Kurdistana Başûr roj bi roj ber bi serxwebûnê diçe û ji îro va xewnên hemû kurdan dixemilîne…
Kurdistana Rojava ya jî Kurdistana Binxetê jî di rêça Başûr da gavên gring davêje û mizgînîya serkevtinê dide…
Kurdistana Rojhilat bê deng e…
Li Kurdistana Bakur jî agir dibare…
Kurdistana herî mezin Bakur e, lêbelê serkevtina wê jî pirsgirekeke mezin e.
Ji bo xilasbûna gelên bindest bihêzbûn û mezinahî bi tena serê ne bes e, ji bo wê alîkarîyeke navnetewî ya jî ya dewleteke mezin pêwîst e.
Ger ku Kurd dixwazin di warî da mînakek bibînin, bila ne zêde dûr ne jî kûr herin. Bila tenê li deh salên dawîyê vegerin û li rewşa İraqê û Kurdên Başûr binêrin.
Kurdên Başûr ji destpêka avakirina İraqê va dest bi şerê çekdarîyê kirin û carcaran serkeftîyên gelek gring jî bi dest xistin, lê ti car bi ser neketin. Dewleta İraqê kîngê biketa tengasîyê, bi alîkarîya dewletên cînar ya jî bi piştgirîya hinek dewletên mezin û sosyalîst dor li kurdan digirt û ew difetisandin.
Kingê Sadam û hinek dewletên cînar bi hev ketin û dewletên mezîn biryara têkçûyîna Sadam dan, wê gavê li Rojhilata Navîn dem û dewran guherî û hemû rê û dirbên girtî ji bo kurdan yekoyek vebûn…
Kî çi dibê bila bibêje; heger alîkarîya Amerîkayê neba, îro, ne Kurdên Başûr dibûn xwedî dewlet, ne Barzani dibû Serokê Herêma Kurdistanê ne jî Talabanî dibû Serokkomarê İraqê…
Li Kurdistana Rojava, ger ku îro Xweserîya Demoqratîk hatibe îlankirin, ew jî bi saya lihevketina Surîyê ye û serkevtin û pêşveçûna wê jî dîsa bi alîkarî û parastina Amerîkayê va girêdayî ye…
Ji bo serkevtina PRNM Projeya Rojhilata Navîn a Mezin, do dora İraqê bû, îro dora Surîyê ye, sibê jî dora Îranê ye.
Bi têkçûyîna Sadam ra bi hezaran însan hatin kuştin, xêncî herêma Kurdistanê, hemû gund û bajarên di nav sîrorê İraqê da xirab bûn, hê jî bombe diteqin û xwîn wek ava çeman diherike…
Kurdên Başûr ji serê çîyayên Kurdistanê daketin nav bajaran, pirsgirekên navbera xwe dan alîkî û di bin ala rengin da cîh girtin. Di demeke kin berdêla wê dîtin…
Rewşa ku deh sal berê li İraqê qewimî, îro li Surîyê dubare dibe. Loma Kurd li Rojavayê Kurdistanê şahîyan li dardixin, li dewerên din Ereb şînê dikin. Xûyay e bi têkçûyîna Esed ra Kurdên Rojava jî wek yên Başûr bi ser dikevin û li vir jî ji bindestîya Ereban xilas dibin…
Tê zanîn, ku piştî Surîyê dor tê Îranê û wek İraq û Surîyê nebe, li Îranê jî guhartineke mezin wê çê be…
Kurdên Rojhilatê jî dê ji bin bandora Farisan xilasbin, ku pişt ra jî zû ya dereng dor tê Tirkîyê…
Lê ez di wê bawerîyê da me ku dor were Tirkîyê jî, li wir pirsgirek jî çareserîya pirsgirekê jî ji parçeyên din cudatir e. Di çend salên dawîyê da gelek gavên erênî hatin avêtin, ger ku ew gav ji îro şûnda jî werin avêtin û bihêz bin, di demeke nezîk da Tirkîye bibe welateke demoqrat, Kurd jî wek Tirkan dikarin bibin hemwelatîyên azad…
Ji ber ku, di nezera dewletên mezin da Tirkîya ne wek İraq, Surîye û Îranê, ne jî têkilîya Kurdên Bakur û Tirkan wek têkilîya Kurd û Ereb û Farisan e…
Loma ez dibêjim, bi şerê ku îro PKK li Şemzînan û derdora wî didomîne, ne dewleta Tirk têk diçe, ne jî li Kurdistana Bakur Dewleteke Federal tê îlankirin…
Armanc, Xweserîya Demoqratîk jî nîne, lewra ew salek berê li Amedê bê şer û bê ceng hatibû îlankirin…
Berevajî ev şer, di şertên îroyîn da ji Tirkîyê zêdetir zirarê dide pêşketinên Kurdistana Rojava, ku li wir jî ji hêz û partîyên din zêdetir PKK zirarê dibîne…
Bi awayekî din mirov dikare bibêje, agirê ku li Şemzînanê hatîye dişewite, Amedê ronî nake…
Lê ew toz û dûmana ku ji wir bilind dibe, rê li ber li tîrêja ku Qamişloyê ronî û germ dike jî digre…
08.08.2012