Li ser mirina (kuştina) Turgut Ozal bist sal derbas bû, lê hê ji kuştina wî nehat eşkere kirin. Ji bo vê yekê îro tirba Ozal hat vekirin ku pisporên Tirk ji cesedê wî raçinkek bigrin û sebebê mirina wî zelel bikin. Gava ku min ev nûçe xwend, ew bûyerên ku di nav bîst salan da qewimîbûn, wek fîlmek li ber çavên min da derbas bû.
Sal 1993, meha Nîsanê bû
Ez ji bo civînek li Enqerê bûm. Civîn ji alî komelek Kurd va hatibû amadekirin.
Naveroka wê jî li ser çapemenîya Kurdî bû.
Em çûn di salona ku civîn tê da çedibe, me cîhê xwe girt. Berê serokê komelê bi kurtayî vekirina civînê kir û pişt ra jî ji bo axaftina min, mikrofon dirêjî min kir. Min hê dest bi axaftina xwe nekiribû, derê salonê vebû, keçikek bi devken û rûken ji derî da kete hundir. Keçika rûken, berê ji bo derengiketina xwe uzrê xwe xwast û pişt ra jî wuha got; „gelî hevalan ez dixwazim mizgînîyek bidim we: Serokkomarê Dewleta Tirk Ozal mir“.
Piranîyâ beşdarvanên civînê jî wek keçika rûken civan bûn û ew jî wek wî bi mirina Ozal şadibûn, bi awayekî şabûna xwe jî nîşan didan.
Çend deqe bi ken û şabûnê derbas bû. Ji ber vê yekê min jî berî axaftina xwe, ji bo mirina Ozal û şabûna beşdarvanên civînê, bi kurtayî wuha got:
„Geli hevalan, gere mirov bi mirina tu kesi şa nebe, ew kes neyarê merîva be jî. Ji ber vê yekê ez weke we bi mirina Ozal şa nabim û şabûna we jî tu car fêm nakim. Bîlakîs ez bi mirina Ozal xemgînim ku, min bi vê mirinê li dijberî dewletê, ew dewleta ku hûn bi mirina serokkomarê wî va şa dibin, pêwîstek mafdarîya xwe winda kir.“
Bi rastî jî wusa bû.
Wê demê ez xwedîyê rojnama Azadî bûm. Her heftê di derheqê min da dawekî wedibû. Ji ber wê yekê her roj zemanê min ji rojnamê zêdetir li ba Dadgeha Ewlekarîya Dewletê (DGM) derbas dibû. Di her dawê da jî dozgerên dadgehê min bi karê terorîstîyê tawanbar dikirin. Min jî her car li dijberî wan, gotinên Ozal yên ku di derbarê federasyonê da gotibû, nîşan dida û digot; „heger sedemê tawanbarkirina min ji bo Kurdan xwestina federasyonê be, Serokkomarê dewleta we jî qasî min sûcdar e.“
Mexseda Ozal çiqwas cûda ba, wî jî dixwast ji bo çareserkirina pirsa Kurd, her rê û dirb werin gengeşikirin.
Wê demê ew gotinên ku Ozal dianî ziman, ne tenê ji bo min, ji bo mafdarîya hemû Kurdan pêwîstên giranbûha bûn û tesîra wan jî hebûn.
Lê mixabin di demek kin da ev gotinên Ozal bûn bela serê wî. Dewleta binerd, dawîyê da Ozal kuşt û gotinên wî yên giranbûha jî, di roja ewil da, berî herkesi ji alî heval û hevalbendên wî va hatin terkkirin. Dewleta Tirk carek dîsa vegerîya ser sîyaseta xwe ya qirêj.
Li herdu alîyan jî cîhê dengê sîyasetwanan, dengê çek û rextan girt.
Di wê encamê da, bi hezran gund û bajêr şevitîn.
Bi mîlyonan Kurd ji welatên xwe koçber bûn.
Bi hezaran Kurd li kuçe û kolanan ji alî dewleta binerd va hatin kuştin.
Ji wê demê vir da 20 sal derbas bû.
Li dinê, li Tirkîyê û Kurdistanê gelek guhartinên balkêş çêbûn.
Dewleta Tirk guherî.
Red û înkara Kurdan bû dîrok.
Lê Kurd û Tirk hê jî neguherandine û li dijberî guhartinê çi ji destên wan tê, wî dikin.
Çawa ku bist sal berê Kurd bi mirina Ozal şadibûn, îro jî Tirk ne tenê bi mirina sîyasetwanên Kurd, ew, wek kurê birêz Sirri Sakik, bi mirina zarokên wan jî şa dibin.
Ev jî dide xuyakirinê ku piranîya herdu alîyan jî îro ji hev ra tenê xwîn û mirinê dixwazin.
Tirk bi mirina gerîlayên Kurd şa dibin, Kurd jî bi mirina polês û leşkerên Tirk…
Ji bo Kurd û Tirkan ferqa îro û bîst sal berê ewe ku, çeyî û xirabîyên wan di cîhê xwe da namînin û zu belav dibin.
Çimki, bist sal berê internet hê tune bû. Facebook jî, Twiter jî hê îcat nebibû.
Îro, ki çi dike, bi çi dikene, bi çi digrî û bi çi şa dibe bi saya wan tê zanîn…
Bi awayekî din, rûreşî û rûpakîya Tirk û Kurdan ji dûr va be jî tê dîtin…
02.10.2012
ikramoguz@navkurd.eu