Min îro dixwest li ser sîyaseta Kurd ya legal nivîsek binivsînim. Ji bo vê yekê li ber computerî rûniştim û li li hinek çavkanîyan gerîyam. Bi sedan çavkanî derketin pêşîya min.
Berê li ser hinek çavkanîyên wêjeyî sekinîm, dû ra vegerîyam ser hinek çavkanîyên dîtbarî.
Ji bo alternatîfek balkêş ne rastî gotarek nû hatim, ne jî daxwazeke nû…
Li gotina kê dinihêrî, daxwazên ji salan vir da hatine gotin, tên dubare kirin.
Li kîjan civînê dinihêrî, xêncî navên nû, di hemûyan da dîmenên wekhev dibînî…
Ji paş va li civînê dinihêrî, tenê çend patikên rût û sîqal…
Ji pêş va binihêrî, enîyên vekirî û cênîkên çîl û sipî…
Di hemû civînan da ne qîz û xortekî çeleng, ne jî jinekî girambar dibînî..
Di civînekî da, an jî di gotarekî da tu kes qala Kurdên ku reyên xwe didin AKPê nake.
Tu qey dibê ew ne Kurd in û li Kurdistanê najîn…
Yek dibêje ez filan tiştê dixwazim, yê din dibê ez jî fîlan tiştê…
Lê ji bo bidestxistina wan daxwazên xwe çi dikin û bi çi awayî biserdikevin, tu tiştekî nû jî nabêjin…
Çawa ku ji qumaşên kevn kincên nû derneke, bi kîjan navî û bi kîjan daxwazî dibe bila bibe, ji wan Kurdên ku ji berê da hatine cêribandinê jî tu alternatîfeke nû dernakeve…
Wek tê xuyakirinê ku ji bo demek dûr dirêj alternatîfa BDP’ê, baş an jî xirab Xuda-Par e, ya Xuda-Parê jî BDP ye…
Ez bi xwe jî ji vê encamê hinek eciz bûm û bêhna min teng bû. Sedem vê yekê min dest ji çavkanîyên sîyasetê berda û vegerîyam ser kilam û stranên Şakiro.
Bi kilama „Bavê Behçet“ ra bêhna min hat ber min. Careka din vegerîyam serî û li alîkî dengê Şakiro guhdarî kir, li alîyê din jî gotinê wê nivîsand.
Kîngê behna we teng bû, hûn jî guhê xwe bidin dengê Şakiro, çavên xwe jî li ser gotinên kilamê bigerînin û di dilê xwe da bilobînin…
***
Bavê Behçet
Hey liminê… wax wê…
Wey liminê… wax wê… wey axa o
Dilşê digo lolo Behçet berxê sibe bû ezê diçûm şewitîya Sînan û Bismilê,
Mi rebenê bala xwe berdayê nizanim çi bû, çi qewimî ax lo çi cirîya ……
Agirê kulê bikeve mala cendirmê Sinanê mifreza Bismilê eşîra Badika, giregirê dixîya,
Li derê diwana bavê Behçet şêxê kubar şêwr û mişêwre bû, he û rebenim gelo li hev civîya…
Mi dît bavê Behcet şêxê kubar çek û silahê xwe hilanî, bi heftê reza baxçê gula da dimeşîya
Ewraqê bavê Behçet ketibû destê giregirê Badikan û Xîya…
Li derê hukmata Sinan û Bismilê reben ez im, gidîno daire bi daire digerîya
Agirê kulê bikeve mala qumandarê Bismilê mifreza xwe hilanî ketibû gelîyê Godirme, newala Hesika li hafê reza
Min rebenê bala xwe berdayê li dû bavê Behçet şêxê kubar ji xwe ra digerîya
Derbekî bi dest berdane bedena bavê Behçet şêxê kubar, cinyazê bavê Behçet davêne makîna
Berê wî dane şewitîya Hazro dema li derê hukmata Hazro da dadanî..
Dilşê li çokê xwe dixist û digo lolo Behçet berxê hînga mi dizanîbû, Ûrt û ocaxê mala bavê Behçêtê min qelîya
Sofîyê xerzî wêêê… digo Mecîdê Zaza bibê komê xulaman hûn me rabin ca hûn banz medin
Lawo bavê Behçet şêxê kubar emekdare, çû îro ketîye erdê temîya min li we be..
Şîrharamî û nankorîyê nekin, terka cinyazê bavê Behçet, sarê Felek hey wax limin wî xweşmêrî medin
Dilşê wê… digo lolo Behcet berxê sibe bû roka me derketîyê ji qudretê, ji mala Xwedê ji alîyê xerza
Tu dêna xwe bidê şewq û şemalê dabû bejna bavê Behçet, koşka zerzelê reben ez im ji xwe ra ji sênce reza
Hela bala xwe bida girêdana bavê Behçet şêxê kubar li gulik û wax li gulbendan, wiy li wan terzan…
Xwazil ji xêrê xwerzîyê ji Xwedêra xwedan xêrekî mizginîyekî xêrê banya bigota afûya bavê Behçet ji qapîyê hukumatê derketîye
Min bi çavê serê xwe bidîtîya fenanî caran li qarşî xorta, bendê li xerza, xwe girê bida bi çil qayidî wîyî û bi donzdeh terza
Sofîyê xerzî wêêê, digo Mecîdê Zaza bibê komê xulaman hûn me rabin, ca hûn banz medin
Lawo bavê Behçet şêxê kubar emekdare, çû îro ketîye erdê temîya min li we be..
Şîrharamî nankorîyê nekin terka cinyazê bavê Behcet sarê Kuvî hey wax limin wî xwaşmêrî nedin
http://www.youtube.com/watch?v=5tWkMqPgjfs
01.12.2013