Mirovên bê dewlet, sêwî û bê xwedîne…
Di dema zaroktîya min da, ew zarokên ku di gundan da dijîyan, çavên wan di salê da ancax çend caran bi fêkîyan diket.
Ji wan caran yek mehên havînê, çerçi bi barê keran dihatin gund, fêkîyên ku danîn, bi beranberî, genim, rûn an jî hirîya pez difrotin. Heger di malekî de ji van her sê tiştan yek heba, çavê zarokên wê malê bi fêkîyan diket û hinek ji wan tam dikirin. Yên ku tam nedikirin, ew jî heta ku çerçî ji gund biçûya, ji dur va histûyê xwe di ber xwe da xwar dikirin, li çercî û fêkîyên wî dinihêrîn û çavên xwe têr dikirin.
Yek jî, heger di gund da dawetek heba, dîsa çavên zarokan bi fêkîyan diket. Zava ji gund ba, çerezê zavatîyê, bûk ji gund ba çerezê bûktîyê, her du ji gundekbana yê her du alîyan dihat belavkirin. Ji çerezên dawetê jî, para her zarokekî çend mewij û çend leblebî diket.
Lê du roj hebûn ku, dema wan bihata guhartinê jî, di wan her du rojan da, zarok bi fêkîyan têr dibûn, bi fêkîyan va radibûn, bi fêkîyan ra dileyîstin.
Ew herdu roj, rojên îdê bûn. Ji wan yek îda rojîyê, ya din jî îda hecîyan bû.
Di van herdu îdan da hemû zarokên gund qefle bi qefle ji serîkî gund da dest pê dikirin, mal bi mal digerîyan û di serê din da derdiketin. Biketana kîjan malê, ji bo wergirtina îdanîyê hemû hunerên xwe nîşan didan û ber bi malîvana malê diçûn, destê wê radimûsan, an jî jê ra, „xaloj“, „xaltî“, „metê“ digotin û nêziktîya xwe nîşanî wê didan.
Lê malîvana malê tu car di bin tesîra gotin û kirinên wan da nedima. Serê zarokek guzek, an jî çend fistiq û çend findiq dikir tûrikê wan û wan bi rê dikir. Heger di nav qeflê zarokan da zarokeke lawîn û ji dê û bavê xwe yek tenêba, malîvana malê cardin gazî wî dikir, çenga xwe ya bi fêkî tijî, di tûrikê wî da vala dikir, dû ra li zarokên din dinihêrî; „ev bi tayê tenê ye“ digot û bi van gotinên xwe jî, dilê zarokên din digirt.
Ji ber vê yekê her zarokeke lawîn di salê du caran dixwest ku, xwezila ew jî ji dê û bavê xwe tenê yek ba…
Di ser wan rojan da sal û zeman derbas bûn, wek hemû xalên jîyanê, pîrozkirina îdîyan jî hate guhartin. Îro ne zarok ji bo guzek mal bi mal digerin, ne jî malîvan wek demên berê bi guzek zarokan dixapînin.
Zarokên gund jî îro wek zarokên bajarî şûna guz û findiq û fistiqan da pera dixwazin, dawa lîstikên elektronîk û tiştên biha dikin.
Ji ber ku ferqa gund û bajaran nema.
Gundî jî êdî nîvbajarî ne. Siba ji gund radibin, diçin bajêr, ber bi êvarê şûnda vedigerin. Dinya bûye wek gundekî mezin. Şûna kevneşôpîyên berê, yên nû girtine.
Di her xalên jîyanê da pîvanên gundî û bajarîyan bûne yek. Ne tu kes gor yekbûn û pirranîyê li zarokan dinihêre, ne jî gor wê yekê rûmetê dide wan.
Yek pîvanek tenê he ye, ew jî pul û pere ne.
Bavê kê dewlemend û xwedî pul û pere be, bihayê wî gor dewlemendîya bavê wî te pîvan û ji derdora xwe jî gor bihayê xwe rûmetê dibîne…
Di bazara dinê da pîvana mirovatîyê cûda ye. Heger xwedîyê mirovan tunebe, dewlemendî jî carcaran pere nake…
Xwedî jî dewlete…
Biha û rûmeta mirovan jî , ji kijan reng û ol û miletî dibe bila bibe, gor rewşa dewleta wan tê guhartin.
Heger mirov hemwelatîyê dewleteke dewlemend û desthilatdar be, bihayê mirovan giran, rûmeta mirovan jî zêde ye.
Dewleta kê feqîr û bê hêz be, biha ê wan wan sivik, rûmeta wan kêm e.
Heger dewlet ku tunebe, di wê bazarê da mirov bê rûmet û badilhewa ye…
Wek mîsal.
Heger navê we Galit Şalit be û hûn têkevin tengasîyê, dewleta we ji bo azadîya we bi hezaran girtîyên Filistînî azad dike…
Navê we Georg û Meorg be, ji bo jîyana we, dewleta we dinyayê ser û bine hev dike…
Navê we Elanûr û Melanûr be, dewleta we dinyayê dide alîkî, bi DAîŞê ra rudinê û bi beranberi çek û rêxtên giran û biha va, we ji tengasîyê xilas dike…
Lê navê we Hêlîn, Nalîn û Zarîn be, ne kes li we xwedî derdikeve, ne jî hewara we dibihîse…
Heger dewleta we tune be, heta navê we Aysel be û hûn di meclîsa dagirkerên xwe da parlamenter bin jî, dîsa kes li we xwedî dernakeve…
Dewleta ku ji bo 49 hemwelatîyên xwe bi DAÎŞ’ê ra rûnişt û li ber çavê dinê pevguhartin çêkir, di ser teda gulan dibarîne. Ne hewara te û gelê te dibihîze, ne jî dihêle tu li gelê xwe xwedî derkevi…
Tu çi dikî, keviran davêjî leşkerê dewleta ku di meclîsa wê da parlamenterîyê dikî…
Ne parlamenterîya te bihayê te zêde dike, ne jî keviravêtina te dibe rûmet û li te vedigere…
Kîngê dewleta te hebe, dewleteke dewlemend û xwedî edlayî be, wê demê bihayê te û rûmeta te jî, gor ew kesên ku di ser te da gulan dibarînin, hinek zêde an jî hinek kêm dibe…
Lê tu çi dikî û çi dîbêjî?
Li alîkî li ser leşkerên ku, tu meclîsa dewleta wan da parlamenterîyê dikî, da kevir dirêşînî, li alîyê din jî heta ku ji te tê diqêrî û dibêjî; „ez ji bo xwe û ji bo gelê xwe dewletê naxwazim!“
Madem tu naxawazî wek hemû gelên cîhanê bibî xwedî dewlet, wê gavê qala bihayê xwe û rûmeta xwe jî meke!..
Wek zarokên ku ji dûr va li çerçî û fêkîyên çerçî dinihêrin û xewn û xeyalên xwarina fêkîyan dikirin, tu jî dest ji keviran berde, here di meclîsa Tirkan da rûnê, li Ala Tirkan û li şiklê Ataturk binihêre û xwe bi xewn û xeyalên biratîya gelan va bixapîne…
05.10.2014
ikramoguz@navkurd.eu