Tirkên Erzirumê qasî ku dîndar tên xuyakirin, ewqas jî ji dûrî şert û şûrtên islamê dijîn. Li alîkî limêj û taatê dikin, li alîyê dîn çiqwas tiştên ku dîn qedexe kirîye, dikin û xwe ji wan naparêzin.
Weke mînak, di meha remezanê da rojîyê digrin. Heta nivroyê radizên. Piştî nivroyê bi dilê pirçî û bi nîyeta pîroz, cînar bi cînarên xwe ra, jin bi mêrê xwe ra şer dikin, çiqwas pirsên xirab û qirêj hene, wan ji hev ra dibêjin.
Evarê bi xwendina azanê ra, bi lez û bez fitara xwe vedikin, pişt ra bi bayê bezê xwe davêjin qahwexaneyan û li wir heta paşîvê xumarê dilîzin. Bi awayekî din, meha remezanê, ew meha pîroz bi şer û xumarê derbas dikin. Heta piranîya wan cejna remezanê jî bi vexwarina reqî û şerabê ve pîroz dikin.
Lê vewxwerina wan jî gelek cûda ye û ne normal e. Ji ber ku, alkol tu car di hundirê wan da namîne, li serê wan dixîne û wan dikşîne derva. Dema dertên derva, tewşo, mewşo bi rêva diçin û haya ji wan were, li der-dora xwe dinêrin û bila bê sebep diqêrin.
Carcaran di ber derê dost û hezkirîyên xwe ra derbas dibin, berê kulaman distirên, hinek dûr dekevin, pişta xwe didin ber diwareki û wek zarokên histuxwar rûdinên û bi dengê bilind ser xwe da digrîn.
Carcaran jî xwe davêjin sûkê, di dine da çiqwas xeberên xirab hene, ji bo polês û bekçîyan yekoyek li pê hev rêz dikin. Dema ku polês bekçiyek derkeve pêşîya wan, we gavê jî xeberên xwe dadiqultînin û xwe davêjin ber lingên wan.
Rojek du, sê kesên hevalbend bi hev ra reqîyê vedixwin û pişt ra wek hertim dertên derva. Bi hev ra diqêrin û kesên derdora xwe eciz dikin. Sedem vê yekê bekçîyek derdikeve pêşîya wan û li ser wan da diqêre û heqaretê li wan dike.
Dema ku bekçî ji wan dûr dikeve û winda dibe, ji serxoşan yek li derdora xwe dinêre û nişkêva dibêje; “Ûlen, di dinê da çiqwas bekçî û polês hene, ez di jin û makê wan …”.
Dû ra her sê kes bi hev ra wek orkestrayek; “Ûlen, di dinê da çiqwas bekçî hene…” dibêjin, tam di wê demê da erebeyek polêsan tê û li kêleka wan disekine. Bi hatina ereba polêsan va, her sê hevalbend dengê xwe dibirin û li hev dinêrin, pişt ra bi yekdengîyek; “Ûlen, di dine da çiqwas bekçî hene, ewqas jî polês hen in…” dibêjinn û bi vî awayî ji zilma polêsan xilas dibin.
***
Nuha berpirsên dewleta Tirk jî kingê kamera û rojnamevanan dibînin, berê ser û guhê xwe serrast dikin û wek Tirkên Erzurimê ji xwe diçin, ji bo têkilîya Kurd û Amerîkîyan çi tê devê wan, yek û yek tînin ziman.
Hinekên wan di rojekî da koka Kurdên Başûr diqelînin…
Hinekên wan di demek kurt da Bexdayê şûnda digrin …
Hinekên wan di nav saetekî da pirsgireka Kerkûkê çareser dikin….
Hinekên wan jî wek bapîrên xwe yên xwînmij dibên; “Emê laşê Barzanî li ber derê Xelîl Îbrahîm darda bikin û ji kokê va pirsgireka Kurd û Kurdayetîyê hal bikin”.
Rojname û televîzyonên wan jî deqê da carê gor van gotinên bê sînor manşetên xwe diguherînin û wan gotinên qirêj, ji sibê hata êvare dubare dikin.
Ji çepên wan heta nijadperestên wan, tu car vala nasekinin. Ew hemû di kûçe û kolanan da dikevin milê hev û ji bo dagirkirina Kurdistana Başûr ji leşkeran ra telalîyê dikin.
Lê kingê ku berpirsîyarên Amerîkî ji van gotin û daxwazên Tirkan acizîya xwe bînin ziman û sînorên xwe nîşanî wan bidin, wê demê jî berpirsîyarên dewleta Tirk jî wek serxoşên Erzurumê, dev ji daxwazên xwe yên qirêj berdidin û bi awayekî din nîyeta xwe eşkere dikin û dibêjin; “Roja ku Amerika ji herêmê kişîya, emê tenê bimînin!…”
Gelo ew Kurdên ku hê biratîya ji bo Kurd û Tirkan dijbertîya Amerîkayê dikin, ji van gotinên Tirkan tu tiştekî fêm nakin…
Kî bi çi awayî li Tirk û cînartîya Tirkan dinêre bila binêre xem nîne. Lê ev gotina ku pêşîyên me salan berê, gor tecrûbeyên xwe anîne ziman, „Ji heqê bêdîna ancax kesên îmansiz dertên…“ ez carek din dubare dikim û dibêm bila Xwedê kêmasîya Amerîkayîyên “bêîman” nede ku em em di bin destê Tirk û Ereb û farisên „bêdîn“ da nemînin…
17.06.2007