Meha Adarê ji bo gelê Kurd;
Meha şin û şahîyê ye…
Meha jenosîdê ye…
Meha tekoşîn û azadîyê ye…
Meha newrozê ye…
Meha dîlanê ye…
Destpêka jîyanek nû ye…
Zilm û zordarîya ku di meha Adarê da hatîye serê gelê kurd, tu di mehekî din da neqewimîye.
Meha Adarê, meha berxwedan û serhildanê ye. Serhildana Dersimê ya di bin seroktîya Seyid Riza da û serhildana Koçgirî di vê mehê da dest pê kirine.
Meha Adarê, meha şînê ye, şina serokê bi nav û deng Melle Mistefa Berzanî, Qazî Mihemed û Îhsan Nûrî Paşa ye.
Berzanîyê nemir, di yekê Adarê sala 1979’an da ji welatê xwe dûr, li sirgûnê çû ber dilovanîya xwe…
Serokê Komara Mahabadê Qazî Mihemed û sê hevalên wî , roja 31’ê Adarê sala 1947’an da, li meydana Çarçira bi destê rejima Îranê ya qirêj va hatin dardakirin
Serokê serhildana Agirî Îhsan Nûrî Paşa jî di roja 25’ê Adarê sala 1976’an da li îranê bi qezayekî tarî va hate kuştin.
Meha Adarê, ji bo gelê Kurd meha jenosîdê, meha xizanî û koçberîyê ye.
Roja 16’ê Adarê di sala 1988’an da li bajarê Helepçê 5000 Kurd ji alî Saddam Huseyn, bi çekên kimyewî va hatin kuştin, bi hezaran zarôk, jin û mêr jî birîndar bûn. Ji yên mayîn jî dîsa bi hezaran kes, ji zilm û zordarîya rejima Baas mal û milkê xwe li paş xwe hîştin û xwe avêtên serê çol û çîyan…
Meha Adarê, meha azadî û serkeftinê ye.
Meha şahîya gelê kurd e.
Newroz e, destpêka jîyanek nû ye.
Hewldana tekoşînê ye.
Du hezar sal berê gelê kurd roja 21’ê Adarê, di bin serokatîya Kawayê Hasinkar da, li dijî zilma Dehaqê xwînxwar derket û rejima wî ya zordar hilweşand. Ew roj bi agirê newrozê, li kolanên bajaran, li gundan û li serê çîyan wek roja destpêka jîyanek nû hate pîrozkirin.
Ji wê vir da roja 21’ê Adarê her sal li seranserê Kurdistanê, wek roja azadî û serkeftinê tê qebûlkirin. Ev roj her sal bi kilam û stranan, bi dîlana jin û mêran, bi lîstikên keç û xortan va, di bin ronahîya agirê newrozê da tê pîrozkirin.
Ew agirê ku bîr û bawerîya gelê Kurd û dilê wan pê geş dike…
Ez bawer im, meha Adarê ne ji bo kul û derdên gelê Kurd, wê di pêşerojê da, ji bo pîrozkirina dewleteke serbixwe û jîyaneke bi rûmet jî bê bibîranîn.
Bi vê bîr û bawerîyê newroza me hemûyan piroz be, hemû rojen me jî wek newroz be…
21.03.2005