Weke anekdotek di bîra min da ma ye. Salên borî, di sohbetên olî da hin kesan digotin; di dinê da sê cûre mirov hene. Ji wan cureyan yek, ew kesên bawermendin ku, gor bîr û bawerîyên xwe dijîn. Ew ne li kesî xirabîyê dikin, ne jî ji kesî ra xirabîyê dixwazin. Ew wek jîyana xwe ya vê dinê, li dinya wîyalî jî jîyana xwe ya bê dawî di bihûştê da derbas dikin.
Cureya duduyan jî kesên xwedî bîr û bawerî ne, lê ji kesên cureya yekem da cîh digrin cudatir, ew li kesî xirabîyê nekin jî xêncî xwe ji kesî ra çêyîyê jî naxwazin. Bîr û baweriyên xwe ji bo berjewendîyên xwe yên rojane bikartînin û gor bîr û bawerîyên xwe najîn. Ew kesên gunekar in. Sedem vê yekê ew gor guneyên xwe yên vê dinê beşek ji jîyana xwe ya wî alî, di dojehê (cehennem) da derbas dikin.
Ew kesên di cureyan sisîyan da cîh digrin, ne bîr û bawerîyên wan, ne jî kirin û gotinên wan hevdu digrin. Ew kesên tevlihev in. Ne qîbleya wan, ne jî bîr û bawerîya wan yek in. Berjewendîyên wan li kîjan alî be, ew jî gor wê yekê qîbleya xwe li wî alî diguherînin. Sedem vê yekê, li dinya wîyalî jî cîhê wan ne bihuşt, ne jî dojeh e. Ew di navbera bihuşt û dojehê da, di Newala Waweylê da diçin û tên.
Dema ku ez îsal çûm welat û rewşa Kurdên ku di gund û bajaran da dijîn, dît, ev anekdota ku min salan berê bihîstibû, hate bîra min.
Tu dibê sankî ew anekdot ji bo Kurdên Bakûr hatîye gotin.
Mirov dikare bêje Kurdên Bakûr jî îro ji sê cureyan pêk tên.
Ji wan yek gundî ne.
Yê diduyan bajêrî…
Yê sisîyan jî ne gundî ne jî bajêrî, kesên tevlihev in.
Di nav van salên dawî da jîyana Kurdên Bakûr jî di gelek xalan da pêşta çû ye. Bi taybetî ew Kurdên ku di gundan da dijîn, îro, ji berê zedêtir li nasnameya xwe û zimanê xwe xwedî derdikevin, bê tirs û bê xof xwe wek Kurd bi nav dikin. Sîyaseteke tûj û tund nekin jî, di vî warî da tercîhên xwe, bi piranî gor nasnameya xwe bikartînin.
Kurdên bajarî jî ji du beşan pêk tên. Ji wan beşek di bajaran da hatine dinê û li wir mezin bûne. Pirranîya wan zimanên xwe yên zikmakî nizanin û ji orf û edetên Kurdayetîyê dûr in. Di jîyana xwe ya rojane da Tirk, di warê sîyasetê da jî Kurd in. Çiqas ji zimanên xwe yên zikmakî û ji kurdayetîyê dûr bin, ew jî xwe Kurd dihesibînin û di nav sîyaseta Kurdî da cîh digrin, bi zimanê Tirkî sîyasetê dikin. Nezanîbûna zimanê xwe yên zikmakî wek kêmasî nabînin û ji bo hînbûna ziman xwe zêde naêşînin. Heger bixwazin, dikarin di demeke kurt da bi hêsanî fêrî ziman bin. Ji ber ku kesên derdora wan Kurd in û ew jî di nav Kurdan da sîyasetê dikin.
Lê hinek Kurdên bajari hene ku ew di her warî da tevlihev in.
Ne Tirk in, ne jî Kurd in…
Ne bajarî ne, ne jî gundî…
Ew di hemû xalên jîyanê da, çeperast diçin û tên.
Pirranîya wan di salên dawî da ji gundan koçber bûne û hatine di bajarên herêmê da bi cîh bûne. Bi hatina wan a bajêr va, jîyana wan ji nişkêva hatîye guhartin. Berê şikl û şemalên xwe, dû ra jî ziman û axaftina xwe guhartine.
Gor cîranên xwe yên oldar bi awayekî, gor yên din jî bi awayekî din dijîn û diaxifin.
Roj bi roj ji nasnameyên xwe yên netewî dûr dikevin û bi zimanên xwe yên tevlihev li pê nasnameyên nû digerin.
Xwe wek Tirk bi nav dikin û bi kesên derdora xwe ra bi Tirkîyeke nîvco diaxifin. Heta ku ji destên wan were xwe ji Kurd û kurdayetîyê dûr disekinin.
Mixabin, bi van kirin û kiryarên xwe li ba Tikan jî cîh nabînin. Ew ciqas xwe weke Tirk bibînin û bi nav bikin jî, Tirkên derdora wan, wan weke Tirk qebûl nakin û Kurdbûna wan hergav li rûyê wan dixin û piçuk dibînin.
Ne weke Kurd dimînin, ne jî weke Tirk tên qebûlkirin.
Kurdên nîvbajêrî jî, wek kesên ku li dinya wîyalî, di nav newala waweylê da li der dora xwe diçin û tên, li vê dinê weke kerr û gêj di navbera Kurd û Tirkan da diçin û tên…
Carê xwe avêtinê nav newalê, ne dikarin pêşta herin, ne jî dikarin şunda vegerin…
06.09.2014
ikramoguz@navkurd.eu