Pêşgotineke Kurda ye, dibêjin; „Şêr şêr e, çi jin çi mêr e“.
Gelo ji vê pêşgotinê çêtir gotinek heye ku wekhevîya jin û mêran ewqas bi zelalî bîne ziman.
Pêşgotinek bi serê xwe tenê di derheqê civatek da gelek tiştan nîşanî mirovan dike.
Carcaran hêjayî kitêbek dîrokî, carcaran jî resmê jîyana civakî ye.
Ev pêşgotina jor jî di derheqê wekhevîya jin û mêran da nêrînan civata Kurd ya dîrokî tîne ziman. Dî dîroka Kurdan da cîhê jina Kurd gelek gring bû û di civatê da jin û mêr wekhev bûn. Ne jin bindest ne jî mêr tenê serdest bûn.
Jin jî wek mêran di civatê da rolek giring dilîstin, serokatîya eşîreta dikirin û di her xalê jîyanê da cîh digirtin. Ji bo rêvebirîya malê jî, jin û mêr bi hevra biryar digirtin. Ji ber wê yekê ye ku jin wek „malîvan“ yanê xwedîyê malê dihatin bi nav kirin.
Gelek lêkolînên bîyanî jî di derheqê wekhevîya jin û mêrên Kurd da agahîyên gelek balkêş didin me. Ji wan agahîyân yek jî zewac e.
Beri qebûlkiria islamê di jîyana Kurdan da pirzewacî tune bû. Mêr, gor hinek şertan bi du jinan ra dizewicîn. Ji wan şertan yek nebûna zarokan, yek jî nexwaşîya giran bû. Lê ji van her du şertan yek heba jî, ji bo zevaca mêr, dîsa jî riza jînê dihat girtin.
Sedem vê yekê wek zewaca pirrjinê, piştî zewacê jin berdan jî di civata Kurdan da bi hêsanî nedihat qebûlkirin.
Kingê ku Kurd derbasî ser dinê îslamê bûn û tekilîyên wan û Ereban bi hevra zêde bûn, gelek orf û edetên wan jî wek ferzên islamê ketin nav jîyana Kurdan.
Serî da şex û melan, pişt ra jî axa û began, wek kral û prensên Ereban bi du-sê jinan ra zewicîn. Ev di demek dirêj da, di nav gel da jî bû edet.
Wek tê zanîn îro ev zewaca pirrjinî, gor Elewî û Ezdîyan, di nav Kurdên misliman da zêde ye, zêdebûna wê jî ji tesîra îslamê tê.
Ji ber wê tesîrêye ku îro Kurd pirrjinî ne, lê hê jî jinberdanê bi hêsanî qebûl nakin. Jina ku xwe bide berdan jî, di civatê da wek jineke xirab tê bi nav kirin û mêrê wê pêsîra wê ber de jî, mirovên derdora wê, wê rihat nahêlin.
Kurdên Başûr bi vê jî nesekînin, ji bo zewaca pirrjinî ra qanûnek nû derxistin. Ev qanûn, bi du zewaca du jinan ra mafê zewacê dide mêran.
Ji alîkî tesîra olî, ji alîyê din tesîra feodalîzmê li Kurdistana Başûr berdestîya jinan bi zagonî hat îlankirin. Ji vir şûnda li Başûrê Kurdistanê ki bixwaze dikare weke fermî bi du jinan ra bizewice.
Derhêqê vê qanûnê da, binêrin berpirsîyarên Hukumeta Başûr çi dibêjin, „di şerê Kurdan da gelek mêr şehîd ketin. Di civatê da jinebî pirr in. Ev qanûn sedem vê yekê di parlamentoyê da hatîye qebûlkirin“.
Pirsek heye.
Diben, „uzrê wî ji qebehatî wî zêdetir e“.
Gerekçêyên berpirsîyarên Hukumeta Başûr jî bi rastî ji naveroka vê qanunê hovtir e.
Mafen mirovatîyê li kîderê dibe bila bibe yek e û hem ji bo mêran, hem jî ji bo jinan e. Çarcova wî li Europayê çibe, li Amerikayê jî, li Kurdistanê jî ew e…
Lê di civatek da durûtî hebe, li wir mafê mirovatiyê jî, şert û şûrtên demoqrasîyê jî, gor niyeta mirovên serdest tên guhartin.
Rast e, jiyana Kurdên Başûr di şer da derbas bû ku ew şer ne şerekî qirêj bû, şerê azadî û serxebûnê bû. Kurdên Başûr di warê netewî da tekoşîneke balkêş kirin û dawîya wî da jî azad bûn, lê ecêbek girane ku yên şerê azadîyê kirin û bi ser ketin, îro nivê gel, heger gotinên wan rast be, pirranîya gel dikin bindest û berdest.
Sûcê wan çî ye?
Tenê Jin in û wek mêran ne serdest in…
Lê sedem çi dibe bila bibe, ji bo civateke hemdem ev qanûn, ne tenê ji bo Kurden Başûr, ji bo hemû Kurdan rûreşîyeke mezin e. Ji bo vê rûreşîyê jî ne tenê jin, divê mêr jî dengê xwe bilind bikin û bi hev ra xwedî li peşgotinên xwe yên dirokî derkevin û bi dengekî bilind bêjin:
„Şêr şêr e, çi jin çi mêr e!“
15.12.2008