Carcaran li ser rewşa Kurdan, bi taybeti Kurdên Bakûr, dûr û dirêj difikirim, mixabin di kirin û kiryarên wan da tu car encameke balkêş nabînim.
Li kîjan alî dinêrim asteng û derd û kulên wan derdikevin pêşt îya min.
Kirin û gotinên wan hevdu nagrin, di navbera wan de tu standardek nayê dîtin.
Li allîkî dinhêrî jîyaneke pîr û pak, li alîyê din jîyaneke tevlihev û qirêj…
Ne ku tenê di warê sîyastê da, bazirganîya wan û jîyana wan a civakî da jî tu standardek nayê dîtin…
Mesela, were alî mêranîyê, ez bawerim ne li rojhilata navîn, li seranserî cîhanê li ser Kurdan mêrxas nayên dîtin, lê ji kê ra mêr in…
Di alî xîretê da jî Kurd ji gelek neteweyan bi xîret in, bese ku dest bi tiştekî bikin, li rastî û xeletîya wî nanêrin, hata wi tiştî nebin serî, dest jê ber nadin.
Xwedî bawer in, bawerîya xwe bi tiştekî an jî bi mirovekî bînin, ji bin tesîra wê tiştê, an jî ji gotinên wî kesî tu car dernakevin.
Xêncî xwe, ji herkesî ra bi rûmet û hurmetkar in. Di hurmeta xwe da tu car qisûrek nakin.
Mêvanperwer in, naxwin, li xwe nakin, li zar û zêçên xwe xwedî dernakevin, lê ji bo mêvanên xwe, ne tenê mal û milkên xwe, can û cîgera xwe jî feda dikin.
Sozdar in, sozên wan wek sened in, heger van demên dawî da guhartin çênebe, zerar û zîyana wan jî tê da hebe, hata ku ji destên wan were, li ser sozên xwe disekinin û wan bi cîh tînin…
Camêr in, bêrika wan û zikên wan vala be jî, çavên wan têr in.
Ji hev ra kîndar in, dema ji yeki ra kînê bikin, wî hata roja mirinê dikudînin, kîna xwe tu car ji bîr nakin. Lê ji neyarên xwe ra, an jî ji bîyanîyan ra dilgerm û fermok in…
Alikar in, dema ku li wan biqewime, kar û barên xwe dihêlin, alîkarîya dost û hevalên xwe dikin, lê ji eqrebayên xwe ra dûr disekinin…
Dengbêj û lîstikvan in, kî bûk be, jinên wan berbû, kî zava be, ew bixwe jî xwendî û qasid in. Dîsa jî li dengbêj û hunermendên xwe zêde, guhdarî stranbêjên bîyanîyan dikin…
Di warê sîyasetê da pirranîya wan sosyalît û enternasyonalîst in, sirf ji bo vê yekê mafê dewletbûnê ji bo hemû gelên cîhanê ra gavek pêşveru, tenê ji bo xwe neheq û paşverû dibînin.
Ji dayîkên xwe hazdikin û wan li ser pişta xwe digerînin, lê ji zmanê wan fêm nakin, ji bo fêmkirinê qiyamet rabe xwe naêşînin…
Oldar in, bawerîya xwe bi Xwedê û Pêxamber tînin, lê kîngê ji yekî hêrs bikevin, bi Xweda û Pêxamberê wî va dest bi xebara dikin…
Di hemû xalên jîyanê da bê rê û rêbaz in…
Ji ber vê yekê ye ku, bê urtkor û bê war, her tim hêsîr û belengaz in…
08.05.2012
ikramoguz@navkurd.eu