Min salek berê li ser Kurdên Bakur û kurdayetîya wan nivîsek nivîsandibû. Di wê nivîsê da min digot; „Eger Burdên Bakur rojek bibin xwedî dewlet û zimanê dewletê jî bi Kurdî be, pirranîya Kurdên Bakûr ewê tekilîyên xwe û dewletê bi rîya dilbendên Tirkên ku bi Kurdî dizanin, bînin cîh.“
Li ser nivîsa min çend roj derbas bû, hevalekî min ê li Başûr karê bazirganîyê dikir, li min gerîya. Em rojek şûnda li derekî hatin ba hev. Wek herdem em bi zimanê Tirkî hinek li ser rewşa sîyaseta Kurd axifîn. Min rewşa Kurdistana Başûr jê pirsî, wî yek bi yek bersiva pirsên min da…
Wî qala Kurdên Bakûr kir û hinek tişt ji min pirsî, min jî wek nimûne rewş û axaftina xwe û wî nîşan da û jê ra got; „Em her du jî Kurd in û li dervayî welat dijîn, em bi hev ra, ne bi Kurdî ne jî bi Almanî, bi zimanê dagirkerên xwe, bi Tirkî diaxifin. Rewşa me çi be, ya hemû Kurdên Bakûr jî wusa ye.“
Sedem van gotinên min, hevalê min hinek qehirî û got; „Te carê kêmasîya min a di warê ziman da dîtîye, tu wî kêmasîyê timî didî rûyê min û min şermezar dikî. Tu bi van gotinan jî nasekinî, li ser min nivîsan jî dinivîsînî.“
Jibo gilî û gazinên wî, min lêborîna xwe jê xwest û got; „Rast e, min axaftina xwe û te wek nimûne da, lêbelê di derheqê te da tu car tiştek nenivîsandî ye. Eger tiştên ku di derheqê kêmasîyên Kurdên Bakûr da dibêjim, tu wan bidî ser xwe, jibo wê yekê jî ez tiştek nabêjim“.
Ser van gotinên min, li min nihêrî û got; „Min nivîsa te ya ku te çend roj berê di Navkurdê’da weşandibû, xwend. Ew tiştên ku te di wir da nivîsandibû, li Başûr yekoyek hate serê min. Dema ku min nivîsa te xwend, ez ji xwe ketim şikê ku, min heta nuha ji kesîra negotibû, te çawa, ji kê bihîstîye?“
Wî gotinên xwe qedand, îjar min jê pirsî. Gelo çi lê qewimîye ku tiştên ku min dinivîsa xwe da bikaranîye dide ser xwe?
Hê min jê nepirsîbû, di ber xwe da kenîya û dest bi çîroka xwe kir.
„Tu dizani çend meh bû ez li Başûr bûm. Mehek berê min li Hewlêrê serlêdana karta runiştandinê kir. Ez çûm daîra bîyanîyan. Zimanê hukumeta herêmê bi Kurdî, memûr jî, ez jî Kurd. Mixabin memûr bi Kurdî diaxifî, ez jî, carcaran bi kurdiyekî nivco be jî bi Tirkî, diaxifîm. Ne wî gotinên min fêm dikir, ne jî min gotinên wî. Dawîyê da memûr cîyekî nîşanî min da û ez li wir rûniştim. Piştî nîv demjimêrî şûnda mirovekî qelew û bejn kin ji derî da ket hundur û çû li ber masa memur rûnişt. Dû ra memûr ji cîhê xwe rabû û gazî min kir. Ez jî çûm li kêleka mirovê ku lezek berê ji derva hatibû, rûniştim. Mirov bi Tirkî bi min ra axifî, gotinên min jî bi Kurdî wergerande memûr. Demjimêrekî şûnda karê min qedîya, ez û dilbendê xwe bi hev ra derketin derva. Mi jê pirsî ku ew çawa fêrî Tirkî bûye û ewqas baş Tirkî diaxife. Mirov bersiva min da û got; ‚ez ne Kurd im, ez Tirk im û dilbendê zimanê Kurdî me’. Bi wan gotinên wî va ez careke din ketim bin erdê, min ji xwe û ji kurdayetîya xwe şerm kir.“
Belê xwendevanên hêja kêmasîya zimanê zikmakî ne tenê kêmasîya hevalê min e. Pirranîya Kurdên Bakur jî wek hevalê min ji zimanê xwe yên zikmakî dûr in. Jibo hînbûnê jî tu car hewl nadin xwe.
Sedem vê yekê ne ku li Başur, li Bakur jî dewletek serbixwe, an jî herêmek otonom ava bibe û zimanê wê yê fermî jî Kurdî be, bawer bikin, pirranîya Kurdên Bakur jî wek hevalê min ewê bi rîya dilbendên Tirkên ku bi Kurdî dizanin, karê xwe bi rêve bibin.
Jibo vê yekê ye ku ez gortinên Duran Kalkan û hinek giregirên PKKê çewt nabînim. Ew serokatîya Kurdên Bakur dikin, gor realîta wan difikirin û diaxifin.
Çi gotibû Duran Kalkan?
„Kurdistan ji Hewlerê nayê birêvebirin!“
Rast e, Kurdistana ku Duran Kalkan tarif dike ji Hewlerê nayê birêvebirin…
Kurdên li Hewlêrê rêvebirtîya Kurdistanê dikin, bi hestên xwe û bi zimanê xwe Kurd in…
Duran Kalkan û Kurdên wek wî difikirin, ew jî ewqas ji hest û zimanê Kurdî dûr in…
Rêvebirên Hewlêrê Tirkî nizanin, Duran Kalkan û Kurdên derdora wî jî Kurdî…
Duran Kalkan û hevalbêndên wî sond xwarine Kurdî fêr nabin…
Rêvebirên Hewlêrê jî zimanê xwe yên fermî bi Tirkî va naguherînin…
Çima rast e?
Ji ber ku Duran Kalkan, hemû Kurd û Kurdistanê gor xwe û hevalbendên xwe tarif dike…
15.04.2015
ikramoguz@navkurd.eu