Piştî hatin û çûyîna Barzanî ya Amedê, hinek Kurdên Bakûr bi awayekî din rêvebirên Kurdistan a Başûr rexne dikin. Ji wan hinek dibêjin, hamû dahatên Başûr malbata Barzanî dixwe, hinek jî dibêjin hemû bazirganîya Başûr di destê nijadperestên Tirkan da ye hwd…
Rast e, piranîya kar û barên Kurdistan a Başûr ji alî fîrmeyên Tirk va tên kirin û di bazara wan da jî dîsa bi piranî eşyayên ku ji Tirkîyê diçin, tên firotinê. Mixabin ev yek bêsebeb nîne û çîroka wê jî kûr û dirêj e…
Ji vir tam bist sal berê bû.
Şerê li dijberî rejima Saddam qedîyabû.
Cara yekemîn Kurd bi ser ketibûn.
Leşkerên Saddam, top û tankên xwe di cîh da hîştibûn û ber bi Bexdayê revîyabûn. Di navbera PDK û YNK’ê da yekitîyek xurt çêbibû. Ji alîgirên herdu partîyan parlamentoya Kurdistanê saz bibû û Herêma Kurdistan a Federal hatibû îlankirin…
Pêşmerge ji serê çîyê da pêya bibûn, hatibûn nav deşt û bajaran da bi cîh bibûn. Lê ji destên wan ne karê ajaldarîyê, ne jî yê çandîyarî yê dihat.
Leşkerên Saddam di dema çûyînê da hemû dem û dezgehên dewletê xirab kiribûn, kargehên vala û welatek wêran li paş xwe hîştibûn.
Di destê wan da tişta ku pere bikira ew jî petrol bû. Li sere rê û di nav kuçeyên bajaran da bi bîdonan petrol difrotin, pere jî qezenç dikirin, lê pere zikê wan têr nedikir.
Ji wan ra nan û av lazim bû, ew jî ji destê wan nedihat…
Rêvebirên Kurdên Başûr welat bi welat digerîyan, ji Kurdên ku li parçeyên Kurdistanê yên din dijîn, alîkarî dixwastin. Ji bo karê bazirganîyê pêşnîyarên xwe pêşkêş dikirin. Kurdên ji dervayî Başûr guh nedidan wan pêşnîyaran. Daxwazên Kurdên Başûr yên ji bo karê bazirganîyê didan alîkî û aqil didan wan, aqilê ku heta wê rojê tu xêr jê nedîtibûn…
Di payîza 93’an da Ahmet Bamernî hatibû Îstenbolê. Ahmet Bamernî, wê demê cîgirê Celal Talabanî bû. Ji bo wi li navenda Kurd-Kavê civînek hatibû lidarxistin. Di civînê da rêvebirên Kurd-Kavê û berpirsîyar û rêvebirên partî û komelên Kurd amade bibûn. Wek roja îro tê bîra min, Ahmet Bamerni di destpêka civînê da li ser rewşa Kurdistana Başûr sekinî û di derheqê pirsgirekên Başûr agahî da û ji bo çareserîya wan pirsgirêkan alîkari xwest…
Piştî axafitina Ahmet Bamernî, kê dest bi axaftinê dikir, daxwazên wî dida alîkî û digot; „Hûn çima serxwebûnê îlan nakin. Saddam koka we anî, hûn hê jî yekitîya Iraqê diparêzin“…
Yek radibû, aqilê xwe yê ku hata wê rojê bi xwe jî jê tu fayde nedîtibû, difrot…
Yekî din radibû, qala xewn û xeyalên xwe dikir û rê û rêbazên sîyasî rawayî Bamernî dida…
Civîn bi wî awayî bi demjimêran kudîya. Di dawîyê da Ahmet Bamernî ji cîhê xwe rabû, ji bo amadekirina civînê û gotinê me hemûyan spasîya xwe anî ziman û got: „Em ji we ne aqil, ne jî fikrên we yên sîyasî dixwazin. Aqilê me jî, sîyaseta me jî tê ra me dike. Axa me û perê me hene, lê nanê me tune. Em birçîne, ji ber ku em nizanin nan çêbikin. Heger hûndixwazin pera qezenç bikin, werin em erd û pera bidin we, hûn jî ji me ra nan çêkin. Em ji birçîbûnê xilas bin, hûn jî ji xwe pere qezenç bikin…“
Bi axaftina Ahmet Bamernî va civîn qedîya û ew wê rojê destvala vegerîya Başûr. Kurdên Bakûr jî ji durva li rewşa Başûr nihêrîn û li ser kêmasî û pirsgirekên wan pirr û pirr axifîn û nivîsandin…
Kurdên Başûr bê nan û av neman. Kurd neçûn, lê bi hezaran Laz û Çerkezên ku li derdora Derya ya Reş dijîn, çûn li Başûr firin û aşxane vekirin. Di demek kurt da bûn xwedî dem û dezgeh, dewlemend bûn. Îro jî kargehên mezin sazdikin û wek li Tirkîyê, li Başûr jî Kurdên Bakûr li ber destê xwe didin xebitandinê…
Li ser wê demê da gelek sal derbas bûn, dem û dewran guherî. Kurdistana Başûr di warê siyasî û aborî da pêşda çû. Îro, ne tenê Tirk, ji her dewêrên dinê kardêr berê xwe didin Kurdistanê û diçin li wir karê bazirganîyê dikin.
Kurdên ku bist sal berê aqil difrotin, ew jî, gotinên ku ji salan berê kirbûn danîn alîkî û çûn ji bo îmtîyazên diravî li ber derê partîyên Kurd û parlamena Kurdistanê ketin rêzê…
Ji wan hinek, bê ked û bê xebat bûn xwedî îmtiyazên diravî û ji wê rojê vir da tenê ji Kurdên Başûr ra dua dikin û pesnê wan didin…
Yên ku destvala vegerîyan, an jî dû ra îmtiyazên wan hatin birîn, ew jî, bi rexnekirina Barzanî rojên xwe derbas dikin…
11.12.2013
ikramoguz@navkurd.eu