Ji bo gotina rast pirî caran zanebûn tenê ne bes e, cesaret û risk jî lazim e…
Wek gotinek Tirkan; “Kî rastîyê bibêje, ji neh gundan tê avêtn”.
Mirovê sîyasetvan gor rewşa alîgir û dijberên xwe li ser gotinên xwe difikirin, gotinên xwe yekoyek dipîvin û pişt ra wan tînin ziman.
Mirovên karsaz gor nêrînên mişterîyê xwe û gor kar û zirara xwe diaxifin.
Mirovên oldar (dîndar) jî gor rewşa cemaatên xwe waaz didin, kîngê ku di varê olî da nebe sebebê nakokîyek, ancax wê demê li rastîyê xwedî derdikevin û bi rastî diaxifin…
Îro dehê rojîya remezanê ye. Destpêka rojîyê her sal deh roj pêşda tê. Di sî û şeş salan da carê roji dikeve meha havînê. Li alikî germayî, li alîyê din şevên kin û rojên dirêj… Di dema mêrg û zevîyan da jîyana nêzikî 16 saetan bê xwarin û bê vexwarin, bi rastî jî zahmet e… Sedem van bûyeran ji bo girtina rocjyê, serî da bawerî, pişt ra jî hêz û îradeyek xurt lazim e.
Wek tê zanîn ji şertên Îslamê yek jî rojî ye. Rojî di salê da mehekî tê girtin. Navê wê mehê jî meha Remezanê ye. Peyva Remezanê ji Erebî tê û ew di nav hemû gelên misilman da bi wî navî tê binavkirîn.
Wek şertên Îslamê yên din, ji bo girtina rojîyê jî hinek şert û şûrt hene ku ew, gor gelek mele û pisporên oldar tên guhartin.
Misal, hinek mele û pispor dibêjin rojî ji zarokan ra ferz nîne, heger ew bixwazin jî bila dê û bavên wan nehêlin ew rojîyê bigrin. Lewra ji bo gihîştina wan birçîbûn zirar e.
Hinek jî dibêjin dê û bav di piçûktîya zarokan da bila wan hînî girtina rojîyê bikin ku di mezinahîya xwe da ew bi hêsanî rojîyê bigrin.
Mirov dikare van nakokîyan zêde bike. Lê ji bo min tiştekî girîng heye ku ew jî di meha rojîyê da dema paşîv û fitarê ye. Bi awayekî din, gelo kîngê dema paşîvê diqede, kingê dema fitarê dest pê dike?.
Gor hadîs û kitêban, tê gotin ku dema paşîvê di mesafeyek taybetî da kîngê ku bendê spî û reş ji hev were veqetandin paşîv diqede û rojî dest pê dike. Ber bi êvarê jî dîsa di wê mesafa taybetîda kîngê her du bend ji hev neyên weqetandin, rojîya wê rojê diqede û fitar tê vekirin. Lewra di destpêka Îslamê da ne saet, ne jî tiştên demjimêr hebûn. Wext gor rewşa hîv û royê dihat hesapkirin. Tê zanîn, dinya jî ne wek gog, wek sinîyek dim û dûz dihat hesibandin. Haya kesî ne ji cemsara (kutup) başûr ne jî ji ya bakûr hebû…
Lê îro hemû kes jî dizanin ku li derdora cemsaran jîyanek heye û li wir jî mirov dijîn. Lê belê şev û roj ne wek cîhê dinin. Mirov dikare bêje li cemsarek şeş meh ronahî, şeş meh jî tarî ye.
Gor hadîs û kitêban şertên olî wek şertên gerdûnî li her derê yek in û gor rewşa erdnîgarîyê jî nayên guhartin. Hemû olên îlahî jî ne tenê ji hinek kesan ra, ji hemû mirovan ra hatine xarê û yen ku wan qebûl dikin, li kuderê dibin bila bibin, gere ew jî wan şertan bînin cîh.
Gelo ew mirovên ku li derdora cemsaran dijîn, ji wan ra Eskîmo tên gotin, bibin misliman û rojîyê bigrin, wek demên berê saeta wan jî tunebe, ewê kîngê rabin paşive û kîngê fitara xwe vekin?
Heger gor tayê spî û reş be, bila Xwedê bîr û bawerîyek xurt û îradeyek pola bide wan…
Dema ku ez xwendevan bûm, di tatîlê da çûm welat. Nas û dost ji bo min dihatin û em di gelek xalan da diketin gengeşî yê.. Wê ndemê navê me bi kurdayetî û çeptîyê derketibû. Yên ku ji bo min dihatin, gelek tişt ji min dipirsîn. Pirranîya pirsên wan jî li ser şert û şûrtên olî bûn. Bi wan pirsên xwe li alikî min dicêribandin ku di bîr bawerîyên min da guhartin hene an na… Li alîyê din jî dixwestin zanebûna xwe ya olî nişanî cemaatê bidin..
Di nav wan da yek jî, Xwedê rihma xwe lêke(!) Mele Mahmûd bû. Mele Mahmûd, kurê Mele Silêman, Mele Silêman jî melayê mala Şêx Said bû. Malbata wan da gelek mela derketibûn, lê Mele Mahmûd xwedîyê gotina rast, mirovekî rastgo bû. Carcaran ev helwesta wî jî li kesî xweş nedihat û ji ber wê yekê jê ra digotin, Melayê dîn.
Ew jî wek cînarên din gelek pirs ji min pirsîn. Gor zanebûna xwe min pirsên wî bersivand, pişt ra min jê destûr xwest û ji bo dema paşîv û fitarê pirsek lê kir û got:
– Seyda, mirovên li derdora cemsarê dijîn, ji wan yek bibe misliman û bixwaze rojîyê bigre, wek dema sahabeyan saet jî li ba wî tunebe, ewê bi çi awayî fitara xwe vekin û rabin paşîvê?
Berîya Mele Mahmûd, ji cemaatê hinekan pêş û paş tişt gotin, lê ew jî, bi wan gotinên xwe bawer nebûn.
Mele Mahmûd hinek ponijî û yekoyek li mirovê cemaatê da rûniştibûn, nihêrî û wuha got:
– Kekê min pirsa te pirsekî pir girîng e û bersiva wî jî heye. Ne ku ev cemaat, ew melayên ku bavê te rojê pênc wext li paş wan limêj dike û qîmeta wan giranbiha dibîne, vê pirsê ji wan bipirse, ew jî dikarin wek mirovên vê cemaatê hinek tiştan bibêjin. Lê mixabin gotinên wan jî ji pirsa te ra nabin bersiv. Bi navê Xwedê, ez bersiva pirsa te dizanim, lê dîsa jî naxwazim bibêjim. Lewra bi wê bersivê ez naxwazim pêşeroja xwe ji xwe ra bikim zîndan.
Wek gotina Mele Mahmûd, rastî carcaran were zanînê jî kes nikare bi hêsanî wî bîne ziman. Nezan emrê xwe bi nezanî û xizanîya xwe derbas dikin, yên kû rastîyê dizanin, ew jî wek Mele Mahmûd ji hinek tirs û xofên xwe, an jî ji bo hurmeta bîr û bawerîyên xwe wî ji xwe ra dihêlin…
10.08.2011
ikramoguz@navkurd.eu