Çiqwas raste nizanim, min salan berê ji hevalek bihîstibû. Di salên 80’yî da Abdurrahman Qasimlo diçe Stockholmê. Kurdên Bakûr yên ku wek penabêr li Stockholmê dijîn, ji bo Qasimlo konferansek lidardixin.
Di konferansê da Qasimlo li ser pirsgirêka Kurdên Rojhilat diaxife û dibêje; „em ji bo Îranê demoqrasî, ji bo Kurdistana Rojhilat jî otonomîyê dixwazin“.
Kurdên Bakûr Qasimlo rexne dikin ku, çıma ew ji bo Kurdistana Rojhilat serxwebûnê naxwaze.
Ser vê yekê Qasimlo bersiva wan dide û wuha dibêje; „ez tu car ji we û ji daxwazên we fêm nakim. Bi hezaran pêşmergeyên me hene, lê dîsa jî em cesaret nakin ku kurdistaneke serbixwe bixwazin. Di destê we da çekek tune, hûn Kurdistanek yekbûyî û serbixwe dixwazin.“
Li ser hevdîtinên Ocalan û Dewleta Tirk daxwazên Kurdên Bakûr yên ji bo statuya Kurdistanê carek din dîsa tên gengeşîkirin.
Her kurdek gor dilê xwe diaxife û dinivîse.
Ne tu kes li xwe û derdora xwe dinihêre, ne jî li şert û şûrtên herêmê û dinê.
Hinek dibêjin, „Ocalan ji bo îstikbala xwe Kurdan difroşe!“
Hinek dibêjin, „Qandîl gotina Ocalan nake, hata ku ji destên wan werê ewê Ocalan û gotinên wî puç bikin!“
Hinek jî dibêjin, „bendê PKK’ê di destê dewletên hêremê da ne, Qandîl, KCK û BDP ji gotinên Ocalan dernekevin jî, dewletên ku PKK kirine bin bandora xwe, ewê vê demajoyê bi awayekî careke din dîsa biguherînin!“
Yên ku van rexneyan dikin, ji daxwazên xwe yên ji bo Kurdistaneke serbixwe û federal santêmek berjêr nakevin…
Lê çawa?
Ji bo pêkhatina van daxwazên xwe jî tu tiştek nabêjin.
Di mala xwe da, di nav zar û zêçên xwe da rûdinên û dibêjin, „bê serxwebun pirsgireka Kurd çareser nabe.“
An jî ji sibê hata êvarê li pê kar û barên xwe yê rojane diçin û piştra li ber computera xwe rudinên û dinivsînin, „çareserîya herî baş federasyon e.“
Lê bi çi awayî, an jî bi kîjan quwetê?
Ew jî kifş nîne.
Ez jî Kurdistanek yekbûyî û serbixwe dixwazim. Hemû dinya di bin baskê dewletek cîhanî da were ba hev jî, ev daxwaza min nayê guhartin, ji ber ku ez jî dixwazim tama hemwelatîya dewleteke Kurd bigrim û jê têr bim.
Ez bawerim piranîya Kurdan jî wek min difikirin û di dilê wan hemûyan da jî ev daxwaz heye.
Lê gelo ji bo pêkhatina dewleteke serbixwe xwedî daxwazbûn tenê bes e?
Ji bo vê mijarê nimûneya herî balkêş ji me ne dûr e, ew li kêleka me ya çepê sekinîye. Navê wê jî Kurdistan e, Kurdistana Başûr e…
Kurdistana Başûr ji vir bîst sal berê ji Îraqê qetîya.
Gelê Kurd li wir azad bû.
Ji deh salan vir da jî ji alî Kurdan va tê birêvebirin.
Kurdên Başûr ji bo dewleteke serbixwe çi dezgeh pêwîstin, ew yekoyek anîn cîh.
Îro tu leşkerek grêdayî hukumeta navendi bê riza Hukumeta Herêma Kurdistanê nikare gava xwe bavê ser axa Kurdistanê.
Serokê Herama Kurdistanê Mesûd Barzanî di her firsendê da daxwaza xwe ya ji bo Kurdistaneke serbixwe tîne ziman.
Lê dîsa jî gor dilê xwe nikare Kurdistaneke serbixwe îlan bike. Ji ber ku ji bo serxwebûna Kurdistana Başûr, daxwazên Kurdan ne bes in. Ji bo wê yekê şert û şurtên herêmê û razîbûna dewletên mezin jî pêwîst in.
Di vî warî da rewşa Kurdên Bakûr hê jî xirab e.
Li ba dewletên Europî û Amerîkayê cîhê dewleta Tirk ji Îraq û Îran û Surîyê cûdatir e.
Rewşa Kurdên Bakûr jî wek rewşa Kurdên Başûr û Rojava nîne.
Ji ber vê yekê, di şertên îroyîn da avakirina dewleteke serbixwe zor û zehmet e. Kurdistaneke federal an jî xweser, bi danûstendinê va ancax mimkûn e. Di danûstendinê da jî kîjan alî bi hêz be, gotinên wî pere dike…
Îro di hevdîtinên navbera Ocalan û Dewleta Tirk da alîyê bi hêz dewlet e. Sibê danûstendin dest pê bike, yê ku zêde kara wî çê be, ji îro da xuyaye ku, ew jî bê şik dîsa dewlet e.
Lê dîsa bi çi awayî dibe bila bibe, bi kîjan encamê diqede bila biqede, ji bo her duh alîyan jî (Kurd û Tirk) ev demajoyeke ne xirabe, bese ku ji îro şûnda şer bisekine û diha zêde xwîn nerije.
Ji ber ku kîngê sîya çekan li ser sîyaseta Kurd rabe, wê demê sîyaseta Kurd jî azad dibe û rêyek rast ji xwe ra dibîne…
10.01.2013
ikramoguz@navkurd.eu