Xwendevanekî meyê Tirk çend meh berê ji min ra nameyek şandibu. Di nameya xwe da digot; „Ez Tirk im. Kurdî nizanim, li der dora min mirovek Kurd jî tune ku ez mana Keleş jê bipirsim, gelo mana wî bi Tirkî çî ye?“ dipirsî û wuha dewam dikir. „Lê şiklê ku li binî Keleş dinivîse, zaf bala min kişand. Sedem wê yekê min hemû nivîsên bi wî navî hatine weşandin yek û yek vekir. Di nav wan nîvîsan da hinek resmên din jî dît. Piştra şiklê Keleş û wan da berhev û mana Keleş texmîn kir: Kalleş“.
Name evqas bu.
Xwendevanên hêja hun jî dizanin ji dinya me ra dibêjin „sanal alem“, yanê dinya derewîn. Mirovên di vir da dijîn yan jî yên carcaran di vir da derbas dibin, ew jî gorî şert û şurtê vê alemê dileyîzin û rêça xwe bi hêsanî winda dikin. Hemû îstixbaratên dinê bibin yek jî nikarin rêça wan serrastkin. Ji ber wê yekê ye ku, kî xwe bi çi awayî bide nasîn, kesek din nikare eksê wî bêje. Xêncî bawerîyê tişt ji destê mirov jî nayê. Min jî bawerîya xwe bi Tirktîya xwendevanê me anî û piştî vê nameya wî hemû nivîsên Jîyan Minarî carek din derxist ser computerê û li hemû resmên bi wan nivîsan ra hatîye weşandin yek u yek mêze kir.
Bi rastî di nav wan hinek resman da mirovên bêbav tên dîtin, lê Keleş û Kalleş ne wek hev in, manê wan jî cuda ne.
Gorî Ferhenga Izolî, Kurd ji bedewîya tiştên zindî yên nêr, mirov yan jî heywanên bedew ra dibêjîn keleş. Yên ku jîyana wan di gundan da derbas bune, dibe ku Receb, Abdullah, Îsmet yan jî Mistoyê Keleş nebihistibin jî bîla bê îstisna navê Ga yê Keleş bihîstine.
Lê Jîyan Minarî di nivîsên xwe da bi çi awayî Keleş amilandîye, bi rastî ez jî wî baş nizanim.
Di vî warî da tiştê ku ez dizanim, dikarim bibêjim. Di nav nivîsên Kurdî da, nivîsên ku di malperê da hatine weşandin, yên herî zêde hatine xwendinê, ew jî Quncikên Keleş in. Ev nivîs çima zêde hatine xwendinê û çima kesî ji wan nivîsan gilî û gazinên xwe nedikir, ew jî hunerê Jîyan Minarî ye.
Di quncikê Keleş da ne polemîkên rojane ne jî cîyê sloganên rut û tazî ji xwe ra cîh dîtin. Jîyan Minarî di van nivîsên xwe da, bi hunerê xwe û bi kurdîya xwe ya zelal resmê civatê dikişand û dida berçavên xwendevanan.
Xwendewanan jî di wan resman da carcaran xwe, carcaran jî durutî û bêbextîya bêbavan didîtin. Bi wan ra carcaran biqehirîyan jî, pirî caran dikenîyan û kêfxweş dibûn.
Lê dîsa jî Jîyan Minarî biryara kuştina Keleş da. Berê Keleş da dinya wî alî, xwendevanên me jî ji ken û girîyan mehrum kir.
Keleş çu ber rihma Xwedê, lê Jîyan Minarî hê bi me ra ye. Wî me ji binîva hêtîm nehişt. Ew, rojên pêşîya me da, bi quncikek nû û bi rewşek cuda, dîsa dest bi nivîsên xwe dike.
Ez naveroka quncikên wî yê nu jî nizanim, lê gorî navê quncikê wî yê nû, ez texmîn dikim ewê zêde li ser tiştên sîyasî bisekine.
Navê quncikê wî yê nû „Rewşenbîr“ e.
Jîyan Minarî bi nivîsên li ser navê Keleş, rewşa civatê û tekîlîyên mirovatîyê da ber çavên me, ez bawerim ewê bi nivîsên xwe yên nû, rola rewşenbîrtîyê bigre ser milê xwe û şiretên xwe yên sîyasî û civakî li xwendevanên me bike û bi wî awayî, civata me jî kamil be.
Em li benda te û rewşenbîrtîya te ne…
12.04.2006
ikramoguz@navkurd.eu