Kingê ku mêvanek min were û li kîtapxaneya min binêre, kitabê nivîskar û lêkolînerê hêja Mehmet Bayrak bala wan dikişîne.
Refek ji kitapxana min tenê ji kîtabên Mehmet Bayrak pêk tê.
Her kîtabek wî jî ji 500 rupelî kêmtir nînin û hemu jî bi formên mezin hatine çapkirinê.
Ji ber vê yekê ye ku kî wan kitabên Mehme Bayrak dibîne, hevik xwe şunda didin û dipirsin:
- Tu van kîtabên Mehmet Bayrak çawa dixwînî?
- Ev qalindîya kîtabên wî çavê te natirsînin?
Bi rastî ew ji van pirsên xwe neheq jî nînin. Mezinbûn û qalindbûna pirtûkên Mehmet Bayrak bi rastî jî çavên mirovan ditirsînin.
Lêbelê dema ku mirov wan digre nav destê xwe û dest bi xwendinê dike, mirov xwe di nav rûpelên pirtûkê da wenda dibe. Tirs direve, kêf û kelecana rêwîtîya din av dîrokê da dest pê dike. Di rê û dirbên nas û xerîb ra derbas dibe… Carinan rê li hev biqelibe jî, di dawîya pirtûkê va rê zelal û ronî dibe.
Ji pirtûkên Mehmet Bayrak ên ku çavê merîyan ditirsine, yek jî, ev pirtûka wî ya nu ye û bi navê „Osmanlı’da Kürt Kadını – Jinên Kurd Di Serdema Osmanî de“ ye û bi Tirkî û Kurdî hatîye çapkirin.
Mirov dikare bi hêsanî bibêje, ku ev pirtûk, di derbarê Jinên Kurd lêkolineke berfireh û di warê xwe da yekemîn e.
Pirtûk di Hezîrana sala 2018an da ji alî weşanxaneya ÖzGe va û li Enqerê hatîye çapkırın.
Pirtûk ji 240 rupelan pêk tê û her rûpelek wê da wêneyek ya jî gravûrek cîh digre. Wêne û gravûrên ku di pirtûkê da cîh digrin, bi pirranî ji çavkanîyên bîyanî hatine wergirtin, ku ew bi tena sere xwe di derheqa jJnên Kurd da agahîyên berfireh û bêhempa didin…
Pirtûk ji şeş beşan pêk tê, ku ew jî wiha hatine binavkirin:
„Bi Gravur, Wêne û Kartpostalan Jina Kurd“
„Ji Duh Hatta Îro Jina Kurd.“
„Ji hêja Meraşê Amazoneke Kurd Fatareş.“
„Bi Gravuran Jinên Kurd“
„Di Wêneyên Osmanî û Rojava de Jinên Kurd“
„Di Kartpostalên Osmanî de Jina Kurd“.
Di dawîya pirtûkê da Çavkanîyeke Hilbijartî, ku Gravur, Wêne û Kartpostalên di derbarê Kurdên di Serdema Osmanî hatîye berhevkirin, cîh digre…
Mehmet Bayrak di pêşgotina pirtûkê da di derbarê xebata xwe da wiha dibêje; „… Bingeha vê xebatê `Di serdema Osmanîyan de Jinên Kurd` e. Ku dû ra jî me cîh da hinek afirandinên balkêş yên wênekêş, lêkolîner û gerrokên rojavayî. Divê em careke din bêjin, ku ew dîyardeya `Jinên Rojhilatî`ku ji alîyê ronakbîrên rojhilatî ve qet nehatîye bahskirin, pêşekî rojavayîyan anîye rojevê.“
Ez naxwazim di vê nivîsê da dûr û dirêj pesnê vê pirtûkê bidim. Jiber ku pirtûk û naveroka wê li ber çavan e, ku ne pêwîst e mirov pesnê wê jî bide.
Mehmet Bayrak di destpêka pirtûkê da wiha nivîsîye, „Ez vê berhemê ji bo pêşnîyara nivîsandina vê pirtukê dîyarî xanima xwe Gulay û hemû jinên kurd dikim.
Ez di nivîsa xwe ya kin û kurt da dikarim bi hêsanî bibêjim, ku ez jî xwendina vê pirtûkê pêşnîyarî hem û jin û mêrên kurd dikim, dibêjim bixwînin, li wêne û gravûrên tê da cih digrin dûr dirêj mêze bikin, ku xwe nas bikin û ji dîroka xwe ya qedîm hayîdar bibin…
01.12.2018
Ji bo destxistina kîtabê:
Weşanên ÖzGe
www.özgeyayinlari.com
info@özgeyayinlari.com