîya û banîyan.
Kurd hişyar bûn, tîna rojê dilên wan germ kir, ken hat ser dev û lêvên wan…
Şîn û şer, xwîn û hêsir bûn dîrok…
Li pê şîna Helepçê, şahîya Newrozê ji nû va dest pê kir…
Dora şahîyê hat Bakûr…
Tîrêja ku salan berê li ezmanên Başur çûrisîn, îro ber bi Bakûr tê.
Li Bakûr jî êdî ewrên reş û tarî dipişkifin.
Roj hêdî hêdî ronî dibe…
Dengê gulê domdomê tên birîn…
Ji kuçe û kolanên bajaran dengê kilam û stranan tên…
Ji gundan, ji serê çol û çîyan avazên dengbêjan bilind dibin…
Newroz cara yekemîne ku bê xwîn û bê girî, bi ken û bi eşq tê pîrozkirin.
Keç û xort, jin û mêr, kal û pîr, bê tirs û bê xof, di şahîyên Newrozê da cîhê xwe digrin, dikevin milê hev û bi hev ra govendê digerînin…
Li dora agirê Nevrozê kilam û stranan distirên, bi hev ra direqisin û dibêjin:
Newroz mizgînîya biharê ye…
Newroz roja şahîyê ye…
Newroz serhildan e…
Newroz dîlana qîz û xortan e…
Newroz cejn e, cejna Gelê Kurd e…
Cejna me pîroz be!..
21.03.2013
ikramoguz@navkurd.eu