Erdoxan û Ocalan ji salan berê li hev kiribûn, îro jî gor wê lihevkirinê gavên xwe davêjin.
Jiber ku daxwaza herduyan yek in û pêk hatina daxwaza wan jî girêdayî hev in.
Hemû daw û doza wan a heta îro jî serokatî bû, ji îro şunda jî serokatî ye…
Serokatîyeke bê sînor…
Ocalan dixwaze serokatîya xwe wek mirovekî azad bikarbîne.
Erdoxan jî dixwaze serokkomarîya xwe ya bi şirîk, bi serokatîya bê şirîk va biguherîne.
Erdoxan qîme xwe bi serokkomarîya Tirkîyê nayne û serokatîya hemû Tirkan, heta ya hemû misilmanan dixwaze…
Ocalan jî jibo serokatîya hemû Kurdan azadîya xwe dixwaze…
Nê bê erênîya Erdoxan daxwaza Ocalan tê cîh, ne jî bê erênîya Ocalan daxwaza Erdoxan…
Xêncî vê yekê, di tu xalekî jîyanê da şirîkatîyek di navbera wan da nîne.
Bîr û bawerîyên wan, sîyaseta wan ji vir heta çîn û maçîn ji hev dur e.
Lê dîsa jî herdu muhatcê hev in.
Jibo pêkhatina daxwazên wan, nîyet û şirîktayîya wan jî bi serê xwe tenê ne bes in. Di du xalan da guhartinên girîng pêwîst in.
Ji wan yek, rawestandina şer e…
Ya din jî çêkirina makeqanûneke nû ye…
Ya yekemîn di destê Ocalan da ye.
Ya duyemîn ji girêdayî hilbijartina 7ê Hezîranê ye.
Gor daxwaza Ocalan, PKK kongreya xwe bicivîne û jibo dawîlêbûna şerê li dijberî dewleta Tirk biryarê bigre û çekdarên xwe bikişîne binxetê, dor tê gava duyemîn.
Ew jî piştî hilbijartinê pêk were, daxwazên Erdoxan û Ocalan jî bê tirs û bê xof, bê şer û bê pevçûn tên cîh.
Jibo gava yekemîn îro heyeta HDPê û ya hukumetê civîna çapemenîyê lidarxistin û bang li Qandîlê kirin.
Qendîl jî, gor senaryoya ku ji alî Erdoxan û Ocalan va hatîye nivîsandin, rola xwe bilîze û di nav çend rojan da bersiva xwe bide, jibo avêtina gava yekemîn tu tengasîyek namîne.
Her çiqas di hinek xalan da fikr û nîyeta rêvebirên Qendîle cûda be jî, bersiva wan ji nûha da kifş e.
Ewê yan heta roja Newrozê kongreya xwe bicivînin û biryara dawîbûna şer bigrin, an jî ewê jibo vê yekê îradeya xwe beyan bikin û dest bi amadeyîbûna civîna kongrê bikin.
Biryara wan bi çi awayî dibe bila bibe, ji îro da tê xuyakirinê ku Ocalan iradeya xwe roja Newrôzê bi rîya qasidên xwe îlan dike û gor îradeya wî jî gava yekemîn tê avêtin.
Gava duyêmîn wê çawa be?
Jibo vê yekê jî du rê he ne.
Ya yek, eger HDP ji bendava hilbijartinê derbas bibe û 50-60 parlamenter derbixe, gor daxwaza Ocalan û Erdoxan, AKP û HDP dest didin hev û makeqanûna nû bê proplem çê dikin û dipejirînin.
Eger HDP di bin bendava hilbijartinê da bimîne û di parlamentoyê da cîh negre, wê gavê jî çêkirina makeqanûna nû di histûyê AKPê da dimîne.
Bi herdu awayî jî makeganûna nû ancax bi rîya referandûmê tê pejirandin. Ew jî bê tifaqa AKP’ê û HDPê ne mimkun e.
Ew çawa dibe?
Bi raya min ev tifaq jî ne zor û zehmet e.
Ne tu kes guh dide gotinên Demirtaş û Cemîl û Duran, ne jî yên Arinç û Akdoxan û Dawutoglu…
Ji destpêka pêvajôyê heta nuha çawa ku her tişt gor daxwaz û nîyeta Erdoxan û Ocalan bi rê va çû be, dawîya wê jî gor îradeya Erdoxan û Ocalan diqede.
Bi awayekî din, kî çi dibêje bila bibêje, kî çi dike bila bike, PKK di demeke kurt da jibo şerê li dijberî dewleta Tirk biryarê digre û piştî hilbijartinê jî bi makeqanûneke nû va Erdoxanê serokkomar dibe Serok, Serok Ocalan jî azad dibe…
Bi serokatîya Erdoxan û azadbûna Ocalan, ji para Kurd û Tirkan ra çi dikeve, xêncî herdûyan, ji îro da ne ez, ne jî tu kes tiştekî dizane…
28.02.2015
ikramoguz@navkurd.eu