Divên bi gulekî bahar nayê, ji bo hatina biharê tenê ne gulek, gulîstan lazim e.
Ki dizane, belkî jî qedera Kurdan e, kîngê li welatek bîyanî ewr derkevin, Kurd sîwanokên xwe vedikin û li benda baranê disekinin, an jî gulek derkeve ew ji bo mizgînîya hatina biharê şahîyan li dar dixin.
Lê li perçeyek welatên wan havîn jî dest pê bike ew, wê biharê nabînin û xwe hê di bin berf û bagera payîzê da dihesibînin.
Kurdên Bakûr, bi serfirazî û pêşveçûna xelkê ra çepikan lêdixin, ji xwe ra hesudîtîyê dikin. Gulên xelkê av didin, bi lingan dikevin nav gulîstanên xwe û hemû gul û sosinan diçilmisînin.
Ev saleke Kurd her roj mizgînîya bihara Kurda didin, mixabin ne bihar tê ne jî bayê biharê dest pê dike…
Rast e, li hinek welatên Ereb bihar dest pê kir û hat. Bi tesîra bayê biharê koşk û serayên diîktator û zulumkarên Ereb, ji binî va hecîyan û yekoyek hilweşîyan.
Bihara Ereban qedîya, havîn, payîz û zivistan derbas bû, Kurd hê li benda hatina biharê ne.
Halbûkî bihara Kurda bi salan berê dest pê kir.
Piştî tofana sala 1991’i tîrêja rojê li ezmanên Kurdistana Başûr çirûsî, ba û bahoz dûr ket, gulên kesk û sor û zer ji nû va vebûn. Kurdistan bû baxçê gulan.
Mixabin pirranîya Kurdên Bakûr ew gulistana rengin nedîtin. Yên ku dîtin jî ji hesudîtîya xwe çavên xwe girtin û li benda hilweşandina wê sekinîn.
Sal û zeman derbas bûn, nêrînên wan, kirinên heval û hevalbendên wan pûç derketin. Bihna gul û gulîstanan li seranserê Başûr belav bû.
Kurdên Bakûr îro jî gul û gulîstana derdora xwe nabînin û wan av nadin, li pê bayê Ereban dibezin.
Li tecrûbeyên derdora xwe nanêrin, li dûr digerin.
Ji hev ra şêr, ji neyarên xwe ra histuxwar in.
Bawerîya xwe bi xwe nakin, hê li destê xelkê dinêrin.
Ji pispor û ronakbîrên xwe ra Teyrên Baz, ji mirudên Tirk û Ereb û Ecem ra hurmetkar in.
Halbûkî, di bist salên dawî da Kurdên Başûr gavên gelek gring avêtin. Di wan gavên gring da, ji bo Kurdên Bakûr jî tecrûbeyen gelek balkêş he nin.
Lewra, Kurdên Başûr jî bi salan neyartîya hevdu kirin û di şere navbera xwe da gelek xwîn rijandin. Lê kîngê cûdatîyên navbera xwe dan alîkî û bi hev ra meşîyan, wê demê bi serketin û serfîraz bûn. Îro jî ji hev ra bi rûmetin û li ser axa xwe, azad û serbilind in.
Rastîyeke ku Kurd jî wek hemû gelên cîhanê, di her xalî da weke hev nafikirin û weke hev najîn. Lê ev cûdatîyên wan ji bo hevkarîya wan nasteng nîne.
Bese ku ew jî ji tecrûbeyên derdora xwe û ji dîroka xwe dersan bistînin û cûdatîyên xwe nekin astengên hevkarîya xwe…
10.03.2012
ikramoguz@navkurd.eu