Wek mîsal tê gotin.
Di zemanên berê da mirovek kurd dixwaze dewlemend bibe, lê belê dinhêre ku ev bi xebat û tîcaretê va ne mimkûn e. Dîsa jî ji bo dewlemendîyê bîr û bawerîya xwe winda nake. Li rê û dirban digere û ji xwe ra rêyek nû dibîne û wî dicêribîne. Ji sibê heta êvarê radibe, rûdinê ji Xwedê ra dua dike û jê mal û milk dixwaze.
Di dawîya hemu duayên xwe da dibêje:
– Xwedayê min, heger tu mal û milk bidî min û dewlemend zêde bikî, ezê hemû kar û barên xwe bidim alîkî, heta dawîya emrê xwe, ji sibê heta evarê ji bo te ibadetê bikim û rêça ku te ravayê me dayê, ji wê rê jîyana xwe debaskim.
Hûn jî dizanin ku Xwedê li her derê hazir û nazir e. Bi wî awayî dengê mirovê meyê kurd jî her tim dibihîse. Çawa ku tu kes badilhewa tiştekî nade kesi, Xwedê jî badilhewa mal û milk nade kesî. Jibo vê yekê Xwedê dixwaze berê qulê xwe yê belengaz bicêribîne.
Gazî Cebraîl dike û jê ra dibêje:
– Cebraîl, here ba felankesê û silava min jê ra bêje. Ez daxwaza wî ya ji bo dewlemendîyê qebûl dikim, çiqwas ku dixwaze ezê mal û milk bidimê. Lê jê ra bêjê ku, ji bo mal û milk dayînê yek şertek min heye, ew jî; ji daxwaza wî dehan yekî jî didim cîranê wî wek wî belengaz.
Cebraîl radibe bi rê dikeve, diçe mirove meyê kurd, di bin dara biyê da li ser limêjê dibîne. Berê xwe pê dide nasînê û silava Xwedê jê ra dibêje. Kurdê me, bi mizgînîya Cebrail û ji şabunê xwe winda dike û nizane çi bike û çi bibêje?
Ji kêfê devê wî digihîje guhê wî. Lê dema ku Cebraîl şertê Xwedê jê ra dibêje, ne ji şabûna wî, ne jî ji kêfa wî tu eser namîne. Serê xwe dixe nav herdu destê xwe û hinek diponije, ji nişkêva ji cîyê xwe qildibe û bi dengeke bilind û bi mirûz, biryara xwe ji Cebraîl ra dibêje:
– Ja Cebraîl, silav û hurmetên min ji Xwedê ra bêje, ez şert û şûrtên wî qebûl nakim û daxwaza xwe ya ji bo dewlemendîyê jî derbas dibim. Min tenê ji bo xwe mal û milk xwestibû, cîranê min ji ku derket. Ez ne hewceyê mal û milkê bi şert û bi şûrt im. Ez ne tiştekî ji Xwedê dixwazim, ne jî bila Xwedê ji dehan yekî bide cîranê min.
Ev mesele ji bo dijwarîya Xwedê neyê fêm kirin. Ev mîsal bi taybetî ji alî mele û dîndarên kurd va hatîye gotin. Min bi xwe jî ev mîsal ji meleyek bihîst. Lê ev mîsal ne tenê ji bo mirovên çav birçî, iro ji bo me mirovan rastîyeke balkêş tîne ziman.
Ev şertê ku Xwedê ji bo dewlemendîya mirovê kurd dide pêş, ji bo me hemûyan pivaneke mirovatîyê ye. Lê me ev pîvan ne di warê dewlemendîyê da, ne jî di karê xwe yên olî da neda ber çav. Ji bo wê yekê jî em roj bi roj ji hev dûr ketin, têkilîyên me yên hevaltîyê kêm, navbera me da hesûdî û neyartî jî zêde bû.
Heger tiştên ku me ji bo xwe dixwest, ji dehan yekê wî jî ji heval û cîranên xwe ra bixwesta, em îro di vê merhelê da nediman.
Qasî ku me xeta û guneyên hevalên xwe didît, xeta û gunekarîya xwe jî bidîta, ev dûbendîtîya ku hê di mêjûyê me da dilive, ne dima.
Lê me wusa nekir. Di her meseleyên şexsî, an jî civakî de pivana me, yan reş yan jî sipî bû…
Ji bo me bûyerek yan rast, yan jî xelet bu.
Me her tiştî du rengan tarîf dikir. Ne tenê bi hezran tonên rengan, me rengên sereke jî nedida berçav.
Me kêmasyîyen xweyên rojane ji bîr dikir, lê kêmasîyên ku hevalên me salan berê kiribû, herdem li rûyê wî dixist.
Me xeletîyên hêz û partîyên xwe rast, rastîyên hêz û partîyên din xelet nişan dida.
Me xwe û hevalên xwe welatparêz, yên wek mina me nedifikirîn, wan jî weke xayîn û caş dihesiband.
Hevalê ku ji me dûr diketin, me wan xayîn, yan jî westok bi nav dikir, yên ji hêz û partîyên din dûr diketin û ber bi me dihatin, wan jî welatparêz û sîyasetmedarên bi nav û deng pêşkêsî kesên derdora xwe dikir.
Kesên ku li hevalên xwe yên dûrketi tade dikirin, me wan dîktator û birakuj îlan dikir, lê tadeya ku me li hevalên xwe yê ji me digetîyan dikir, me wî jî weke tecrît bi nav dikir!.
Rewşa me ya iro çawa ye?
Wek tê xuyakirin, hê guhartinek baş çê nebûye û wek bist sal berê ye…
01.09.2005
ikramoguz@navkurd.eu