Hemê navê mirovekî sêwî û lal, Şemê jî navê gundê wî bû. Li rûyê dinê da tenê du kerê Hemê hebûn, ji wan navê yekî Îsmetê kerr, yê din jî Kemalê kor bû. Wexta ku dawîya havînê karên bêderan dest pê dikir, Hemê jî bi kerên xwe va gund bi gund digerîya û ji xwe ra zikata genim top dikir.
Wê demê zarokên ku diçûn dibistanê, navê Îsmet û Kemal bihîstibûn, lê haya wan ji kerr û korbûna wan tunebûn. Kitabên ku tê da bahsa wan dikirin, di wan kitêban da qala korbûn û kerrbûna wan nedihat kirin. Ji bo wê yekê tu wate nedidan navê kerên Hemê. Lê mirovên mezin mexseda Hemê dizanîbûn. Kî rastî Hemê bihata, pê henekê xwe dikir û serîda navê kerê wî jê dipirsî û jî jê ra digot; „Hemê, te çima navên kerên xwe wusa lêkirî ye?“
Hemê jî berê hêrs dibû, dû ra li der dora xwe dinihêrî û pirsa wan dibersivand.
– Kemalê kor û Îsmetê kerr bi salan li pişta me sîyarbûn. Tade û zilm û zordarî li me kirin. Îro ji ez li wan sîyar dibim û heyfa me hemûyan ji wan digrim.
Wan salên ku Hemê nav li kerê xwe kiribû, zarokên kurda jî hinek nav li kûçikan dikirin. Ji wan yê bi nav û deng polês û cendirme bûn. Zarên gund demê xwe yên vala bi lîstikan derbas dikirin. Lîstikên wan jî pirrî caran „birr“ û lîstika bu „kap“an bû.
Carcaran jî dema dihatin ba hev, di navbera xwe da dadgehek saz dikirin. Yek dibû dozger (sawcî), yek dibû parêzer (abuqat), sê hev jî dibûn hakim. Kûçikên ku navê wan polês an jî cendirme hatibûn lêkirin, wan digirtin, bendek davêtin histuyê wan û yekoyek danîn hizura dadgehê. Berê îfada wan dikirtin, dû ra jî cezayê wan dibirîn.
Ceza, bi pirranî kûçik ji gund dûr dixistin û bi kevir û daran berî kûçik didan. Heger kûçik bê xwedî ba, cezayê mirinê didanê û wî dardadikirin.
Ez jî di piçûktîya xwe da bûm şahidê dardakirina kûçikekî, ew jî kûçikê mala apê min, navê wî jî polês bû.
Min jî wek zarokên wê demê mexseda Hemê nizanbû, lê mexseda me zarokan tirs û xof bû. Me li mezinên xwe zilm û zora polês û cendirman bihîstibû, ji kilam û stranên dengbêjan jî dardakirin û işkencekirina rêberên gelê Kurd guhdarî kiribû.
Ji bo wê yekê me jî di lîstikên xwe da, heyfa bav û kalên xwe, heyfa rêberên xwe wusa ji polês û cendirman digirt.
Lê em ne wezîr, ne jî ulumdar bûn. Mexseda me jî, neyartî û înkarkirina Tirkan jî nebû.
Duh navê gund û bajarên me, navê çîya û deştên me hatibûn guhartin. Lêkirina navên bi Kurdî qedexebûn, Kurd jî weke Tirkên Çîyayî dihatin binavkirin.
Îro jî Tirk hinek navên ajalên ku bi warê zanyarî hatine dayîn, gorî dilê xwe diguherînin. Ez vê yekê ji ber xwe dernaxînim, gor agahîyek rojnama Tirk ya bi navê Hurriyet dibêje.
Di hêjmara Rojnama Hurriyetê, ya roja 5’ê Adarê 2005’an da wuha tê gotin:
„Wezareta Tirkan navê rûviyê Kurdistanê guhart. Tirk dibêjin navê rûviyekî li Kurdistanê, Vulpes Vulpes Kurdistanicum, yekîtiya dewleta Tirkan xirab dike. Navê rûviyê sorê Kurdistanê yê navneteweyî Vulpes Vulpes Kurdistanicum e. Yekîtiya Miletan jî ev qebûl kiriye. Lê wezareta tirkan ew nav guhart. Kurdistanicum ji navê rûvî rakirin û tenê Vulpes Vulpes hîştin. Disa gorî wezareta Tirkan Ovis Armeniana, mîya Anatolîa kûvî, bû Ovis Orien Anatolicus, Xezala ku bi navê Capreolus Capreolus Armenius tê zanîn, ew jî wek Capreolus Caprelus Capreolus hat guhartin.
Mirovên pispor gorî hîn qaideyan nav ajalan dikin. Ji wan qaideyan jî yek ewe ku, ajal gorî cîyê ku lê dijîn tên binavkirin.
Yên ku ev nav li rûvîyê sor kirine ne kurd in, ne jî haya kurdan ji wan he ye. Ew nav gor şert û mercên zanyarîyê hatine bikaranîn.
Lê gorî alim û wezîrên Tirkan hinek navên ajalan ji bo dewleta Tirk weke tengasîyeke mezin tên qebul kirin û ew jî wan navan gor dilê xwe diguherînin.
Dema ku min ev nûçe xwend, Hemê Şemê û herdû kerên wî hatin bîra min. Ji bo bîranîna Hemê, ji hinek Kurdên ku hê xwe weke birayê Tirkan xdibînin re, pêşnîyareke min he ye.
Werin em jî navê hemû ker û kûçikên xwe, ga û gamêşên xwe, wek Hemê Şemê biguherînin û navên bi Tirkî lêkin ku bila „Komara Demoqratîk“ hilneweşe.
05.03.2005
ikramoguz@navkurd.eu