Ji bo çareserkirina pirsa Kurd gelo muxatab kî ye û mercên wî çi ne!
Kingê ku ez li gotinê sîyasetmedar û rewşenbîrên Kurd dinêrim, carcaran dibêm, gelo em li AKP ma û di vî warî da tu gavek ne lizim Xoce) hesiyamyle karşılanır…öre düssüncelerine degger verir… Kürt kamuoyu da ancak o ’ê û dewleta Tirk neheqîyê dikin.
Ji bo çareserîya pirsa Kurd hata çend sal berê tu stratejîyek dewleta Tirk û berpirsên wî tunebûn. Wan vê meselê bi şerê çekdarîya PKK’ê va girêdidan û hemû sîyaseta xwe jî gor vê yekê bi kar dianîn.
Cara yekemîn hukumeta AKP’ê xwest ku bi berpirsîyarên Kurdan ra danûstandinê bike, lê tu kes li hember wan derneket û rûnenişt.
Wek îro eşkere nebe jî, nîyeta wan BDP bû, lê mixabin berî herkesî berpirsên BDP’e xwe şûnda kişandin û gotin; „muxatabê we ne em in, muxatab Îmralî an jî Qendîl ê“.
Sedem vê yekê hinek berpirsên dewletê li alîkî bi Îmralîyê, li alîkî jî bi Qendîlê ra rûniştin û dest bi muzakereyê kirin. Qasî ku em dizanîn, di gelek xalan da jî li hev hatine. Serokê PKK’ê ji Îmralîyê mizgînîya lihevhatînê jî da, mixabin Qendîlê bi êrişa Sîlwanê, serîda mizgînîya Serokê xwe yê Îmralîyê pûç derxist, pişt re jî dawîya wê muzakerê anî.
Ser vê yekê hukumeta AKP’ê bi mehan bê deng ma û di vî warî da tu gavek neavêt. Lê îro hukumeta AKP’ê bi stratejîyek nû va dixwaze ku li alîki li dijî PKK’ê şer, li alîyê din jî bi berpirsên Kurd yên legal, bi taybetî jî BDP’ê ra careke din dest bi danûstandinê bike.
Ev stratejîya nû da çiqwas qala şerê diji PKK’ê were kirin jî, gor raya min di bingeha wê da, ji şer zêdetir dîyalog cîh digre.
Dewlet jî, hukumeta AKP’ê jî dizane ku BDP sîya PKK’ê ye û bê nerazîbûna PKK’ê, BDP tu gavekî jî navêje. Dîsa ew dizanin ku BDP wek xwe muxatab nîşan bide û ji bona vê yekê ji PKK’ê icazetê bigre, ew jî tê vê wateyê ku PKK dest ji çekan nekşîne jî, ewê hata encama dan û standinê agirbestê îlan bike.
Dema ku PKK’ê agirbest îlan kir, wê demê pêdiwîya ji bo şerê dijî PKK’ê ya di stratejîya dewletê da cîh digre, namîne.
Lê nîyeta PKK’ê, ji çareserkirina pirsa Kurd zêdetir tiştekî din be, PKK ne icaze dide BDP’ê, ne jî BDP ji bo vê yekê xwe muxatab nîşan dide.
Ev jî tê vê wateyê ku bê muxatab jî ne danûstandin dest pê dike, ne jî ev pirs çareser dibe…
Hinek rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd dibên ne pêwîste ku ji bo çareserîyê muxatabek hebe, hukumet dikare bi gelê Kurd re jî runê û gav bavê je.
Ji wan rewşenbîr û sîyasetmedaran yek jî Kemal Burkay e.
Duh êvarê Kemal Burkay, Serhat Dicle, Muhsîn Kizilkaya û Mazhar Baxli, di TRT-6’ê da li ser vê mijarê gengeşi dikirin. Demek dûr û dirêj bû min Burkay guhdarî nekiribû. Qasî ku min ji gotinên wî fêm kir, niyeta Burkay ewe ku ne tenê BDP, bila ji muxetaban yek jî Hak-Par be. Lê wî rasterast qala Hak-Par’ê nekir û bi kurtî wuha got; „heger dewlet bixwaze ne hewceye ku bi partî û dezgehek ra vê mesele muzakere bike, ew dikare rasterast bi gelê Kurd re runê û vê meselê çareser bike“.
Mixabin ya ku Burkay û yên wek wî difikirin nadin berçav ewe ku, gelê Kurd îro çi dixwaze û li pê kê diçe?
Rastîyek li ber çava ye ku îro ji % 99 Kurd li pê PKK’ê û AKP’ê diçin. Yên li pê AKP’ê diçin, daxwazên wan ji AKP’ê, yên ku li pê PKK’ê diçin, yê wan jî ji PKK’ê zêdetir nînin. Dimîne ji % 1, daxwazên wan jî çi dibe bila bibe, ne li ba AKP’e ne jî li ba PKK’ê muhîm in.
Li alîyê din, çareserîya vê pirsê bi danûstandinê be, ew jî bê muxatab nabe.
Şert û mercên vê yekê jî kifş e.
Çiqwas nîvên Kurdan li pê AKP’ê biçin jî ne AKP partîyek ji partîyên Kurdan e, ne jî di vî warî da muxatabê dewlete ye, lewra îro AKP dewlet bi xwe ye.
Dimîne BDP.
Gor raya min BDP çigwas di bin bandora PKK’ê da be jî, di nav gelê Kurd da temsîlîyeta wî, ji PKK’ê jî zêdetir e. Îro PKK bi serê xwe têkilî hilbijartinê bibe, tu car qasî BDP’ê rey nastîne. Lewra gelek Kurd hene ku dijberî PKK’ê bin jî, ji bilî bê alternatîfîyê dema diçin ber sandoqa hilbijartinê, bê dil be jî, reyên xwe didin BDP’ê.
Sedem vê yekê ye ku baş an jî xirab, BDP, îro pirranîya Kurdan temsil dike û ji bo çareserîya pirsa Kurd li hember dewletê jî muxatabek meşrû ye…
Kêmasîyên BDP’ê pirr in, lê ya ku ji BDP’ê ra lazim e, ew jî cesaret e.
Stratejîya ku îro dewlet bikartîne, tirsa BDP’ê zêde, cesareta wê jî kêm dike…
Rewşenbîr û sîyasetmedarên ku îro dijbertîya PKK’ê dikin, xuyaye, ne dikarin alternatifeke nû amade bikin, ne ji dewlet wan muxatab qebûl dike.
Lê ew disa jî dikarin rolekî dîrokî bilîzin. Heger ew jî bi stratejîyek nû BDP’ê wek muxatab li hember dewletê nîşan bidin û ji wê ra aqilbendîyê bikin, dikarin tirsa BDP’ê kêm, cesareta wê jî zêde bikin…
Li hember vê stratejîya wan dewlet jî, PKK jî nikare rasterast derkeve.
Ez bawerim di vê meselê da stratejîya Mesud Barzanî jî ev e.
Lewra, xêncî vê yekê tu rêyek din jî xuya nîne!..
31.03.2012
ikramoguz@navkurd.eu