Piştî mirina Yaşar Kemal, hevaleki min jibo wî hevokekî nivîsandibû: „Karıncaya su içiren adam…“
Gelo ji vî hevokê bêtir hunermendîya Yaşar Kemal a di warê nivîsandinê da nîşan bide, hevokek din he ye…
Kizmorîk û vexwarina avê, tê aqilê ki/kê?
Hevokeke wusa ancax ji devê nivîskarekî wekî Yaşar Kemal derdikeve û ji alî yekî wek wî tê nivîsandin.
Min jî ev hevok vegerande Kurdî û kir sernivîsa xwe…
Nivîsandin karekî zor û zehmete.
Mijara nivîsê Yaşar Kemal be, ev kar bêtir zehmet dibe.
Beşera mirov tê girêdan, peyv di devê mirov da dimîne.
Min Yaşar Kemal, di salên 70’yî da bi rîya pirtûka wî ya bi navê „Efsaneya Çîyayê Agirî- Ağrı Dağı Efsanesi“ va naskir. Ji wê rojê vir da min şopa pirtûkên wî kir û pirranîya pirtûkên wî bi kêf û eşq xwend.
Min kîngê dest bi pirtûkeke wî bikira, dilê min fireh, Yaşar Kemal jî di dilê minê fireh da cîyekî giring digirt û tê da mezin dibû…
Lê dema ku Kurdbûna wî biketa bîra min û li ser pirtûkên wî yên bi zimanê Tirkî hatibûn nivîsandin, bifikirîyama, wê gavê jî ew li ber çavê min piçûk dibû û jê diqehirîm.
Qehirîn û hezkirin…
Ji van hestên min carcaran yek zêde, ya din kêm dibû, carcaran jî cîh bi hev diguherandin.
Yaşar Kemal, bi salan di dilê min da wek lehengekî bi dualîdar jîya. Li alîkî bi rîya pirtûkên xwe lehengekî nezîk û nas, li alîyê din lehengekî dûr û negihêj…
Heta ku min di salên 90’î da, bi wî ra îmkana hevnasîna rûbirû dît.
Sala 1993’an da ev îmkan bi awayekî rasthatinî kete destê min.
Wê salê Partîya Demoqarsîyê (DEP) di bin serokatîya Yaşar Kaya’da hatibû damezrandin. Piştî damezrandina partîyê çend meh şûnda, bi pêşnîyara Yaşar Kaya li Stenbolê di Hotela Sheratonê da koktêyla danasîna partîyê hatibû amadekirin.
Bi sedan sîyasetvan, nivîskar û ronakbîrên Kurd û Tirk beşdarî wê kokteylê bibûn.
Ji wan yek jî Yaşar Kemal bû.
Ez jî wê demê wek endamê DEPê û Xwedîyê Rojnama Azadî beşdarî kokteylê bibûm.
Eywana ku koktêyl tê da hatibû amadekirin, eywaneke mezin û bi îhtişam bû. Beşdaravanên koktêylê di navbera xwe da komên piçûk saz kiribûn, hinek li ser lingan bi hevra diaxifîn, hinek jî ketibûn milê hev û di nav eywanê da dimeşîyan.
Di wê navbeynê da çavê min li Sirrî Sakik û Yaşar Kemal ket. Yaşar Kemal ketibû milê Sirrî, li alîkî bi hev ra dimeşiyan li alî kî ji ketibûn nav sohbetekî kur û dûr. Min Sirrî Sakik ji destpêka damezrandina HEPê va nasdikir, lê cara yekemîn bû ku min bi çavê serê xwe Yaşar Kemal didît.
Ez ji hevalên xwe qetîyam û ber bi wan çûm. Berê ji wan lêborîn xwest û bi zimanê Tirkî xwe bi Yaşar Kemal va da nasîn. Jiber ku heta wê rojê haya min jî axaftina Yaşar Kemal a bi zimanê Kurdî nebû. Bi bihîstina navê Azadîyê, Yaşar Kemal destê min guvaşt û bi min ra bi Kurdî axifî. Bi axaftina wî ya Kurdî, ji şabûna lingên min ji erdê qetîyan, te digot ez di nav ezmanan da difirim.
Piştî hevnasînê, Yaşar Kemal, Sirrî Sakik û ez, em qasî çend deqîqeyan bi hev ra meşîyan.
Di wê navbeynê da Yaşar Kemal, li min nihêrî û got; „Tu dizanî çima ez evqas zêde ji Sirrî hez dikim?“
Berî min, wî bi xwe bersiva pirsa xwe da û wuha got; “jiber ku bêhna Şemo ji Sirrî tê…“
Ez careke din şaş û metal mam…
Ne hewce bû, ez jê bipirsim ku tu çima ewqas ji Şemo hez dikî?
Jiber ku bersiva pirsa min, di nav gotinên wî da veşartîbû…
Bi wê bersiva wî ya veşartî, ew li ber çavê min careke din mezin bû.
Ji wê rojê vir da, rîya me neket ser hev, lê di derhegê mezinayîya wî û hestên wî yên di warê kurdayetîyê da tu car neketim şikê.
Yaşar Kemal, di jîyana xwe da tu carekî Şemo nedîtibû, bi Şemo ra hevaltî nekiribû. Di milê Sirrî da bû, lê ji Sirrî zêdetir ji Şemo hezdikir.
Çima?
Ji ber ku Şemo wê demê li dijberî zilm û zordarîya dewleta Tirk derketibû û şerê çekdarîyê dikir. Di nav Kurdan da nav û dengê wî belav bibû, wek lehengekî bê hempa dihat bi nav kirin.
Yaşar Kemal jî sedem vê yekê ji Şemo hez dikir û tama hezkirina Şemo ji Sirrî digirt…
Hinek Kurd dibêjin; „Yaşar Kemal çima bi Kurdî nenivîsand?“
Yaşar Kemal jî wek zarokekî Kurd çavê xwe li dinê vekiribû, di bin zilm û zordarîya dewletê da mezin bibû. Di warê asîmîlasyônê da wî jî wek hemû Kurdên Bakur para xwe girtibû, ji ziman û çanda xwe dûr ketibû. Sedem vê yekê bi zimanê Tirkî dest bi nivîsandinê kiribû, heta roja mirinê jî karê xwe yê nivîsandinê bi wî zimanî domand.
Ew bi dostên xwe yên Kurd ra bi Kurdî diaxifî, lêbelê bi kurdîyekî nîvco, kurdîya wî ya kêm jî têrî nivîsandinê nedikir.
Ev kêmasîyeke mezin bû, lê mixabin sedemê wê kêmasîyê, duh jî îro jî dewleta dagirker e.
Ne ku tenê Yaşar Kemal, bi hezaran Kurdên ku li dijberî dewletê derketibûn û daw û doza Kurdistanê dikirin, ew jî bi zimanê Tirkî diaxifîn û bi zimanê Tirkî dinivîsandin. Piranîya wan îro jî bi wî rengî karê xwe dikin.
Sedem vê yekê ye ku, ez bi xwe dikarim bi hêsanî bibêjim, Yaşar Kemal bi zimanê Tirkî diaxifî û dinivî, lê dilê wî bi Kurdî diavêt.
Me tenê dengê zimanê wî dibihîst, guh nedida dengê dilê wî.
Me bi dengê zimanê wî tam ji zimanê Tirkî girt, bi bêdengîya dilê wî em ji tama zimanê Kurdî mahrûm man…
03.03.2015
ikramoguz@navkurd.eu