Min xwe amadekiribû ku ez îro di vî kuncikê xwe da, beşa sêyem ya kurteçîroka ku bi navê „Mîro“ nivîsandibû, biweşînim.
Lê mixabin carcaran nûçeyek, an jî bûyerek diqewime, mirov nikare di cîhê xwe da bisekine û pîlan û programên xwe diguherine.
Min jî îro wusa kir.
Bi xwendina nûçeya ku duh di hemu rojnameyên Tirkan da hatibû weşandin, carek din dîsa vegerîyam ser hînbûn û bikaranîna zimanê zikmakî û kêmasîyên Kurdan…
Di wê yê da dihat ragihandin ku girtîyên KCK’ê yên ku li Erzurumê tên dadgehkirin, derdikevîn huzura dadgehê û dixwazin xwe bi zimanê xwe yên zikmakî va biparêzin. Hakim jî daxwaza wan qebûl dike û dora axaftinê yekoyek dide wan. Ji girtîyan yek radibe bi Kurdî dest bi axaftina xwe dike, piştî çend hevokan şûnda axaftina xwe vedigerîne ser zimanê Tirkî…
Yekî din radibe, ew jî bi Kurdî dest pê dike, pişt ra ger Tirkî ger Kurdi diaxife û her duh zimana li hev diqelibîne. Hinek hevalên wî, di cîhê xwe da îtiraz dikin û dibên, „ya baş ewe ku parastina xwe bi Tirkî bidomîne, ji ber ku zeman derbas dibe“.
Ew jî wek hevalên xwe yê berî wî axaftiye, dest ji Kurdî berdide û bi Tirkî diaxife…
Ez dizanim hûnê bêjin:
„Ma sûcê wan e?
Ew bi salan di mektebên Tirkan da, ji alî dewleta Tirk va hatin asîmîlekirin. Ji ziman û kurdîtîya xwe durketin. Îro jî nikarin bi Kurdî biaxifin.“
Rast e, dewlet sed sale Kurdan asîmîle dike, hata çend sal berê axaftina bi zimanê Kurdî jî qedexe bû.
Lê ew kesên ku ez qala wan dikim, kesên sîyasîne û doza Kurd û Kurdistanê dikin. Doza serbestbûna zimanê xwe yê zikmakî dikin û hata îro jî dixwestin bi zimanî xwe li dadgehan da xwe biparêzin. Hata ji bo vê daxwazê bi hezaran girtî ketin greva birçîbunê û duh meh zêdetir ber xwe dan. Sirf ji bo vê daxwazê, gelek kes cîhê bîla bê sebep di heps û zînadanan da salên xwe derbas dikin. Ji ber ku bi zimanê Kurdî xwe parastin qedexe bû. Bi destpêka vê salê da, di hinek qanûnan da guhartin çêbûn.
Lê mixabin ew kesên ku duh ji bo parastina bi zimanê zikmakî, dest bi greva birçîbûnê kiribûn û li ber mirinê razabûn, îro radibin di dadgehên Tirkan, du peyvên Kurdî dibên, paşa jî tê da dimînin û axaftina xwe vedigerînin ser zimanê Tirkî.
Hakim û rojnamevan û siyasetvanên Tirk çi dikin?
Li wan dinêrin û bi dengê bilind bi wan û bi me dikenin…
Halbûkî heger bixwastana, hata îro dikaribûn di girtîgehên Tirkan da, li cem hevalên xwe yên Kurdî dizanin, zimanê xwe hînbibûn û bi serfîrazî parastinên xwe jî, îro bi Kurdî bînîn ziman.
Bi wî awayî jî, ne ew di dadgehê da şas û metal diman, ne jî dibûn pêkenokên hakim û sawcîyan.
Mirov dikare bi hêsanî bêje; dewleta Tirk ji bo mafê parastina bi zimanê zikmakî qanûnên xwe yên sedsalî guhart, lê mixabin Kurd hê bi Tirkî xwe diparêzin û naxwazin di warê ziman da xuyên xwe biguherînin…
Di alî ziman da li derva jî rewş cûda nîne…
Tu dinihêrî ew Kurdên ku wek gotina Tirkan dikin kufekuf û, „di mangalê da tozê nahêlin“, ji bo hînbûn û bikaranîna ziman hezar bahaneyan ji xwe dibînin.
Bi teorîyên ezber û bi zimanê Tirkî, di rojekî da Kurdistanê ava dikin, di heftekî pergala Rojhilata navîn rast dikin, di mehekî da rêvebirtîya dinê digrin bin destê xwe û sîstema wê ji binî da diguherînin…
Lê mijar were ser ziman, ji bo Kurd û Kurdayetîyê, hata ji bo avakirina Kurdistaneke serbixwe jî, hînbûn û bikaranîna ziman zêde muhîm nabînin!..
Tu bibêjî ez li TRT Şeşê mêze dikim, te şermezar dikin…
Bahaneyên xwe yên hazir di berika xwe da dertînin û te mahkum dikin…
Dibên, „TRT Şeş ji alî hukumeta AKP’ê va hatîye damezrandin, ew Kurdan bi wî dixapînin û asîmîle dikin“.
Halbukî bi xwe jî di malên xwe da rudinên, qumandaya televîzyonê dikin destê xwe û bi saetan di nav kanalên Tirkan da digerin. Di yekî da „Newala Guran“ (Kurtlar Vadisi) seyr dikin. Ew xilas dibe, derbasî qanalek din dibin, di wî da jî „Silêmanê Mezin“ (Muhtesem Silêman) dinêrin.
Di bernameyên „Televole û Melevole“ da çeteleya puanên Galatasaray, Fenerbahçe û Beşîktaşê teqîp dikin. Navê kalikê xwe yên ji sisîyan wê da nizanin, çiqwas dilketîyên fitbulcîyên Tirkan hene, wan yekoyek li pê hev rêzdikin…
Perê wan hebe diçin di stadyumên Tirkan da, tunebe terin di çayxane û meyxaneyan da musabaqayên taximên Tirkan seyr dikin û hata xilasbûnê ji kerban, an jî ji şabûnan diqêrin û qirika xwe dixitimînin…
Sankî ew qanal û qulubên futbolê di xizmeta dewleta Tirk û Erdoxan da nînin.
Li Kurdistan TV’yê jî nanêrin, ji ber ku Kurdistan TV’yê jî kanala Barzanî, Barzanî jî dostê Erdoxan dibînin…
Carcaran li Nûçe TV’yê binêrin jî, dema kû bernamên Kurdî dest pê bike, cardin dest davên kumandaya televîzyonê û li ser kanalên Tirkan va vedigerin…
Ji ber ku Kurdî nizanin û bernameyên Kurdî fêm nakin…
Ji bo weşartina kêmasîyên xwe jî, ji xwe ra bahaneyên erzan dibînin…
Berê digotin, „bahaneyên tirekan nanê ceh e.“
Halbukî di nav Kurdan da nanê ceh jî bû dîrok, lê ew hê di binê xwe da berdidin, xwe û cemaata xwe diherimînin…
09.02.2013